rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:36


 

Kozika matbûnê

 


Siyamend Brahîm

Vê şevê
Ez ji stêra gelewêjê re
Bi zarekî dilkestî,
herifî,
li vedenga dengê te yê şîrîn digerim
şêt û şeyda me
li xilmaşbûna xewnên te yên nazenîn
digerim
hêviyên min geş dibin,
di bin siya arama mijankên mejûya windayî,
digerim
di seqa buhara te de sermest dibim
di kozika matbûna xemsariyê de diqerimim
ez li toda asoyên siwar dibim
tu car qonaxên viyana te windanakim,
dil şkestî me û di arama rojan de,
tu çiya nikare bi hêris
dilniyayî girêka min veke.












 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE