| |
Kurdên
resen an kurdên reben?.
Tariq Hemo
Li başûrê Kurdistanê tabloyeke rengereng ji
netew û olan heye. Li gel kurdan çend gelên din
jî dijîn: Asûrî, kildanî, tirkman, ermenî…
Kurd bi xwe jî çend ol û mezhebên cihêreng in.
Piraniya kurdên başûr misilman in. Piraniya
misilmanan jî sunî ne, lê dîsa beşekî mezin ji
civaka kurdan li ser mezhebê şiî( Ehlêbeyt) ne.
An jî ew beşê ku jê re “Kurdên Feylî” tê gotin.
Kurdên Feylî ji dema damezrandina komara Iraqê
di sala 1932 an de û heya niha li himberî
dijwarî û nijadperestiya li dijî kurdan rû bi rû
mane. Bi taybetî dema rejîma dîktatorê xwînmij
Sedam Husên ew rastî siyasetek imha û
jiholrakirinê hatin, zilm û zordariya li dijî
wan 2 qat bû ji ya li ser kurdên din. Carekê ji
ber ku ew bi netewa xwe kurd in, cara din jî ji
ber ku ew ji mezheba şiiyan e. Ji ber hindê ew
hatin sûrgûnkirin û derbeder bûn.
Rejîma Baas a dîktator bi sed hezaran kurdên
feylî ji heremên Kurdistanê yên jêrîn derxistin
û bi sûcê ku “Iranî” ne avêtin ser sînorê Iranê.
Gelek ji malbatên feyliyan xwedî milk û mal bûn.
Mezintrîn bazirganên Bexdayê ji kurdên feylî pêk
dihat. Niha hîna şûnmayên wê rewşê li ser jiyana
feyliyan dom dike. Hemû pirsgirêkên wan nehatine
çareserkirin, mal û milk û cihên wan, heya niha
li jêr destê erebane. Sûnmayên erebkirinê hîna
li ser wan nehatiye rakirin, heq û mafê wan jî
hîna li wan nehatiye vegerandin…
Hejmara kurdên feylî li tevahiya Kurdistan û
Iraqê di navbera 800,000 û milyonekê de ye…
Li gel feyliyan kurdên şebek, kakayî jî hene. Ev
herdu beşên ciavaka kurdistanî rastî zilm û
zordariyek mezin hatine. Pirên caran ji ber
neteweya kurd û carên din jî, ji ber mezheb û
ola ne- musilman û ne- sunî…
Heman tişt ji ber dubendiya netew û ol hate serê
kurdên êzîdî jî. Êzdiyên li herêmên Şingal û
Şêxana başûrê Kurdistanê dijîn, ji aliyê rejîma
nijadperst ya Sedam ve rastî dijwariyek nedîtî
hatin. Ji gundên xwe hatin bidûrxistin. Milk û
mal û zeviyên wan li ser ereban hate parvekirin.
Rejîma Sedam herweha hewl da ku wan mîna ereb li
qelemê bide. Ji ber hindê rejîma Bexdayê dest bi
dek û dolavan li himberî êzdiyan kir. Herêma
êzdiyan jî li gorî peymana otonomiya sala 1970
an ne bi ser xaka Kurdistanê ve bû. Niha jî
heman siyaset, lê bi şêweyekî din li ser
êzîdiyan û kêmmezehbên Kurdistanê tê meşandin.
Tevî ku hijmara êzîdiyan 600,000 e û derdora 10%
ji hijmara gelê kurd li başûr in. Lê wan tu
temsîla siyasî li hikûmeta Iraqê an jî ya
Kurdistanê nîn e. Ji 54 parlemanterên kurd li
parlemana Iraqê yekî êzîdî jî nîne. Ji 6 wezîrên
kurdan di hikûmeta Bexdayê de yekî êzdî jî nîn
e. Ji 42 wezîrên hikûmeta herêma Kurdistanê,
tenê 2 kesên ku wek “wezîrê dewletê” hatine
binavkirin, hene…
Civaka êzdî li Başûr dengê xwe dane lîsteya
kurdistanî. Li gorî hin agahiyan ji sedî 85 hêza
dengên êzdiyan çû ji "lîsteya kurdistanî" re, lê
tevî wê yekê jî, PDK û YNK yek ji êzdyan nekir
parlemana Iraqê an jî lîsteya 6 wezîrên kurdan
li Bexdayê. Berovajî Partiya Islamî ya
Kurdistanê, ku 220 hezar deng bi dest xist û 5
kes derxiste parlemana Iraqê û niha jî çend
wezîrên wan di hikûmeta heremê de hene…
Rêveberên Başûrê Kurdistanê her ku dibe behsa
feylî û êzdiyan dibêjin, “ew birayên me ne, ew
kurdên resen in”. Lê weha dixuye, bi vê neheqî û
mafxwarinê re, ew ne kurdên rasen in, lê belê
kurdên hejar, bextreş û reben in!.
tariqhemo@hotmail.com
* Ev nivîs di rojnameya
Yeni Ozgurpolitikayê de hatiye belav kirin de.
|
|