rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:36


 

Di bîranîna 27 salan ser koçkirina Berzanîyê nemir de

 


Ebdulbaqî Huseynî
Oslo 05.03.2006


Dîroka malbata Berzanî û bi taybetî a nemir Mele Mustefa Berzanî bi hêz û dewlemend e bi hemî sîmbolên welatperweriyê , dilsoziyê û Kurdayetiyê.
Bê guman em çendî derbarî vê malbatê bêjin kêm e, çimkî xebat û tîkoşîna ku di riya serok Barzani de hatibû kirin li seranserî hemî Kurdistanê bêjimar e, herwiha hikmet û zanebûna Barzanî hişt ku dost û dijmin qedir ji şexs û xebata wî bigrin.
Li vir bûyerek tê holê, dema Rojnemevan Dana Admêz Şimîtet xwidanê pirtûka ” Çûnek ligel mêrên cegerdar” hevdîtinek ligel Berzaniyê nemir kir, peyva yekem ku Berzanî jê re got evb û: ”Rewş û halê dibistanan û xwendinê li bal we gihaye çi radeyê?”
Li vir Dana Şimîtet behitî ma û dibêje; min di derhal de naskir ku ev mirovekî nenormal e, lê birastî mirovekî tîkoşer e xwedî doz e.

Wekû kurd dibêjin; ”Şêr şêra tînin”. Îro ro em dibînin ku li Kurdistana Başûr çawa serok Mesûd Berzanî şopa bav û kalan dişopîne û hewldanê dide ku gelê kurd bi rengekî spehî bigihê aramancên xwe û doza kurdî hew bê roxandin û pêşketina herêma kurdî li vî percî gelek wêneyên balkêş diyar dike û van gotinan diçespîne.
Rewşa dawî li Iraqa fidral ku ji hemî kesan diyar e, dide xuyanî ku mirovekî wek Ibrahîm AL-Ceferî ne cihê baweriyê ye ku bibe serok wezîrê Iraqê bo çar salê hatû de, bi taybetî ew helwesta wî a dawî û çûna Turkiyê, di baweriya min de ku pilaneke herêmî li dijî kurdan û daxwazên wan tê amedekirin, ev tişt diyar e piştî çûna Muqteda Al-Seder bo Şamê û Tehranê û nêzîkbûna Al-Sedir û Al-Ceferî ber bi hev ve.
Ji mafê Kurdan û Erebê Suna ye ku ne razîbûna xwe ser kesê Ibrahîm Al-Ceferî bidin diyarkirin û wî ne hilbijêrin, çimkî ne ligor sozên xwe ye û bi taybetî çareserkirina kêşa Kerkûkê û neguhdana wî bo wezîrên kurdan ên ku di hikûmeta Iraqa Fidral de beşdar dibin.

Em vergirin dilsoziya malbata Berzanî û kurdeweriya wan û ji ber ku Berzaniyê nemir tu perçên Kurdistanê jibîr nedikir û destên wî yên paqij di hemî karên kurdeweriyê de hebûn, hêvîyeke min ji serok Mesûd Berzanî heye ku Kurdên Rojava (Kurdên Sûriyê) jibîr neke û bitaybet van rojan ku ber bi bîranîna diwemîn a hilpirandina 12 Adarê ve diçin a ku li bajarê Qamişlo sala 2004 pêkhat û dora 40 şehîdên kurd li ser destê rêjîma Sûrî a diktator hatinbûn şehîdkirin.
Herwiha ez ji PDK û serok Mesûd dixwazim ku piştevaniya
”Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdistana Rojava li Derve” bikin û bi taybetî di çalakiya wê de a danheva 100,000 imze ji layê kurdan ve, da ku zimanê Kurdî li Kurdistana Sûriyê bibe zimanekî fermî û mafê kurd ê netewî di riya hêzên cîhanê ên xêrxwaz de bête parastin û ji çewsandinê riha bibe.

Herwekî bila Kurdên me ên başûrî Kurdistanê xîtaba Beşar Al-Essed şermezar bikin, ku ev du caran dubare dike û dibêje;” ku hemî kesên li Iraqê dijîn ereb in û erebkirina Iraqê bi hemî awayî divêt bête kirin”.

Li dawî ez bi navê xwe û navê HRKRD gilwazeke gul li ser gora nemir mele Mustefa Berzanî di bîranîna koçkirina 27 salan de datînin û herwekî qefdeke gul ser gora Şehîd Idrîsê Berzanî di koçkirina wî a 19 saln de datînin, Bi hêviya ku cihê herdû nemiran buhuşta sermedî be.


………………………………………………………………………………………..
*Ev gotin di bîranîna 27 salan ser koçkirina Berzaniyê nemir û derbasbûna 19 salan ser koçkirina şehîd Idrîsê Berzanî de, a ku PDK/Iraq li Oslo roja 05.03.2006 pêkanîbû, Ji alîyê endamê komîta birêvebir a HRKRD Ebdulbaqî Huseynî ve hatibû amedekirin û xwendin.













 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE