rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:36


 

Pêwîstiya hebûna rêxistineke jinan

 



Suad Cegerxwîn

Berî Çend salan dema ku ez vegeriyam bajarê Qamişlo
Min li tevgera jinan temaşekir, min dît ku jinên kurd ta roja me ya
îro bê rêxistin in. Ji bilî jinên ku di nav hêzên polîtîk de kardikin ji
lewra ez dibînim ku pêwîstiya me bi avakirina rêxistineke jinan ku serbixwe
karbike û jinên kurd di bin baskên xwe de bicivîne û li ser pirs û
pirsgirêkên jinan raweste heye. Heger em jinên kurd vî karî nekin tu kes ji
bo me nake …..tu kes mafê me ji me re nastîne, pêtiviye ku em bi xwe li ser
bidestxistina mafê xwe bi tundî karbikin heye. Divê em vê gava pêşî bavêjin,
jinan teva di rêxistinekê de bicivînin. Bi vî awayî em gavên pêşketî, hêja û
giranbuha davêjin, her wiha em jinên kurd ber bi karê civakî ve dikşînin.
Îro roj pêkarîbûnên nû çêbûne. jina kurd ne ya doh û pê re wê pir gavên
pêşketî ji zû ve avêtine mîna mafê xwendina zanîngehê û mafê kar û mafên din . Îro jî divê em vê gavê bavêjin û rêxistineke jinan sazbikin .
jibo me jinan pir pêwist e ku em di karê sîyasî û civakî de biserkevin û bi
jimarke mezin tê de beşdar bibin.
Tevî ku em baş dizanin rewşa welat bi gişti ne xweş e her weha ya jinan ne
Xweştir e, lê nayê wê wateyê ku em jin hertim bendewarê demên xweş bin. Êdî
Bes e ! divê em dest pê bikin û karê xwe bi nav bikin û jinan bînin cem hev û
di rêxistinekê de bicivînin.
Da ku jin karibin bi rehetî derdê xwe bêjin û li ser pirsa xwe vekirî
biaxifin, her weha gel hev metodên kar û xebatê bi awayên nû pêşkêtî bibînin
û bi dilekî germ çareser bikin. Em tev dizanin ku di nav jinan de gelek jinên
jîr û zane û pêşketî hene lê tev ne li cem hev in, bi avakirina rêxistineke
bi vî awayî em tevan bi hev re dicivînin û karê xwe bi nav û form dikin, dem
hatîye ku em guhertinekê ji bo jinan çêbikin û alikarîya jînên heval ku hîn di
bin bindestîyê û nezanîyê de mana.
Ev kar îro ji me tê xwestin em bi xwe xwedyê vê pirsê ne ji loma divê em
dest pê bikin û formekê ji xwe re deynin lê divê ji bîra me jî neçe ku hêzên
siyasî û komeleyên kultûrî, civakî vê gavê pîroz bikin û ji me re alîkarbin
Çima ? Ji ber ku em dixwazin di nav me tevan de girêdaneke rast û durust bi
dilxweşî çêbibe, her weha dan û sitandinên bi hêz peyde bibin.
Hebûna rêxistineke jinan serbixwe tu rêxistinên siyasî naêşîne, tenê ji bo
rehetîya jinan pir giring û pêwîst e ku jin di nav xwe de li ser pirsa xwe
bi hev re gift û go bikin, nexweşîyên civakî ber bi çav bikin da bigihin encamên
bisûde.
Divê êdî em vekirî biaxifin, em vê perdeya şerm û fedîyê ji ser xwe hilînin,
derdê xwe bi nav bikin û bi hev re çareser bikin .
Her ez dixwazim bêjim ku mebesta me ji avakirina rêxistineke jinan ne ew e ku
em jinan ji nav rêxistinên siyasî derxînin û dûrbikin nexêr! Bila jin di
nav rêxistinên xwe de bin û bila endamê komeleya jinan bin jî.
Bi vî awayî jin bi hêztir dibin û zanistîya wan firehtir dibe, ji ber ku
rêxstineke jinan tenê dikare ji pirsa jinan re kar bike û vê pirsê di programa
xwe de bike pirsa navendî ji bîra me nere ku wê gelek asteng di rîya jinan de
derkevin wek malbat, zarok, karê malê û hin tiştên din wê demê divê em jin
her yek ji me vê pirsê di nav malbata xwe de çareser bike. Ji bo ku karê me
karekî giranbuha û hêja be, divê her yek ji me xwe berpirsiyar bîbîne û kar
ji xwe re sivik bike. Eger em sitiriya tilya xwe bi xwe dernexînin tu kes ji
me re dernaxîne .
Ez hêvîdar im kûu wê jin bi bêhinfirehîya xwe karibin dîtinên xwe bi civakê
bidin qebûlkirin her weha wê karibin rexneyên hevalan bi dilekî fireh bigirin û
ew ê tev bi hev re bidilsozî karbikin .
Ji bo karekî serkeftî em ê programên nû bi hev re deynin . Gel hev em ê bi
hêztir bin û bê hev em ê winda bibin, Bi hêviya avakirina rêxistineke jinan
serbixwe û demuqrat.










 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE