rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:36


 

Nebêje hêdî dereng bû!

 


Dr. Ebdilmecît Şêxo


Ez xemgîna axa gunda me,
destmala bêriya zava me,
xelata şahiyên dildaran me,
ava çem û kaniyan me,
zengilê stûyên beranan me,
palvana zevî û rezan me,
BER KU KEÇA KURDA ME.
Latên Agirî av didim,
ezmanê Amedê ronak dikim,
çemê Aras dixemilînim,
zarokên sêwî dimêjînim,
li ser kabokên xwe dihejînim,
naxwazim qet mirov bêşînim,
BER KU KEÇA KURDA ME.
Xanima ber malê me,
şivanan re nanê sêlê me ,
perwîna şikeftên tarî me,
sewkiya malên hejaran me ,
sersiya holikên havînan me,
mirazê dilên gavanan me,
BER KU KEÇA KURDA ME.
Li zozanan diçim bêrîvanê,
li deştan serdeanê dikim li Wanê ,
li Newrozan ala xwe hildidim li Kurdistanê,
BER KU KEÇA KURDA ME.
Ey xortê Kurd!
Ez im kulîlka buhara bi bêhn,
were min dîne ser sîngê xwe bi vîn,
hêdî bibîne çawa ye evîn,
BER KU KEÇA KURDA ME.
Xortê Kurd !
Hêdî te zanî bû, ez kî me ? Ez çi me?
Eger te zanî bû,
çima te ez nedidam ber sîngê xwe?
Çima te sazên min di bin dilopên baranê de nedibihîst?
Çima te fêrmêskên çavên reş,
bi findên nazdar paqij ne dikir?
Kiliyê çavan ji min re nedikir diyarî?
Çima te pêtê dilê min,
bi evîna xwe venedimirand ,
destên xwe di nav pêlên porê min re,
ne dibir û ne dihanî û ne jî bêhn dikir,
pêlkên dirêj ji min re çênedikir,
yek bi ser xwe de û yek bi ser min de bernedida ?
Ne bi dizî ne bi eşkere, te awirek ne dida min,
mîna keviran her tu dima hêmin,
carekê tenê te piyê xwe ne dikir piyê min,
perîşan bûm, bêzar bûm,
te carekê ne kir bi ya min ,
kovan bûn pêlên deriyan,
ez kirim kul,
û yek carê te ne got ;
ev ji te re gurzek gul..
Eger te zanî bû ,
çima te li ber rewşena min,
"MEM Û ZÎN" nedixwend,
û li ber sazên min ,
helbestên evînê ne dikir stran???
Eger tu zanî,
çima min bi xwe re,
nabî serên çiyan,
nadî dest min mertal û tivingan ?
Ta hêrsa dilê xwe dînim li serên hovanan.
Eger tu zanî,
çima bi min re nakenî,
carekê xwe li ber min dînanî???
Ey xortê Kurd !
Bibore min serê te êşand,
hêvî dikim min tu piçekî livand,
xem û derdên xwe pê revand,
hat buhara nû, va ye ,
metê cem min bi destê vala ye!
Eger te heye yek çejin,
binêre li dîrokê, zanibe ki ye jin ?
hûne bîra xwe " NEWROZ"ê
û heyştê AVDAR ê,
serdanê bike li keç û jinan li her derê !!
Bawerke tu qet nabînî zirarê.
Ey xortê Kurd !
Eger te nizanî bû ,
nebêje hêdî dereng bû !!
bese te pir xew kir,
va ye min ji te re dilê xwe vekir……

1985
Lênîngrada berê.












 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE