rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:36


 

ZIMAN JIYAN E

 


Ciwanê ABDAL

Diyarî, bo banga hînbûna Zimanê Kurdî.


Ey xotên welat me bangî naskir
Aferîn xebat da j' ziman heskir
Çend vejand hêvî şahî da jînê
Ew rewşenbîr ma îro dem raskir

Ku ziman li dil çapbe bê minnet
Çar hirêm bi yek yekdikin milet


Hînbûna ziman ew ruh û can e
Herdem bo welat al dikin şan e
Li dil hêwirîn daxwaza dawîn
Rêza netewe.. helbet giyan e

Ziman yektirîn beşên milet e
Bo Kurda maye ew çê xebat e

2 -
Silav li gelî.. xortên nava gel
Çend rêz û ristan hûnan li rûpel
Bi min dinivîsin, him jî dixwînin
Dil hemberî dil welat kirin gul

Wan ziman hildan bo roja felat
Kurd û Kurdistan kiribûn xelat


J' winda û tune ew med' parêz e
Bi xwe du beş in peyv û nivîs e
Kurd ziman xweş e li dev şêrîn e
Bo wêjê dijîn hertim diguhêze

Ey xortên delal bo al hildan al
Sipas vê rojê me doz kir heval

3 -
Çend rewşenbîrin em pêxember in
J'ber hest û hizra zû bi zû namrin
Rêberên ziman hember name dan
Dem ne hat û çû dev j' xwe bigerin

Xort û cemawer, gel û hêzên gel
Yek bi yek didim desta cotek gul


Pîroz be ev pêg dîsan li kar be
Hêvîme nifşek li dû sed car be
Rengê berxwedan nûha hate dan
Divê berdewam newestan par be

Xortan ev kirbûn name û nîşan
Vejand sed hêvî, li dilê tijî jan ..

Ciwanê ABDAL














 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE