rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:36


 

Valahiyên buharê

 



Helbest: P. PÊRVÊRDÎ
Werger: Anahîta Hemo


Carekê bi tenê, di ber kortekê re ez bûrî bûm û min eniya xwe danî bû,
Kî li wir e,
Kîjan rêç hat ku li vî cihî kuta bibe,
Jiyaneke rawestyayî ye,
Yek ez wê na nasim,

Dikuncukê de dar dilerizin,
Bayê şermedar dibûre ,
Av bê hedan e xwe pêl dide,
Di ber dîwêr re yek tê,
Em ê bidin pey wî,

Mîna dînekî ez beziyam û windabûm,
û li kolanên vala digeriyam,
Tevlî ku kesî ez negirtibûm


Min pir û buhur bûrandin,
Li ser pîdaran tozê ez korkiribûm,
Ji dûrtir ez tirsyabûm ji bê dengiyek pir mezin .
Û ez digeriyam di cih de li wî kesê ku ez karibim
riya xwe jê bipirsim ,
Dikeniyan,
Lê kesekî nedixwest bobelata min hînbibe,
Û hişê xwe bide min,
Bê ku ez zanibim ez ê bi ku ve herim,

Û min nedixwest ku ez zanibim,
Û her gava ez dihatim xapandin,
Rêçek nûjentirîn, li pêşiya min ronahî dibû,


Paşê kort car din vedibû
Herdem ew bi xwe bû,
Herdem jî teng bû,
Û dîsa herdem ronak diweşand,
Berê min li vê neynika vala nerîbû,
Û min tiştek ji rûyê jibîrkirî û îro
Naskirî tê de nedîtibû






 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE