rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:36


 

NIŞTIMANPERWERIYA XANÎ

 


Selam Darî

Rêberê mezin yê giranbuha û helbestvanê ramana neteweya kurdî, Ehmedê
Xanî yê ku jiyana xwe tev ji bo parastina toreya kurdî û pê re
parastina welat û miletê kurd bûrand.
Ji ber van sedemên jêrîn Xanî bi hêz daket meydana toreyê:
1-Xanî bi zimanê Erebî,Tirkî, Parisî û digel zimanê xwe yê zikmakî xweş
dizanîbû û zanîn ji kaniyên van zimanan vexwar.
2-Bi giştî daxwaza zanînê kiriye li pey çûye Stambolê, Şamê û Misrê
û bi taybetî tore û helbestê, tevî xwendina olperestî û sofitiyê. Bi vî awayî zanîna wî gihişte pêpelûkên bilind di warê toreyê, felsefe û olperestiyêde.
3-Yê yekem bû ku helbesta çîrûkî xiste toreya Kurdî, di dîwana xwe bi nav û deng destana (Mem û Zîn).
4-Guhdana bi zarokan û nivîsandina helbesta hînî û perwerdiyê, di (Nûbuhar)de.
5-Yê pêşîbû ku destê xwe danî ser birîna miletê xwe û rewşa wî ya nexweş
nivîsî û riya xelasî û rizgariyê li ber danî.

*Xanî kiye?
Navê wî Ehmed e kurê Ilyas e, ji eşîra Xaniya ye, eşîra wan ji herêmên Hekarê
koçkirin û li bajarê Bayezîdê bi cih bûn.
Di sala 1061k, 1651z,hatiye dinê û di sala 1119k, 1708z, koçkiriye bal
dilovaniya xwedê, lê kurdnasê Rûsî Basîl Nîkitîn jiyana xanî daye xuyanîkirin
ji 1592 ta 1655ê z.
Belê bi gumana min Xanî jiyana xwe bi helbestî daye nasîn di bêje:
Lewra ku dema ji xeybê fek bû
Tarîxê hezar û şêst û yek bû


Xanî di çarde saliya xwe de bi zimanê Kurdî dest bi nivîsandinê kiriye û
di nozde saliya xwe de ala serxwebûna Kurdistanê hilda .

*Xebata Xanî di ber zimanê Kurdî de:
Xanî hizkirina xwe di dilê miletê xwe de çand, ji ber xebata wî ya mezin
û giranbuha di ber zimanê Kurdî de. Û ji wê gavê de Xanî giringiya zimên
Ji milet re dizanî, ji ber vê yekê jî, ji kîsî xwe dibistan ji zarokên
Kurdan re ava Kirin û ew hînî zimanê zikmakî dikirin.

Berhemên Xanî
1-Ferhenga (Nûbuhar) 1683.
2-destana Mem û Zîn 1695.
3-Çîroka (Yûsif û Zuleyxa).
4-(Eqîda imanê).
Di gel gelek helbestên din.

Çima Xanî bi Kurdî nivîsiye?
Xanî di destpêka dîwana (Mem û Zîn) de mebesta xwe ji nivîsandinê bi zimanê
Kurdî dide xuyakirin :ji bo gelê hawîrdorê Kurdan nebêjin Kurd nezan in û di
Warê tore û işqê de bê par in:
Xanî ji kemalê bê kemale
Meydana kemalê dîte xalî
Yenî ne ji qabil û xebîrî
Belkî bi tessb û eşîrî
Da xelq nebêjitin ku Ekrad
Bê merîfetin bê esl û binyad
Enwaê milel xudan kitêbin
Kurmanc tenê di bê hesêbin
Hem ehlê nezer nebên ku Kurmanc
Işqê nekirin ji bo xwe amanc
Dûrdîtina Xanî di vir de tê xuyakirin, di wê dema ku miletê Kurd nexwendî
û nezanbû, ev ji hêlekê de, ji hêla din ve cengên Turk û Farisan li ser
welatê me. ta giha qûnaxa parçekirina Kurdistanê û zordestî û çavsoriya ku li
miletê Kurd dikirin. Ji bo çavgirtî, nezan û perşikestî bimîne.
Lewra Xanî bi dengekî bilind gazî mîr dikir ji bo milet ji vê rewşa nexweş
derxe. Lê mixabin bû bû mîna kesê ku "ji devê re li bilûrê xe" kesî guhdan
bi gaziya wî nedikir:
Ger dê hebûya me jî xudanek
Alî keremek letîfe danek
Ilm û hiner û kemal û îzan
Şir û xezel û kîtab û dîwan
Ev cinsê biba li ba wî memûl
Ev neqdê biba li ba wî meqbûl
Min dê elema kelamê mewzûn
Alî bi kira li banê gerdûn
Bê nave riha Melê Cizîrî
Pê hey kiriba Elyê Herîrî
Keyfek we bida Feqîhê Teyran
Heta bi ebed bi maye heyran
Çibkim ku qewî kesade bazar
Nîne ji qumaşîre xerîdar

Naxwe Xanî ne yê pêşî bû ku ji guhdana milet bê par mabû, lê belê va ye Xanî
navê wan tevan di bîra xwe de tîne û di jimêre.
Xanî sedema vê neguhdanê dizanî û li nezaniya milet vedigerand, ji ber vê
Yekê zanîn kire pirinsîpa xwe ya pêşî di jiyanê de.
Rabû dibistan ji zarokên Kurdan re vekirin, bi mebesta guhertina vê reşa
xirab ya ku milet tê de dijî .
Li vir em dikarin bêjin: Xanî bi pênûsa xwe li ser du meydanan şer dikir, yek
jê şerê nezaniyê û yê dî şerê dijminan. Çi Turk çi Faris, û herdû şerên xwe bi
hev re dikirin, ji ber her yek yê dî tewa dike.
Torevanê me ji roja bîrweriya xwe ve, şerê Osmanî û Farisan li ser
Kurdistanê didît û tê digiha ku Kurd bi tenê bacê û xwînê datînin û herdem wêranbûn û
Talankirin dimîne para wan, lewra doza xebatê ji milet dikir:
Emmaji ezel Xudê wisa kir
Ev Rom û Ecem li ser me rakir
Tebeiyeta wan eger çi are
Ew are li xelqê namîdare
Namûse li hakim û Emîran
Tawan çiye şair û feqîran
Erê eve namûs namûs ewe :xebata milet dijî Rom û Eceman.
Ji vê tê xuyakirin girêdana Xanî bi welatê wî ve bi dilekî tijî hizkirin û
evîn, çimkî didît parastina welêt armanceke wi ya giranbuha ye û vê armancê cihê xwe di
pêpelûkeke bilind de di dilê wî girtibû û hingî bi rewşa welêt mijûl dibû, carna matmayî dima û ji xwe dipirsî? Gelo çima Xwedê Kurd bê bingeh hiştine?
Digel ku Kurd bi mêranî û aqilmendiya xwe navdar bûne, lê nedigiha ti bersivê :
Ez mame di hikmeta Xudêda
Kurmanci di dewleta dinêda
Aya bi çi wechî mane mehrûm
Bil cumle ji bo çi bûne mehkûm
Her mêrekî wan bi bezlê Hatem
Her mîrekî wan bi rezmê Rustem
Evqulzem û Rûm û behr û Tacîk
Hindî ku bikin xurûc û tehrîk
Kurmancê dibin bi xon mûletex
Wan ji yekve dikin mîsalê berzex
Ciwamêrî û himet û sexawet
Mîrînî û xîret û celadet
Ew xetme ji bo qebîlê Ekrad
Wan dane bi şîr û himetê dad
-Paşî ku Xanî bi firehî li ser rewşa milet û welatê xwe rawesta, û êş û
janên wî ji hev derxistin,derman û riya çarekirinê jî jêre danî:
lew pêkve hemî şe bê tifaqin
daim bi temerrud û şîqaqin
ger dê hebûya me ittîfaqek
vêkra bi gêra me inqiyadek
Rûm û Ereb û Ecem temamî
Hemyan ji mera di kir xulamî
Tekmîlê dikir me dîn û dewlet
Tehsîlê dikir me ilm û hekmet
Temyîzê dibûn ji hev meqalat
Mumtazê dibûn xudan kemalat
Û wiha jî yekîtî dima encama dawî ji Xanî re, li himberî jîwarê nexweş ku li
ber çav didît û tê ve derbas dibû.
Ev e Xanî aşiq û evîndarê azadiyê, yê ku jiyana xwe bi xebatkarî di ber de bûrand .
Bi rastî Xanî dimîne rêber û finda azadîxwazan di riya serxwebûnê de.
Di dawî de em nikarin bêhtir ji gotina Ela eddîn Sicadî di pesnê Xanî de
bêjin.
Gotina wî ev e: Ehmedê Xanî sertaca nivîskar û helbestvanê Kurd e"



Makder:
1-Dîwana(Mem ûZîn).
2-Dîrasat iştîrakiye, jimara taybetî, 1990, r 52
3-Kovara" Nûdem" jimar 1
4-Nûbuhar.
5-Elkurd,Basîl Nîkitîn.
6-Dîwana Kurmancî, Ebdurreqîb Yûsif.
7-Tarîxa edebyatê Kurdî, prof:Qenatê Kurdo.
8-Elwaqiîye fil edeb el Kurdî,Izeddîn M,Resûl.
9-Mûnaqeşat hewle Xanî, Reşîd fendî.
















 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE