rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:36


 

Stranbêj û şanoger Bavê Delîl
 

 


Ciwan Dêrikî



Gava mirov di rewşa me ya îroyîn de li kesayetiyên kurd dinêre gelekî serê wî tevlî hev dibe çimkî rewşa kurd û Kurdistanê pir zor û dijwar e , lewra gelk mirovên kurd hatine xapandin û ketine xap û leyistikên dijminan û ji kurdîtî û welatparêziya xwe dûr ketine , belkî bi sedan jî bûne nûker û ataxên dijminan dijî civaka netewa xwe xebitîne.
Di rewşek weha zor û zehmet de mirovên birûmet û kurdperwer dibin stêrên geş û zû xuya dibin û diçirisin. Nemir Mihemed Emîn bavê Delîl yek ji wan kesan e ko di ber kurdîtî û welatparêziyê de tekoşîn kiriye û li ber xwe daye çendî ko rewşa wî ya aborî çetin û dijwar bû jî ,lê rojeke tenê jî dudilî pê re çênebû ko xwe ji karê neteweyî dûr bike , bavê Delîl mirovekî karker bû di nanpêja Dêrikê de dixebitî xwedî kuflet û zarok bû , wek piraniya şêniyê herêma Dêrika Hemko ewî jî hemî karên gundî û rêncberan kirine , ew mirovekî dilpak û dilpaqij bû , dilfireh û camêr bû , cihê Rêzgirtinê bû di nava civakê de , ne pirbêj bû , her dem xweşî û parastin ji derdorê xwe re dixwest , hevalbendê aştî û levhatinê bû , mirovekî devliken û henekçî bû , ango ew taybetmendiyên kurdperweran pê re gelekî xurt bûn , ji bilî van taybetiyan bavê Delîl çîrokbêj û stiranbêj bû , weke deboyeke stiranên folklorî bû , stiranên evînî , şer , dîlan û palehiyê û hwd di gelek rojhatinên bi nirx de digotin û distirand, di despêka salên heştiyan, dema ku şoreşa azadiya gelê kurd li Bakurê Kurdistanê despêkir Bavê Delîl ronahî û azadiya xwe û gelê kurd tê de dît, lewra bi germî piştgiriya wê şoreşê kir û bi gelek gurevên welatparêzî jî radibû , piştî ku gelek kompilo û lîstik li ser şoreşa azadiyê û serokê wê rêber Apo hatin kirin jî û bandûra wan leyistik û kompiloyan giha nava gel jî , lê Bavê Delîl nehejiya , sist nebû û ma li ser bîr û baweriyên xwe , her dem coş û navtêdan dida hevalên xwe , ji kurê xwe yê gerîla Delîl re digot : Divê tu me serbilind bikî , tekoşîna xwe bilind bikî li dijî neyar û xwefiroşan , tu ji bo azadiya gel û civakek bindest çûyî serê çiya , nebê tu bi hêviyên vî gelî bileyizî.
Bavê Delîl dixwest civaka xwe jî zana bike û bi kurdîtiyê ve girê bide , lewra wî dît ko bi rêya hunerê dikare vê xizmetê ji gelê xwe re bike, êdî cihê xwe di nav koma Cûdî de girt û bû endamekî serke di beşê şanoyê de û bi gelek rolan lîstikvanî kir, Bavê Delîl ev bêhtirî du salan çêbû li hember nexweşiya penceşêra hinavan li ber xwe da, gelekî azar û zehmetî kişand
lê tu carî dilê mêvan û serdaniyên xwe ne dişikand, her dem başî û saxlemiya xwe diyar dikir di rûyê wan de, çendî ku me dizanî ew di nava xwe de dişewite û diqiçqiçe, roja înê 2ê sibatê 2006an bi baraneke dijwar re, di demjimêr heftê sibehê de me dengê mela kir bangdike Mihemed Emîn Bavê Delîl çû ser dilovaniya xwe, di bin wê barana dijwar de gelê Dêrika Hemko Bavê Delîl birê Kirin goristanê û 3 rojan li pey hev bi hezaran kes tevlî şîngeriya wî bûn û sersaxî didan hev, em çi dikarin bêjin bo te Bavê Delîl, te zû ji nav me barkir , te dilê me bi çûna xwe bi kul û xem û birîn kir.
Ma kî êdî wê stiranên govend û palehiyê ji me re bêje?
Ma kî wê çîroka Elo û Fatimê bêje?
Ma kî wê ji me re henek û laqirdiyan bike?
Silav li giyanê te yê pak û pîroz be?
Aramî û hedar ji bo malbat û zarokên te be?
Bila serê hemî dost û heval, dengbêj û hunermendan sax be.






 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE