rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:36


 

Helbest

 




Mehmûd Badilî

Dar

Bi rehên te:dara min
min aso çand
li her deverê
pê re sitûna xewnên xwe
û li ser devê rêyan
min kevir kirin bendewar.


Bi pelên te:dara min
min şilfiya ba veşart
Wiha ..
ez di xewna
bayekî kesk de me
Bejna rojên xwe
pê girêdim.



Evîn

Ew berên li şaxên daran
digirnijin
Ew xweşikbûn
Ew qeşengî
Ew asoya diçirise
li asoya, aso
tev nazenîna zarokan
û berbanga
di her rûyî de
şewq dide
tev fişarên evîndaran
û geşbûna dînîtiya min
ji hilma,
serxweşiya te ye
hey

evîn.







 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!
 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE