rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:36


 

Nav diaxive

 


Mehmûd Badilî

Bi serbilindî
li pêşiya min dimeşe
Pakîze,
li pey min dimeşe
gunehkarê navê xwe me
Navê ne navê min
ne ji çermê min e
ne ji toza rêya min e
ne ez ji xwîna roka te me
Çawa,
li pêşiya min dimeşe
li pey min tu siya min e?!
Navê
giyanê min dardakiriye
bi bayê siha xwe ve
ku min kiriye gunehkar
û ew ma ye tobedar.
Navê
dibin sîbera mijankê min de
gulên sor difroşe
Navê
bi navê min vedide
Navê
navê min dikuje
û bi mîldanê xweliyê
dikêşe çavê rastiyê
Navê
navê min dipelçiqîne
min dike axpînk
û bê şerm,
li ser gewdê navê pîroz
nexşeyên birînan agir dike
Navê
xewnên min gunekî dike
û bi sitewrî
hêviyên dengvedanê didoşe.














 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE