Wednesday, 27 June 2007 23:36

 




Kurdistan, ez evîndara te me
Heidi Merk
Werger: Tengezar Marînî




Tu xaka hezar kevir î
Di xwînê de xendiqî
Bi rondikan li her deverekê belav bûyî
Bi hezaran gulên berbero geş dibin
Di robarên şînê de rû didin
Kurdistan, ez evîndara te me

Tu welatê zimanê milahîm û tenik î
Welatê çavên pir ciwan
Welatê mirovên narîn
Tu, welatê gundên tarûmar bûyî
Welatê êşê û şînê
Yê xebat û aştîxwaziyê
Kurdistan, ez evîndara te me

Pêdivî ye tu ne bi tenê bî
Di demên nexweş de
Dest ji te bernadim, te bi tenê nahêlim
Dixwazim li ba te bim
Ji bo te bang bikim
Dem dema te ye, Kurdistan
Divêt bi ser bikevî.

Mîna balindeyekî, pêdiviye bifirî
Kûr ber bi azadiyê ve
Û roj derdikeve
Û ez ji kêfa digrîm
Kurdistana azad, ez evîndara te me.


 

 

 

 

 

 

 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE


 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE