Kurdî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

Şevçira

Kurmancî

Başûrname

Êzîdxane

 

 


Kampaniya
100.000 imze


2006 Sala
zimanê kurdî



Urkêş


Şevçira

 

Kurdart

 
عربي
 Deutsch
 English
 Swedish
Urkêş
 Hevgirtin
 Contakt  

 

H.R.K.R.D     The Kurdish Intellectuals Union- West Kurdistan- Abroad

28 January 2008 16:02

Tengezar Marînî


„Perava şevê“

Tengezar Marînî


Jixwematmayîn, dergehê şevê ye
Li ser qeraxên şevê, di çavên te de, şev bariya
Îro hinekî ji xwelîdanekê baştir e dilê te.

Li wir sinor di livê de ne,
di mista min î nîvgirtî de, şehê lêvên te
di roniyê de, yariyan dikin
xakeke nû ye, pirsa giya ye,
di çîroka textê te de,
birûsk tarî ye, şev bingor e.
gerdûn dizîvirin,
û ez girtiyekî azad im,
ji roka nîvêşevê hatime,
şev li ber pencerê hilma min e.

Dîmenê rastiyê tenê mirin e.
şêweyê kenê te wergirtibû azman,
avê şêweyê yariyên min

Li germiyana şûşa avê ji nav lêva me ket.
Şevekê ji wan şevan xanimek hatibû xewna min.
Tu dizanî hîn jî bendewar im text di bin min û te de bişike!
Êşa min î, di wênekêşana bêdengiyê de.

Şînekî vala ye, di zeviyê xwînê de,
ji dev bo dev,
kes tênagihe.
Ziman vehesîna şikestina xwe hest dike.
Mîna xewnê baran dibare.

Cihek heye,
derpûshik bi tenê ye.
Tête bîra te,
dema ez di kolanên evînê re dibeziyam,
mirinê dest pê kiribû.

Agir hêsiran dixwe,
şev ji bo lêvên din in
ba direve, vedeng xwe dide hev
perav kevanê ken bû
Çi ji asman dimîne?

Raweste:
Tu dibêjî, nebaştir e, ez mirinê bipejirînim!
Li vir dîwar hişiyar in, ji pê ne,
dihingivin xewê,
xewna bêpirs derbas dikin.
Tenê şevekê, ez, li hev belav kirim,
nîvê şevê ji xwe dema em tê de ne
daristana xewnê ye,
dibe ko hîn tu ji qûnaxên dûr nehatibî!?

Seyr nemîne
Helbestvan im,
terazûya min darbest e
Mijtaniya ne çavên te,
çavên te palgeh,
her careke dixwazim binivim,
dengekî mîna qija min ji ber derhgehî tê,
dê pêrgî te bibim.
Tiştek nîne bibêjim,
dê çavekî miç bikim,
dê dergehî daxim,
dê kilîtê berze bikim
dê mîna berî zayîn, destê rastê bi ser te de bihejînim..
Çawa hemî hatin ser gora min?!

Dereng e,
keştî bê deryevan e,
ji goşt e.
rêwingî dide mendelayê.
Ez nêzîkî te me,
Oh bê sebr û aram im.

Çi ji van dîlok û heyran bibêjim?
Rastiyek e bi ser xwe ye.
Piştî 46 salan
Li navê xwe digeriyam.
Piştî mirinê,
dest ji min berde.
Asîman vala ye û xakeke qilêr.
Şûşeyên şevê didim hev.

Ez bêhna pora te ya şil dikim.
Bi tiblên xwe yên pîrepindî dikarim te bibînim.
Rondikên te diçirisin.
Li medora wan çûm û hatim.
Ji çuqliyan ronî vedan.
Destên lerizî,
rengê rojê
xaniyekî ji berfê
gulek û tu.


Li derve,
çavên min yê tirsê,
xewn û bêgunehiya kenê min
û
tu………..
kengî min tu dîtî..?
Giya bû..
bîranîna mirina bû..!
ez bi pentelonê Jeans bûm
bi seriyekî mişt hizir
di pora min de dar diqêriya
ji min re bibêje,
ramîsan ên min, li ser dêmên rojê muhur dibin?
Vegera min bi şevê ye,
dil û êşê didam destê şevê
dizanim ev telîsmên hawara hevokên çiyayî ne.
Dibe baştir be, ko mirinê hilbijêrim
Qehwe, di kunekî zer de, hevdehsaliya min veşart.
Sîtava min, xwe nema li ser wî latî vedihesîne
Weha giya tê çinîn
Û zengilê dergehî lêdixe….


10.07.06

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!
 

 
Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1 Neue Seite 1