| |
Kendalê Evînê
D.Memdûh Yûsif
Youssef.m.6o@hotmail.com
Gulê li ser lêva Kendalê Evinê rawestiya ,
bedena xwe bi ser kendal de xwar kir, ko baş
binê zinar bibîne. Dît çawa pêlên ava çemê Dicle
bi ser hev de werdigerin, li cîna serobinî hev
dibin û li cîna jî av li dor xwe dizîvire û
gegerînekên mezin çêdike. Di xeyala xwe de, Gulê
dît çawa laşê wê li ser ruyê avê dizîvire, li
dor keviya gergerîneka mezin, çend caran
dizîzike, hêdî hêdî nêzîkî devê keviyê dibe,
kevî ji nişka ve, laşê wê dikişine hinavê xwe û
ji ber çavên Gulê wenda dibe. Serê Gulê jî weke
ava gergerînekê li dor xwe zîvirî û gêj bû, ber
çavên wê reş bû, hinavê wê li hevket, xwêdaneke
sar hate laşê wê, hinarkê ruyê wê dawerivîn û
gewr wergeriyan, weke tu xwînê jê bikîşnî. Ji
tirsa ko ji nişkê ve bê xwarê û di wî kendalê bê
binî de werbe, gavek bi zehmetî paş de avêt,
lingên wê di bin laşê wê de lerizîn û pêş ko
bikeve, xwe berda ser erdê û rûnişt.
Surek bayê hênik ji aliyê çiyayê Cûdî ve li rûyê
wê xist, hinekî hişê wê hate serê wê. Gulê bi
sistî çavên xwe vekirin û awirek da bi alî
çiyayê Cûdî ve. Pir caran Gulê temaşe kiriye,
çawa roj ji paş çiyê ve xwe dide der, lê tu
carî ne
bi vê xweşikbûna îroj.Tu dibêjî qey roj xwe bi şev
di paş Cûdî de vedişêre û bi berbanga sibê re,
berî ko tîrêjên xwe bavêje teva cîhanê, silavekê
li jibermayên gemiya Nebî Nûh dike, ew gemiya ko
, ji salên zaroktiyê ve di bîra Gulê de hatiye
çandin. Ji çîrokên pîrka wê ya kor, di wan
şevên zivistanê, yên dirêj de, li ber germa
alafa agirê êzinga, zarok tev li dor pîrê dibûn
kozik, ji bo çîrok û serpêhatiyan bibihîsin. Yek
ji wan çîrokên bê jimar, çîroka gemiya Nebî Nûh
bû. Xwedê giravî ( dema lehiya mezin( tofan),-
ya ko cîhan bi giştî binavkir- dawerivî û daket,
gemiya wî pêxemberê bi nav û deng, tevlî
canliberên tê de, li ser çiyayê Cûdî rawestiya.
Piştî ko wê lehiyê tişteki zindî li ser rûyê
erdê nehiştibû, jiyaneke nûjen ji çiyayê Cûdî
dest pêkir û ji nûv de hêdî hêdî li tevaya
cîhanê belav bû...loma navê vî cihî bûye wargehê
jiyana nûjen. Dengê nêrkewekî gozel, Gulê ji
xeyala çîrokê şiyar kir). Nêrkewê Gozel, bi
qebqeba xwe ji xwe re bang li mêkewekê dikir,
weke zanibe ,wê çiya bang û strana wî ya evînî,
li hev vegerîne û zû , dereng, wê mêkeweka gozel,
xwe li dengê wî bigire û bê. Piştî ko demeke xwe
bi mêkewê re derbasbike , wê bifire ser qilaçekî
din , ji bo mêkeweke din têxe tora xwe de. Dîsa
çirokek Pîrê hate bîra Gulê ( Kewên Gozel- keça
min-teyrikên çiyayî ne. Dibêjin, Xwedê mirov ji
ax û avê çêkirne, lê ez
dibêjim Xwedê Kurd û kewê Gozel ji kevirên çiya
efirandiye). Gulê li aliyê gundê xwe nerî. Gelo,
nuha pîrika wê ,dê , bav û birayê wê çi dikin?.
Xaniyên gund, êdî xwe ji nav mija sibê didan der,
lê hîna hawirdorî gund bi mijek six pêçayî mabû.
Gulê bi xeyala xwe çû malê." Hema roj bejnekê bi
ser çiyayê Cûdî keve û tîrêjên xwe bavêje nava
gund , wê malbat tev rabin û her yekê wê
bikarekî re mijûl bive. Wê Pîrê jî, bi
destpelînkê derkeve derve, pişta xwe bide dîwar
û koma hestiyên laşê xwe bide ber tîna rojê.
Kesek di gund de nizane temenê Pîrê çend sal in,
lê ji dema tê bîra gundiyan, Pîrê weha pîr e û
weha kor e . Tev li korbûna xwe jî, Pîrê ji
kesên bi çav bêtir dibîne. Dibêjin ew bi dilê
xwe tişta dibîne . çuqas Gulê omêdî kir ko ew jî
nuha li malê ba , di nav malbata xwe de , ew jî
bi karekî malê re mijûl biba. Wê birayê wê , bi
rûkî li ken ,weke her car jê re gotiba ” Ha Gûlê
..... tu bişkivî?! Ka ji me re tejikekê li ber
rokê raxîne ! ”. Wê malbat tev bihatana, li dor
sifra taştê bibûna weke kulorekê, bi kêf û
henek taştiya xwe bixwarana û her yekê dîsa
biçûya ser karê xwe. Hêsir ketin çavên Gûlê û
xweziyeke tal kete gewriya wê de. Destê xwe li
zikê xwe peland. Na , êdî zikê wê nema tê
veşartin, êdî kifş bûye . Rojek kêm, yek zêde wê
tev de eşkere bibe û wê çaxê, wê êdî dereng
bikeve.
Gulê zane wê çi bibe .Serpêhatiya Gulê ne ya pêşîn
e û ne jî ya dawîn e. Wê pîrekên gund çend rojan
di guhê hev de bikin pistepist, wê hêdî hêdî
pistepista wan bilind bibe ta bigihêje guhê bav
û birayê wê. Wê birayê wê neçar bimîne ko şerefa
xwe bi xwîna wê bişo û bênamûsiyê ji ser xwe
rake.Wê çend roja têkeve zindanê, lê wê dadgeh
wî bê guneh derxe û berde, ji ber ko tu tawan
nekiriye, bi tenê şerefa xwe ji ar û qebheta
xuşka xwe pak kiriye. Lê wê birayê wê, temenê
mayî, bi kul û keser derbas bike û wê nikaribe
çavê xwe li ber civakê bilind bike. Wê xwîna
Gulê tum û tum wek daxekê li ser eniya wî bimîne.
Gulê qet nahêle bav û birayê wê rezîl û riswa
bibin di çavên eşîrê de.
Wê Gulê ciwaniya xwe û ew berê ter, yê di hinavê
xwe de diyarî çemê Dicle bike. Peyvên Pîrê dîsa
weke zangilekî di hundirê mejiyê wê de lê da"
Dicle çemekî evindar e, ne wek çemên dinyayê ye.
Dicle her demekê dil dikeve keçek
ciwan, lê Dicle bi xwe nayê xwazgînî yara xwe .
Keç bi xwe diçin , li ser Kendalê Evînê
radiwestin. Dicle destê xwe yê nedîtî li kembera
wan dipêçe û wan dikşîne nava dilê xwe ".
Roj wê bê nîro, wê malbat tev li Gulê bigerin.
Wê hinek bêjin " Erê nuha me ew dît , li nava
rez bû, bi perwanan re bi veşartokê dilîst " .
Wê hinekî din bêjin " Gulê ...anha li ser kaniyê
bû , lê tev li refekî kewînka bû û bi wan re
firiya ezman ".
Wê her yek ji xwe re peyvekê bêje , lê tenê Pîrê
, wê bêdeng bimîne.
Dema roj qamekê bilind bû û piştî ko silavek li
Wargehê Jiyana Nûjen kir, tîrêjên xwe avêt
Kendalê Evînê, lê Kendalê Evînê xalî bû û
Nêrkewê Gozel jî firya bo qilaçekî din .
|
|