Kurdî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

Şevçira

Kurmancî

Başûrname

Êzîdxane


 

 

 

 

 

 

 

 

 

 


Kampaniya
100.000 imze


2006 Sala

zimanê kurdî



Urkêş


Şevçira



Êzîdxane

 

Kurdart

 
عربي
 Deutsch
 English
 Swedish
Urkêş
 Hevgirtin
 Contakt  

 

H.R.K.R.D     The Kurdish Intellectuals Union- West Kurdistan- Abroad

28 January 2008 16:11

Nezîr Palo


Bihna Reyhanan …
Bihna dayîka min e …

Nezîr Palo


Çendîn tu li benda bavê min dima, te destên xwe yên henekirî, di nav porê min re dibirin û te bi stran digot: de nenî nenî delalê mino nenî.
Delalê te yê biçûk dikete xewê û tu li benda vegera delalê mezin hişiyar dima.
Êzingên ardanka te hemî dişewitîn û dibûn xulî, ardanka te sardibû, lê dilê te disotiya dayê, çavên te li min bûn, û guhên te gavên bavê min dipan.
Pir caran çilpikine germ dadiriviyan ser ruyê min, ew germahiya stêrên te bûn dayê,
min digot: çima digrî dayê?
te digot: na ez bi qurban, ev xaniyê me dilopan dike..!!
Ne dilopên bana xaniyê me radiwestiyan, û ne jî dayîka min li bendemaniya hatina bavê min diwestiya.

Piştî her nimêjekê, te gerdenê mircanî ji stuyê xwe dikir dayê, hinekî di mista xwe de dihêşt, û hinekî di nav por û di ser pêsîra xwe re digerand, bi kûranî te bihin dikir, û datanî ser rûyê xwe, te çavên xwe vedimrandin, û tene bi tene radimûsa, û ji nuh ve vedigerand stuyê xwe..!!
Dema ez mat dimam, te ez diguvaştim hembêza xwe dayê, û te digot: canê min, ev tizbiya bavê te ye, bi carekê ji bîrnekirî ye..!!
Ne nimêjên deyîka min bi dawî dibûn, û ne jî teneyên tizbiya bavê min ji maçkirana stuyê wê têr dibûn.

Her şevekê, sê pençe miwêj û sê pençe kuncî, te dixistin zerikekê, û te digot: ( Şêrînî şevan xweş dike ).
Pençek miwêj û yek kuncî ji bo te ne naziliyê ber dilê mino, û pençek miwêj û yek kuncî ji bo bavê te ne, û her wiha yên din ji bo minin. û te dest bi çîrok û stranan dikir dayê.
Bi çêja şêrîniya miwêjan, û şêrîniya dengê te di, ez diketim xewê, dema ku sibeyê ez hişiyar dibûm, min didît ku tenak kuncî li ser lêva min di xwe ve çûye, û ez jî li ser kabokên te, destekî te di nav porê min de bû, û yê din li ser sînga min bû, û bi ser min û çîrok û stranan de tu xilmaş bûye.
Zerika deyîka min timî du pençe miwêj, û du pençe kuncî tê de diman.
Ne bavê min vedigeriya, û ne jî deyîka min miwêjek dixwer.
him tûrkên miwêj û kunciyan, û him jî tûrikên çîrok û stranên dayîka min bi dawî nedibûn.

Her rojê, te ew topreyhan a di pencereyê de avdida, te digot: bavê te ji bihna wê hezdike,
dema vegere, ez ê deynim pîşa wî, û dema razê ez ê deynim ber serî.
Her ku bavê te bi kûranî bihna topreyhanê dikêşe, dibêje: ( Subhan Alah ) çi xweşe..
ev bihn bihna bihuştê ye..!!
Her min digot: dayê va ye bihna reyhanan ji te tê, nizanim ew dikeniya…an jî digriya..!!
Ne pencereya mala me dihate girtin, û ne jî topreyhana tê de diçelmisiya.

Bihna reyhanan ji navê deyika min û ji giyanê bavê min dihereke…



 

                                                                          

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 
Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1 Neue Seite 1