rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:36


 

BANG JI BO XORT Û KEÇÊN KURD ÊN LI DERVEYÎ WELÊT

 


Kampaniya berhevkirina 100 hezar imze ya ji bo naskirina zimanê kurdî wek zimanekî fermî li Sûriyê ya ku ji alî Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên Rojava li Derve di 1ê avdara 2006ê de dest pê kir, bêyî piştgirî, alîkarî, beşdarî û têkoşîna we ya çalak nikare bigihêje armanc û serencam û mebestên xwe yên bingehîn.
Îro henas û jena zindî ya helbestên Meleyê Cizîrî û Ehmedê Xanî bi fermanên fermî yên nijadperestan di nav dîwarên qedexekirin û çewisandina zimanê kurdî de, dinalin, dixeniqin û zuha dibin.
De werin em dengê xwe bidin hebûna xwe, zimanê xwe, da em bikaribin xewna Mîr Celadet û Nûredîn Zaza û Cegerxwîn biparêzin û peyvên wan di asoyên azadiya ziman û afirandinê de himbêz bikin.
Em di HRKRD de, banga xwe digihînin keç û xortên kurdan ku li hemî deveran û welatan bi çalakî beşdarî vê kampaniyayê bibin û bergiriya zimanê xwe, giyanê xwe yê netewî û mercên hebûna xwe bikin da ku em bi rastî hêjayî wan û hêja hebûnê bin.
Hûn dikarin bi gelek awayan û şêweyan beşdarî vê kampaniyayê bibin.
Hûn dikarin bi navên xwe yên rastîn li ser formên taybet ên ku komîteya kampaniyayê ya HRKRD wan belav dike, imza bikin!
Hûn dikarin imzeyan berhev bikin. Nav û navnîşan û jimarên telefonên xwe ji me re bişînin da em formên taybet ên kampaniyayê bi postê bigihînin we.
Hûn dikarin xelkê dehf bidin, reklam û propegandayê ji kampanyayê re bikin.
Hûn dikarin pirsan û şiroveyan her gav û dem li ser van telefon û emailan ji me bixwazin:
Tel:
+49 (0) 511 21 33 713
+49 (0) 160 937 18 876 ،
+49 (0) 162 722 83 15
Navnîşan:
C/O: Rashid Hesso
Dwobergerstr. 11
27753 Delmenhorst –Germany
hevgirtin@rojava.net

Em ji rewşenbîr û rêxistin û sazî û komele û hemî dezgehan hêvî û tika dikin ku piştgiriya me bikin da ev kampaniya bi serkeve.

2006. 03. 06
Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên Rojava li Derve











 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE