rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:36


 

KETİNA Jİ BER ÇAVÊ ZİMÊN

 


Şengül Oğur

Di nav cureyên ketinê de ketina herî xedar a rabûyina wê herî dijwar a ku bi wê
ketinê re ji puxteyê xwe tê dûrketin û xelafê wê bêveger e, kîja cure ketin e?
Ketinek wiha ku bi wê ketinê re zarokatiya me jî pê re dikeve û dimire, ketinek
kû bi wê zaroktiyê re welatek dimire, ezmanek şîn, bedew û bêdawî dimire û hemû
stêrk pê re diweşin û winda dibin.
A herî xerab ev e ku ev ketin bi vîn û daxwaza mirov pêk were û ê ku dikeve hay ji
birîn, êş û windakirinê tune be. Hay ji ketina xwe jî tunne be.vajiyê vê, vê ketinê mîna
rabûnekê qebul bike!
Ketineke wiha ye ku êdî mirov ji eslê xwe dikeve. Ev ketin, ketina ji ber çavê
zimanê xwe ê zikmakî ye, ketina ji çavê dîroka xwe ye, ji çavê çiya û zinarên xwe
ketin e. Ma ketineke ku ji vê ketinê dijwartir, bêrûmetir heye?
a niha em kurd ketine ber vê ketinê, ketina nexweşiya ji ber çavê zimanê xwe
ketinê.
nizanim em berxwedikevin an na? Ku em li berxwe nekevin kî dê ber me bikeve? Ma ku em vê ketinê bi destê xwe bikin, tu wateya liberxweketinê dimîne an na?

Hê jî siûda me heye ji bo ku em ji vê ketinê, bêxisareke mezin bifilitin: Ev rê jî
biduketina zimên e, ne jêdûrketin. Kêferata ketina hundirê zimanê zikmakî, xwe
spartina wê, dibe ku me ji wê ketina bêrûmet rizgar bike.












 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE