|
Bese Durûtî!
Mihemed Elî
Dawiya
çile bû, xwezayê êdî cilên xwe êxistibûn -ya
rast çirandibûn- werdekên ji qelfên xwe mabûn li
cawekî digeriyan tazîka xwe binuxumînin. Zarokên
ji mirinê zivêr bûbûn, li ser girekî kevnare li
şûn warên ji ber bêxwedîtiyê kavil bûbûn, di
rawestîna xwe de dilerizîn… rûpelên dîrokeke
nûmirî li ber bayekî girgîn sermest hildiperîn,
awazên bodele ji rojhilat û rojava li ser dikê
şanoya Memê bêZîn çeşnên beloq li guhên qelp
vedidan… Bi dehan keç û xort diçûn û dihatin,
rûyên ku bi her tiştî ji bilî rastiya xwe nûjen
bûn di rûpelên rojnameyeke divyabû bihata
çapkirin de cihên xelkê bêkes û xapandî
dadigirtin û didizîn…
ximaveke hawirde rûpelên sipî bi tîpine biyan û
wêneyên argo nîgar dikirin, em bi zimanekî lal
bi xwe re diaxivîn, em bi kelevajî di ber gora
Meleyê Cizîrî re diçûn, me tiseyî û heqaret li
zarînên wî dikir, em bi birîna wî şah dibûn û me
xêwya bi jehr li ser direşand!!
Me bi çavekî qirêj li Selmayê temaşe dikir û me
rûmeta Xecê li ber lingan derperest dikir… Me
nûbihara Ehmedê Xanî bi nanekî kufukî diguhert,
me zeyta Efrînê, birinca Qerejdaxê û pertola
Kerkûkê bi meyeke sexte diguhert?! Em li şûn
qatiran bûbûn hilgirên qurşîn û pirtûkên warên
me dipelixandin, me birayên xwe dikirin qurbanên
paldêra me ya tî ji xwîna perest û fermanên
deveciyan re…
Di dawiya çile de me nivîneke sipî li ser çiyan
rêxistibû û ezmanekî bênasname li xwe mehr
kiribû, me kelexên bapîr û dapîrên xwe kiribûn
ardû û me şerekî qirêj bi hev re dikir.
Qirêjiya xelkê bûbû pirtûka me ya pîroz û me
bêdeng xwe bi bendên wê dikûşt, me bi destê xwe
dilê birayê xwe ji qefesa sîng hildiqetand û
xêzine qure li ser zinarekî bêguneh dinivîsîn…
Em bi dijminê xwe re bûbûn dijminê pismam û
pisxalên xwe, me çavên xwe vedimirandin û
tivinga xwe di sînga rûmet xwe de vala dikir! Me
keçikên xwe bi destên xwe xera dikirin, me
zeviyên kulîlkên bismil û kinaçe di gola xwînê
de dinuqumandin û dawa xwe ji parsa kujerên dê û
bavê xwe re vedigirt… em bûbûn dezgêr û etar me
bi amana xelkê bang dikir… teşî, tevin, çîrok,
destan û efsaneya jiyana me li ser refikên
mûzexaneyên bêjiyan erzan bi cih dibûn û li ser
navê me sengerên qafan ava dikirin...
Zivistaneke kin bûbû serdema şaristaniyeke
têkçûyî, bihareke bêbext di adarê de li me bûbû
dêwekî devbixwîn, rûpel bi rûpel ji xwîna
ciwanan û rondikên dayîkan kilaveya lehengiyeke
kirêt li qada pêşerojeke dirinde nîgar dikir… Bi
hemdê xwe me dîrok di bazara mirovên li ser
navên dayîkên xwe qeyd bûne de, dide firotin!!
Me keçikên xwe li ser sînoran di kûrahiya
şikeftan de bi mistek memikên seyb û derpiyên
bêdêxûn û alên sor dikirin gorî!!!
Îro em dîk in dengê me qebe ye, em hestiyên
şehîdên xwe dikin çov û alên bêbextî û durûtiya
xwe pê berz dikin… em di vê biharê de kû ve
diçin, zivistana bê em li kû ne, zarokên me dê
li kû mezin bibin, sosin û beybûnên me dê ji kê
re gulîstanan rengîn bikin û bînê biweşînin,
bapîr û dapîrên me dê çîrok û salixên hovîtiya
ola dawîn û bêbavan ji kê re bikin hawar û zarîn,
kavilên birîndar kî dê tola wan hilde, dîroka
dizî kî dê vegerîne hêlîna wê, pankert û
dirûşmên daliqandî kîjan dilawer dê bê û bi tijî
dengê xwe bêje bese derew, bese bazara xwînê
bese bese…
|