Wednesday, 27 June 2007 23:36

 

Baran
Pîr Rustem


Çav bi pelê rojnamê dikevin, bi gavine mirî ber bi wê ve dimeşe û peleke din ji payîza temenê riswa diweşe û bi qulbandina wî pelî re, penda wê rojê dixwîne; “Bihuşt di bin nigên dayîkan de ye”. Bê mirûz, çend caran dibin çavan re dibe û tîne mîna ku yek bixweze wêneyeke ne li bal binase û çend carine din, wê pendê û bêyî ku ew bighe tutiştî, dixwîne. Dengê sênîkê dihêle ku, pelê rojnamê di pençê de bişke û di xalîdanka mişt de, kom ser hev bibe.
Ro gihîştiye dev-devî nîvro, çend piyalên qehwê û nîv pakêtek şewitandibû, cixara dawiyê rovikên wî dişewitîne. Li ser masê dinêre ku, hîne sênîka hêkên duh li cihê xwe ye û ji her nanekî du parî weşîne. Dest davêje nanê hevala ku duh pê re bû û kûr bihin dike; Bihna biskên wê jê dihat û hevdeyeke porê wê jî li ber nanê wê ketî. Radihêje wê û tiliya xwe pê bi darve dike. Tiliya bi dardakirî li ber xwe dide û bi hejandina wê re, mûyê por diqete û dihêle hejmara tiliyên bi dardakirî zêde bibin.
Pariyeke nan dişkîne û hêka nîvşewitî dike nav. Radihêje çaydên, hîne dagirtî ye; duh ji bilî du piyalan jê danegirt û ew hîne weke xwe mabûn. Çend pariyên hêka nîvşewitî bi xêra qurtên çaya sar dadiqurtîne û dest davêje cixareyekê, xelekên dûmên mîna ewrine stewr di ezmanê odê de dimeşin.
Berve pencerê dimeşe, toz û pelên daran bi bayê payîzê re ketine cirîdê, her çendekî balîskek serî hildide, eger kesek di cadê de hebe, dihêle ew mîna mirîşkan seriyê xwe têxe bin milên xwe.
Hatina ewî kesî û sekinîna wî li aliyê din ji cadê, hemberî pencera wî, bala Diranê Pîrê dikşîne. Dîke di riwê wî dirame, ne ji yên dostê wî ye; bihna qehwê û pelên rojnameyan jê nayê û bi ser de jî, nirîna wî li çûn û hatina xelkê bê tirs e; bê şikandina çavan e.
Mirovê di cadê de sekiniye, her çendekî ber bi pencera wî dinêre. Diranê Pîrê tiştekî nêzîkî berkeniyê di riwê wî de dibîne, bi dizî perdeya ku, carina li şûna destmala destan bi kar danî, berdide û di qurzîka qetiya re li wî dinêre; sola wî ya dibriqî çavên Dirên dikolin û cobarên qûmê jê diherikin. Di beyabaneke bê dawî de dimeşe, her diçe cobarên qûmê fireh dibin, nigên wî tê de diçin xwar û hilma germ bêvlan dikizirîne. Stêra ku xwe di ezmên de dişewtîne jî hejmara pinpinîkên kizirandî zêde dike.
Careke din di ber masê de rûdine, piyalên çaya mirdar, rojnameyine kûnde, lekên zêtê û dilopên qehwê riwê cîhana wî nîgar dikin. Baran dereng mabû û xelkên bajêr di nav pêlên tozê de difetisin, ewir dihatin û diçûn, ewrine stewir û dengê mele bi hatina ewran re tûj dibû, ew derdiketin seriyê minaran, girikên nav bajêr, ser sîng û memikên pîrekan û bang hildidan, lê ewrên stewir tîrbûna tozê pirtir dikirin.
Welatên ku bi tozê hatine pêçan û sînorkirin.. Baran jê direve, seg radibin hev û pir zaro seriyên xwe di şerê wan de winda dikin, lîlandina dayîkên wan jî, pir çeman di tabûtên wan ên biçûk de derdikin.
Di welatê ku bi tozê hatiye pêçan- sînorkirin.. ji bilî mirîşkan kes avis nedibû; her diçû rengê daran zer dibû û zarok jî kal dibûn.
Kesên di bin de îro bi ser ketine, li jor – jor in. Ewê ku di rojekê de, li ser bû û pozê xwe bi wê yekê bilind dikir, ketiye bin solên wan; soline dûz û vebriqoyî, ji solên Xwedê jî mezintir bûbûn.
Jinên vî welatî ziman dirêjin, mixabin, her diçe sîng û paşiya wan biçûk dibe zimanê wan dirêjtir dibe.
Dîtina kenê zaroyekî yan nivîsandina çêrokekê; bila hezar çêrok bibin qurbana kenê Stêrê. Ew jî mîna wî biyan bû; bi hev re zoyekî beravêtî dinimandin. Di demên çûyî de, di rojên baranê de, ji mal derdiketin, çav bi baranê tijî dikirin û lêvên miçiqî avdidan. Tiliyên bê nênûk –ji zûde jê re kişandine- têve dide ber lêvên ziwa û tîş-tîşî; çend diran bi tenê di dêv de hêştine.
Ji tirsa ku ew careke din bên kişandin, nênûkên Diranê Pîrê xwe di bin ayarê wî yê kefnikî de veşartine.
Navê wî û dîtina devê wî yê bê diran, dihêşt ew bibe cihê pêkenînê; “Çawa navê teyê Diran be û diran di devê te de tune bin”. Digotin û riwê wî bi xweziya ku ji devê wan dipekî, diwerimandin.
Ew du çivîkên basik şikestî bûn, per jê qurçimandibûn û mîna du mirîşkên kûntazî hêştibûn.
- “Te çima ez hêştim, tu ji min re baran, qehwa sibê û nênûkên pilingan bû. Demên tu di rex min de disekinî, min dikarî şerê xwe di keviran jî bida; ez bi ewir û segan de direwîm”. Radihêje piyala çaya mirdar û lekake fireh di dîwarê hemberî wî de çêdibe. Bi şikandina piyalê re, hinekî laş sar dibe, xwe davêje ser têxt; bihna porê Stêrê û baranê jê diherike, mîna segekî polîsan bêvlên xwe fireh dike û di ser nivînê re digere.
- “Te çima ez hêştim û tu çû, tu ji min re dê û dêw bû”.
Welatê ku mêraniya xwe li ser seriyên cemawerê xwe bibîne û şûşeyan di paşiya rewşenbîrên xwe de biçîne, helbet dê welatê tozê be; baran dê jê bireve û ji bilî zayîna mirîşkan dê tu tişt lê tunebe.
Diranê Pîrê di lêpirsîna ku pêre çêkirine de aşkere got: “Ez ji we ditirsim, di dinyê de tirsa min ji we tenê heye, ne ji Xwedê û dojeha wî, ne jî ji dêwên ku di devên kaniyan de rûniştine. Ez baş dizanim ku hûn karin bihêlin ku ker ji nijada xwe dagere û bêje ez kevroşk im. Ez ne li gorî hilkişandina nênûk û dirana me û ji bizavên têxistina şûşeyan jî bitirs im. Hûn çi bixwazin bila bi ya we be û kî dibêje mast ne reş e bila bê vir. Navê min jî dixînin bin konê kîjan partiyê bila bi ya we be, çend salan min davêjin zindanan ne xeme, bes min dûrî bizavên şûşeyan têvedin”.
Bergerên wî bê guhdan man û heya roja îro, tevî çend sal û bijîşk di ser kişandina nênûkan re derbasbûne jî, ew di bin eyarê kefnikî de veşartî mane û naxwazin derkevin.
- “Stêr, te çima ez bi tenê û rût di vê beyabana ziwa de hêştim, tu leylana kaniyekê bû di beyara jiyana min de”. Ew ji ser têxt radibe û careke din di qurzîka perda qetiya re li cadê dinêre ku hîne ew kes di cihê xwe de sekiniye. “Ev kî ye û çi ji min dixweze”. Dema ew ji piş perdê vedigere û li ser têxt rûdine, ji xwe dipirse.
Bûbû çend salên wî ku reviye vî bajarî û odeyek di banê dîkanekê de kirêkirî, kesên qatên jor tucarî ew nedîtine, mîna mişkan bi dizî û di bin perdeyên şevê de ji odeya xwe bi derdiket da ku sendewîşekî an jî pakêtekê ji dikana di bin de bikiriya.
Di wê kêlîka ku, çav bi pirtûka wî dikevin, ber bi wê quncî ve diçe û radihêje wê, gava wêneyê nivîskêr li aliyê din dibîne, dêv tijî dike û goleke tufiyê di eniya wî de derdike.
- “Giş bi sedema te bû; Te hêşt ku diran û nênûkên min bên kişandin. Bila tu zanibî ku şûşe çidikin; çawa raman û baweriyan ji mêjiyên yekî hildikin. Te ji bona gewdê xwe û hembêza pîrekekê hêştibû bi sedan ên wekî min bê diran û nênûk bimînin”. Ew bi cildê pirtûkê digre û diqetîne; weşandina pelan odê mişt dike û yeko-yeko di bin nigên xwe de dişkîne, wêne û çêrokên wî dipelixîn e.
Di demên wilo de, Stêrê kela wî dirjand; bi seriyê wî digirt û dixist nav zoyê memikan, bihna binefşan ew sersend dikir û heya bi demekê bê deng dima û ji tirsa û ta ku, wan bi hilma xwe nekizirîne, wî heya bi demeke dîtir bihna xwe digirt.
- “Te çima ez hêştim û tu çû, Stêr. Ez ne yê ku, li hemberî leşkerên Sargon şer bikim. Tu ji min re “Bozê Rewan” bû; ez dûr direvîm”.
Ew radihêje pelekî şikestî û dixwîne; “Di rojeke weke îro de, Xwedê ferîştên xwe dişîne ezmanê welêt û ew diyariyên wî bi ser zarokên welêt de dibarînin û bi vekirina devên qutiyên diyariyan re, bombeyên Xwedê di laşê wan de diteqin, seriyên jêkirî hîne devliken in û cobarên xwînê.. ên, dîrokê ziwa nabin”. Bi pelê şikestî digre û davêje hundir xalîdankê; “Bese, te ez daqurdime, ez pelekî payizê bûm û bi bê re difirîm, ew kuva biherikiya ez pêre diçûm, çima tuyê min di riwê bê de biçînî. Di welatê tozê û ewrên stewir de, kê gote te ezê şîn bibim”. Di kêlîka ku dike êrîşî wêneyê nivîskêr bike, ew ji cildê pirtûkê hildikşe û li şûna pirtûka xwe rûdine. Evê yekê hêşt ku hêrsê wî zêde bibe û dît ku ev yeka keyseke wî ye da ku hemû tolên xwe jê vede; erîşî wî dike.
Reqiniya serî û cobarên ku di eniyê de derdibin dighên hev. Destên xwe li stûyê wî dide hev lê tiliyên wî di nav hev re derbas dibin.
- Min zanîbû tu leylan î; derewî û gotinên te jî derewên leylana te ne. Tê bîra wî ku çiqas şev di odeyên qeşagirtî ku bihna kefnikê ji koşeyan difûrî, di nav nivînên bi ken, hêsir û dilopên mîzê de, raman û çêrokên wî dicûtin. Pir caran pirtûk li eniya wî diket, ji xew şiyar dibû û careke din ramanên wî dicûtin.
Milet bi cûtina bênîşt û xwarina dendikan mijûl e da ku bighên armancên xwe di avakirina welatekî aza de û durûşma wan a yekem: Ji her welatperwerekî re tûrik dendik û qutiyeke benîşt.
- Te xêre û tu çima girî şûn de didî, ji hêsrên xwe ditirsî. Ez ne dêw bûm. Tê bîra te ku tu li ser milên min mezin bû û du baskên bazan bi milên te ketin. De rabe ez eniya te dermankim, bese tu wî serî li dîwaran didî, te tu dîwarên welêt nehêştine ku, bi lekên xwînê riswa nekirine.
Sîtila ava qeşagirtî, dihêle laşê ji hevketî di qurzîka oda lêpirsînê de kom ser hev bibe. “Min sare. Çivîkên di nav berfê de, bûn komir.. Baran dereng mayî, hinek av bidin min”. Bi pana ku di nîvê newqa wî de diteqe hêsrek ji çavên D. Pîrê dirje û dengê wî tê birîn.
- Ev bênamûsa çima nabêje ax?! Qey, lawê dêlan, te zimanê xwe di binê diya xwe de ji bîr kirî. Rahêjin wî û bibin odeya firandinê, bila qîr-qîrên wî guhên Xwedê qul bikin. Serok, bi hêrs, dêng li berdevkên xwe dike û bi hêrseke tûjtir, lingê rastê hildide jor û bi ser tiliyên destê Dirên ê rastê de tîne xwar; hestiyên sipî di çermê sê tiliyên wî re davêjin.
Du berdevik bi porê D. Pîrê digrin û li dû xwe dikşînin. Ezmanekî sor bi laşên çivîkan hatiye mêxkirin. Riyeke dirêj, kanîne qîr û tozê di herdu rexên rê de vedibin, çavên reng-rengî jê diherikin, mirovine stûqelaz bi dîwarên ku, di dirêjiya rê de .. daleqandîne. Kelemêşên zer ji alastina kovanan têrbûne û bi dilsarî li dor devê wan dizîvirin.
- Çi gunehên wî hene. Berdevkê oda firandinê dipirse.
- Rojnamevan e. Ew, bi sîngê pîrekan û welêt dilîze. Ev bû çend sal in em ketine pey wî, xewa pir şevan û hembêza pîrekên me, wî ji me diziye. Bi gotina dawî re paneke tijî keser li devê Diranê Pîrê dide û sê diranên wî dişkîne.
- Ez tucarî wê şevê ji bîr nakim, ez di ser sîngê pîrekê de bûm û hîne bi memikên wê şa dibûm, deng bi telêfonê ket û, bi boneya vî dêdêliyî, divyabû bêm mexferê. Eve ew ketiye nav nigên min, min bi serê bavê xwe sûnd xweriye ku vê keysê ji dest xwe bernedim. Dest davêje qayîşa xwe… Herduyên sekinî jî kenê xwe bi kûna wî ya werimî dikin. Bi rabûna berdevkê oda firandinê ji ser pişta Dirên xwîn di paşiya wî re davêje.
- “Te çima ez bi tenê hêştim, tu çû û te baran jî bi xwe re bir. Cadeyên bajêr dengên solên me nasdikirin û hîne li pir kolanan dengê kenê te difire”. Wan çiqas kolan û cadeyên bajêr hene, gav bi gav, pîvane. Destên xwe dixistin ên hevdu û didan dû lîskên baran û çivîkan, heya bi derpiyên wan ên binî dihatin şûştin. Pir caran dilopên baranê ji ser lêvên hevdu didizîn û piştî tazîkirin û demeke dirêj, di nav nivînan de, hevdu ziwa dikirin.
Çima zaro dizên. Kuştin û gorandina mirovan fireh dibe; Ezmanekî nuh ji welêt re gereke, nema perispan bi kêrî yê berê tên û çermên ên gorandî hîne çend perçe bi hev nexistine.
Diranê Pîrê wêneyê dest xwe davêje, dilopên xwînê tu dever nehêştine ku pê nehatine riswakirin. Radibe ser xwe û ber bi quncikê ku kiribû xwaringeh diçe, henefiya avê vedike; bablîsokeke tozê jê diherike. Radihêje paçikê paqijkirinê ewê ku Stêr ê ji ê kurtikekî xwe yê kevin qetandibû, û di der-dora birînê re dibe û tîne.
- “Pîvaz derman e”. Pîra Zîno pîvazeke ji mistekê dipelixîne û datîne ser eniya wî; “Meymûn, te li piş kerê çi dikir”. Çend pîrekên rûniştibûn çavan dikin hev û kenekî toxmî li ser wî dibarînin; “Evqas pîrekên birçî di gund de û tu derî piş kerê, wê tukêmasî nekiriye dema eniya te şikandî”. Diya wî bi riyên xwe digre û wî li dû xwe dikşîne mal.
Kesê di cadê de sekiniye, hîne di ciyê xwe de maye, Diran bi dizî perdê ji ber çavên xwe yê werimî bi dûr dixe; “Rûyê mirovan wek hev in lê ew bi solên xwe ji hev cuda ne”. Sola wî di bin tîrên demsala payîzê de dibrûsin.
- “Solên wan jî mîna rûyên wan dûz û paqije. Ew çawa, zû-zû, karin lekên xwînê û perçên eyarên mirovan bişon?!. Qey ew gihîştine tiştekî ku, karibe her lekeyekê bişo, heya hêsrên mirovan jî ziwa bike”.
Soleke fireh bû, têra welêt tevî dikir; bajar û kesên wê, tevî mizgeft û cadeyên bajêr, ezman û barana reviyayî, zarok û çivîkên serjêkirî, evîn û yaran.. Xwedê jî dikarîbû ji xwe re cihekî di wê solê de bibîne.
Wî davêjin hembêza solê, nigên wî mîna benikekî rizyayî di du qulikên solê re dikşînin, ji xwêdan û lekên xwînê, eyar bi çirandina pantiron re diterişe û weke du guhên bel bi eniya solê ve li ba dibin.
- Ev çovên di ziraviya tiliyên wî de we dîn e, divê weke stûnê nîvê konên koçeran, di bin nigên wî de stûr bibin. Enî, zik, çav.. nebêjin ev der bive ye em lê nexînin. Gereke ew bêje: Ax, ew bifire û qêrîna wî bighe serok”. Berdevkê odeya firandinê dibêje herdu berdestên ku Diran anîbûn, û tiliya xwe berve gurzeke çovên hinaran ên ter dirêj dike.
- “Çerm û hestî yên me ne û goştê wî yê te ye”. Bav dibêje mamoste û destê zaroyê xwe dixe nav lepên gur.
Xwêdan di ber nigên herdu berdestan re davêje û yek dilop jî ji banê oda firandinê diweşin.
- Kurê segan, çima deng ji te nayê. Dergevan dêng li berdestekî dike ku devê wî veke û zimên bikşîne. “Çima li derve zimanê we dirêj e û hûn bes dighên vir, hûn di paşiya diya xwe de ji bîr dikin”. Şivika hinarê ya ter di zimên de dûz dike û nîvbirî dike, çend dilopên xûnê dipijiqin ser rû û solên wan. “Tufî, çi xwîneke pîs e… Lawê dêlan, bi hezaran ên weke te di vir re derbasbûne û tevan bi zimanên xwe solên me alêstine. Wan ji bo cixareyekê derpiyên pîrekên xwe ji me re sistkirine. Qey tu ji tevan çêtirî”. Kuzotên êgir di kezeba Dirên de vêdikevin û guloverên sor ji çavan difûrin; di wê baweriyê de ye seriyê wî qelaştine û komeke kuzot avêtine nav mejiyê wî. Ew piştî demeke dirêj pê hest dibe ku hêlika wî ya çepê perçiqandine. Qîrîn û hatina serok dighên hev.
- We sipas dikim. Wî vegerînin oda bi tenê û herin solên xwe paqij bikin. Ewî got û bi hêmeneke sar cixare xist devê xwe û bi xweşî nefes berdan.
- “Tu ji min re derya şîn bû û çavên te du kelekên şikestî bûn, ji mêj ve li kelekvanekî digerîn”.
Di rojeke payîzê de -demsala herî bi tenê li welatê tozê- di demên ku hîne yek ewir baranê di ezmanê welêt re diborîn, Diranê Pîrê sîngê xwe ji tava baranê re vekiribû û dabû dû dengê lehiyeke ku di bin erdê re diherikî. Ew jî bê sîwan li ser riya zanîngehê bû. Çend şofêrên servîs, zemûr û dilên xwe jê re vekirin, li şûna ku ew destên xwe bavêjin fîtêsê, gunên xwe yên werimî misdidan.
Keçeke dirêj û zirav e. Porê wê yê reş û baranê ketine cirîdeke rewan; ka kî dikare bêtir rêşiyên xwe bi ser pişta wê de darivîne. Çakêtê cild û pantironê cênz nikaribûn rê li ber şilbûna derpiyê wê jî bigrin. Mîna geyîkeke asê serî hildaye, her çend gavan, carekê xwe bi banî de çen dike û şiqinên darên di ser rê de dihejîne; dihêle misteke din e baranê bi ser de bibare.
Baranê bibar bibar
Delalê bibar bibar
Qirika genimê me xwar
Sêwîka serî yê hev xwar
Hezar şev û şiv ji bo misteke goşt û gurzeke por dişewitand. Pir şevan, piştî demeke dirêj û bê xew, di nav nivînan de dipirpitî, ewkê xwe diguvaşt û xweziya di tîrbûna mêst de tufî kefa dest dike, hezar zinar ji ser pişta wî diherikîn.
Kesên bajêr bûne du perçe; perçeyek bi xwe û “kenê şeytên” de ketî û yê din bi dûketin û binçavkirina vî perçeyî mijûl e.
Dîtin û naskirina keçikê ku, li kîjan fekûltê dixwîne hêştine Diranê Pîrê ji mamosteyekî bêtir li zanîngeh û çayxanên wê bête dîtin. Tiştê din ku dihêşt ew bêtir li wan deran bête xûyakirin, naskirina hinek şagirtan jê re û her diçû ew bi gotina; “mamoste” diwerimî. Lê evê yekê jî nedihêşt ku ew, mîna zaroyekî, li pey Stêrê, di nav riyên gulîstana zanîngehê de, nebeze.
Ewqas roj, hezkirin, cûtina gotinan û qîr-qîrên wî di civatên bi xwe re, eger di heyameke sayî de rastî wê bê dê bi geza sîngê gihîştî bixwe, devê tijî gotin vala bike û zimanê ku ji hezar salan ve pûçbûye bike lîp-lîpokê maran. Lê gava Stêr di jorî wî re disekine, mîna mêxekî bi danîştokê ve tê mêxkirin.
- Ezê heta kengî di jorî te re bisekinim û tu yê nebêjî min keremke, rûne. Hin caran ez dixwezim ez kilasîkî bim û law bidin dû min, ez cihê dilxweziyên wan bim. Keçika por sûlav rûnişt û gotinên xwe ji xwe re, ji masa ber wan, ji wî û dîwarê çayxana zanîngehê re, ne ji kesî re digotin û bêyî ku ew çavên xwe ji kitika ku, dide dû pinpinîkê bibire, careke din, deng pê dikeve: “Ew girt, biner çawa pê dilîze û herdu jî bi vê yekê şa ne”.
Bûdeliyeke fireh bi qasî riwê Dirên li ser rûdêmê wî belav dibe û berkeniya wî ya zer hîne bêtir beloq dike. Ev hest mîna eyarê wî bi canê wî ve digre û her diçû kûr û kor dibû, ew jî pê re biçûk û qelstir dibû.
- Tu nuha ji xwe dipirsî ka ev çi keçeke aza ye. Bi şêw û durvê min nexape; ez bi vê yekê qelsiyên xwe vedişêrim. Lehengên ku em wêneyên wan bi sîngê xwe, ên odê û welêt ve dadileqînin, ji hemû aferînên Xwedê tirsoktir bûn; bi boneya ku tirsa xwe veşêrin û kes riwê wan ê zer-beravêtî nebîne, ew derketin jor. Çima tu cêntilman dernakevî û naçî qehweyekê ji min re nînî, te hêştiye ez baxifim, gewriya min ziwa bû.
Bihina qehwê û kişandina cixareyekê sîngê wî û nîgara çayxanê fireh dike. Ew bala xwe dide tiliyên top yên ku cixare di nav de natebite û tê derdixe ku ya li hember wî rûniştî yeke agirnok e.
- Te negot ka ez çi dixwezim. Çima gava hûn bi pelan re rûdinin, gotin di mejiyê we de li hev dixurcilin, her yek ya din têve dide da ku ji berî wê derkeve, lê gava hûn bi yekê –ji me- re rûdinin, hûn dibin kewê Evdel. Min jî weke pelekî li pêş xwe bijmêre û gotinên xwe bi ser min de velûke. Gotina dawiyê, hinekî madê Dirên li hev xist; Tu çima zer bû. Qey hestên te evqasî tenikbûne. Ev tişt di nivîsandinên te da netê dîtin’ nivîsandinên te tijî kêz û kurm û verîşî ye.
- Ez naxwezim ew bighên fincana mina qehwê û riwê te. Ji bo pirsa te jî; ka tu çi dixwazî. Eger ne îro be, siba tuyê ji ber xwe bêjî, tu çi dixwezî.
- Tu ji xwe razî ye. Tu di wê baweriyê deyî ku emê siba jî hevdu bibînin.
- Çima na. Keçik fincana xwe dide aliyekî û ji ber masê radibe, sipasiya wî dike û ji çayxana zanîngehê dertê.
Roja din, hine zaro li ser riyên dibistanan tiliyên xwe yên zirav misdidan –da ku karibin di bin çavên mamoste de xwe ji hev dûr nexin- deng bi deriyê wî dikeve; “Ev çend salên min in ku min ev odeya ser dîkanê kirêkiriye û min hîne negotî tukesî: “Kî ye evê li derî dide”. Bêyî ku bighê û çavan bişo, berve derî diçe.
Bihna gulan û keçikan buhşteke bê sînor e. Dîkê ku, li ser sêrgo jî bangil dide, bihuşta xwe bi ya Xwedê naguhêre. Vekirina derî dihêle baxeke gul derbasî odeya wî bibe. Ev cara pêşî ye bihna gulan ji odeya xwe dike. Wî ji zû de, carekê, gulek kir dest xwe û ji keçika ku, di balkona hemberî wî de disekinî re anî, lê dema xwast jê re bavêje, keçik reviya û bi tirs deriyê ser balkonê girt hêşt ku Diran rahêje soleke xwe ye kevin, bi dîwarê odê ve daleqîne û ewê gulê tê de biçîne. Ew roj- ev roje ku, careke din ber bi firoşên gulan ve binêre.
Bazirganek gulên bajêr tevan dikire û li ser riya firoşgehê û hotêlê rêdixe da çavên wî ji bilî gulan tutiştî din nebînin û gava dilbijek dest davêje gulekê ji wan gulan ku, diyarî dilbera xwe ke, sê tiliyên xwe di nav baxê gulan de winde dike û dilopên xwînê ji gula sipî dadirivin.
Hejmara bazirganan kêm dibe û yên kûndeyan her diçe zêde dibe. Ew bi hemû tiştên dinê mijûl dibin; dikirin û difroşin, mirovên reng-rengî, ji cotar û mamosteyan, nivîskar û qewadan, mirîşk û roviyan.. hemû tişt di çarşiya wan de dihate bazarkirin. Rojekê bazirganekî gurzeke kilît kiribûn dest xwe û di nîvê bazarê de bang dikir; “Werin kilîtên bihuşta Xwedê”. Eger wî bixwesta karîbû bi guhên Xwedê jî bigirta û baniya li bazarê bifrota.. Lê camêr hinekî rûmeta xwe digirt.
- Ez ji te hez dikim. Bi baxê gulan re, hevoka çûye diyarî wî dike û dihêle Diranê Pîrê têkeve bin xeyalan, çavan bikole. Lê ew e; keçika duh e û li ber deriyê wi ye, ne di xew de dibîne. Bi vekirina destan re, Stêr xwe davêje hembêza wî, hêsrên Dirên bi porê wê yê reş re dikevin cirîdeke rewan; ka kiyê berî yê din xwe bighîne sîngê wê; gelî û herdu girên dorê avde û bihêle şînkayî, bê tirsa ji tozê, serî hilde.
- Ev bû çend rojin ku ez ji bo te li zanîngehê dewamdikim. Keçik dikene; tu bi min dikenî ku ji bona keçeke di temenê zarên min de, digrîm.
- Na, ez bi xwe dikenim ku çawa, her min dikir ez bêm cem te û bêjim; Ez ji te hezdikim, kabokên min sist dibûn û dilê min mîna çivîkeke serjêkirî di sîngê min de dipirpitî. Vê yekê dihêşt ku, ez ji xwendin û dostên xwe, ji dê û bav… ji hemû tiştî birevim odeya xwe û derî li ser xwe bigrim da ku, karibim bi rihetî bigrîm, heya gihîşt vê rojê ku hêsir di çavên min de ziwa bûne. Çima ez zû nehatim.
- “Tu dereng hatî û zû çû, Çima”. Bê hest li ser dêv ketiye û çend mêşên zer berî devê bi xwîn kirine. Dema cerdûn pelika guh jêdike, ew bi zorê di qurzîka çavê werimî re li wî dinêre; “Ez karim ya te fêmbikim ku tu ji birçîbûna re guhê min gezdikî. Eger ez li serhev bama û min tu bigirta, minê tu bi xwara. Bes ka bêje min, çima evên din dixwazin, hino-hino, çinîkên goştê min biqetînin bêyî ku ew birçî mabin”. Wî xwe bi dev cerdûn de berda; Erê carekê ji carên girtinên wî, ew xistin korta avrêjê û heya ber bi dêv jî gû bilindbû û cerdûnan ji vir û wir êrîşî seriyê wî kirin û pir şan, heya bi nuha jî, jê re hêştine. Lê îro ev cerdûn li ber dilê Diranê Pîrê dostekî pir zîzbû; aferîdeyekî din, du çavên din di wê valahiya beyabûn ê de dilivîn û tenêtiya wî û bê dengiya zindana wî dişkand.
- Tu dizanî ku cîhan bi qaliqê pîvazekê ye, kûndeyek e; her rojekê di hembêza yekî de derbas dike û koma qoqên zaroyan bilind dibe û dibe. Ez zanim ev nirîna te ya bi qehir ji bo çî ye; çima ez hişê xwe naxînim seriyê xwe, çiyê min ji azadîyê heye, ew ne dê û yara min e, ne jî ewrekî baranêye ku, stûyê min di bin de bişkê da ku wê bi ezmanê welêt ve girêdim. Erê ez vê dizanim û bi şev û roj min digote vî seriyê hişk lê tutişt pêve nediçû; tiştekî nedîtî, êşeke zirav di nîvê dilê min de nedihêşt ku ez ji bo azadî, welêt, baran û Stêrê nestirêm. Tu yê çi bêjî, ez mirovekî sersam im, bê hişim.. bes ne bê rûmet im û eger tu bawer nakî ji segên berdayî bipirse. Erê min pir sîng mêtin, destên min ketine bin pir derpiyan û heya keçikên ku, nuh seriyê gupikên wan di pişkivîn jî min gezkirine, bes dilxweşiya min ewe ku, min ev giş bi hezkirineke sayî û dilsoz dikir.
Kûndetiya mirov ew e ku bê hezkirin meya sîng binoşê, belê ji wir tê.
Diranê Pîrê dûr difire; ezmanekî bi ewrên tozê dagirtî, çivîkên serîjêkirî bê rênasîn di nav de difirin û segine bi baskên xwe yên pola wan niçîr dikin. Ew di nav gulîstaneke mîrî de dimeşe, gul, binefş û nêrgizên reng-rengî ku di qoqê mirovan de çandine, dora qesra mîr dixemlînin û zurbeya segên ku qesrê diparêzin bi hestiyên wan dilîzin û dalêsin.
Zaroyên mîr jî, qoqek kirine gokê lîskê û davêjin hev. Çar hezar pîrekên mîr, li benda wî, şevên payîzan dêjmêrin. Lê riya wan dûr e; şeva ku wî di nav nigên xwe de, mîna segekî ku xwediyê wî hestiyek avêtibe pêş, bibînin, nedihat.
- Jiyan xew û xew e, divê milet hertim di xew de be. Em xewnên sor, aravî û reng-rengî ji we re dixwazin û em ji bo xew û xewnên we xew nakin, bi şev û roj dixebitin da ku em xew û xewnên we biparêzin. Ê ku şiyar bibe, emê çavên wî biperçiqînin, birjînin; ne ji ber ku ji lêdan û hingavtinê hez dikin, em nekesine Sadîst ne. Em wilo dikin da ku ew di xew de bimînin û xewnên reng-rengî ji dest wan neçin. Ma yê ku, tim û tim di xew de be dê bi çavan çi bike, ji bilî toz û şelmûtê bên tijîkirin, çima ewê çavên xwe bi beyaban û ziwakirina mirovan bêşîne. Qey hîne hêsir di çavên we de mane da em ji we re ziwabikin. Gava deng bi kesî nakeve, serok bi pozbilindî dide pêşiya berdevkên xwe û ji ode ya miriyan derdikeve.
Şiyar dibe, nîvmirovek mayî; destê rastê pûcbûye. Pêşî gumankir ku ew xistiye bin seriyê xwe û wa xewa dirêj, mîna ên şikeftê, hêştî pûç bibe. Lê dema dît ku ew ji gurmikan ve dileqe zanîbû ku hatiye hilkirin. “Mirov bi destekî jî dijî. Erê ez nizanim bi yê çepê binivîsim, lê ne piroblemeke mezin e, di çend rojan de ezê hîn bibim. Wan gote min ku, destê rastê pîroz e. Diya min jî ev hevok, bi şîrê xwe re, berdabû damarên min. Lê ezê ji vir û pêve bikim ku yê çepê jî pîroz be. Ma qey nîvê çepê bi destên Iblîs afiriye”. Rabûna wî ya ser-xwe, dihêle cerdûn xwe di korta avrêjê de veşêre. Cihekî çarkoşe ye, mitro bi mitrokîye û banê wê ne jê bilintir e, di nîvê wê de qulika avrêjê ye; Di rojên çûyî de ew negerek wî bû, heya bi sola wî ya bê benik jî tijî xûn û gû bûbû û bi kêra berberan jî ta nikarîbû cilên wî jê bikrana; ji gilîz, xûn.. û gû, ew pêve bûne şima.
Ew destê xwe yê çebê dide bin henefiya avê û gava dixwaze rûdêmê xwe bişo, tiliyên wî di qevîştek û kortan de winda dibin. Hin birînên laş hîne xwîn jê dixilxile û hinek jî ji demeke nêzîk ve dev miçiqîne..
Çend çilpikên xwînê di korta avrêjê werdibin, destê çepê davêje bin guhê xwe ku nîviyê wî firiye. Wî dikir ku hinek lomeyan ji cerdûn bike, lê vebûna derî û reqîniya ku, bi eniya wî dikeve hêştin ew lomeyên xwe bide şûn.
- Tufî. Bihna te ji ya avrêjê genîtir e. lawê kûndê. Qey te xwe neşûşt. Wî bizavên xwe kiribûn da xwîn û gûyê hişk ji xwe bike. “Xelk gûyê hişk jî bi me re ve dike”. Dema ew ji bapîrê xwe dipirse dê; çawa yek karibe wilo bike, kalemêrê rihsipî xwe rast dike, tu dibêjî ku qey ew ji hezar salan ve li wir danîn e da ku wê pendê şirove bike; “Kurê min, ji bo ku bi teve bikin ew dikarin gû di devê xwe de bicûn û pur ser yekî kin”.
“Wan gûyê min bi min ve hişkirin e bapîrê min, û me fêmkir ku, ew karin gûyê hişk bi me ve bikin. Ma ne divê rê jî hebe ku, yek karibe ji xwe bike”.
Ji wê rojê de, Stêr her roj mêvana wî bû, bi dizî dikete odê û bi dizî jê bi derdiket. Hatina wê, di devên xelkê bajêr de, bû çêrok. Mêrên wê cadeyê, di xewnên xwe de, yek li dû yekî bi Stêrê re difirîn û postikên xwe yên kefnikgirtî dişewitandin.
Ew dikeve pêşiya şandekê serok û di riyeke dirêj, di nav odeyên girtiyan û xewnên wan ên vemirandî re, dilezînin. Di navbera her çend gavan de, panek li kerika kûna wî dikeve; “Eger te dît panek di pişta te de derbû, zanibe ku tu yê pêşî yî”. Kenê wî dihêle şandek hartir bibe û bi ser lêdana panan de, bi çend gezan, birînine nuh di pişta wî de der bike.
- Keremke mamoste, rûne. Derbasbûna ode ya serok û dengê wî dihêle ew derbasî cîhaneke biyan, dûrî rewş û sincên zîndanê, bibe.
Bi gotin û şana serok re, xwe dide ser danîştoka di hemberî masa wî de; di nîvê odê de û dûrî masa wî bi çend gavan di danîştokê de dibe qufik. Piştî kurte demekê û bêdengiyeke bê dilovan, çavan li derdora xwe digerîne. Cara pêşîn çav bi keskayî û guline reng-rengî dikeve. Dawiya dawî ber bi cihê serok dinêre, maseyeke di rengê qehwê de, li ser wê pir dûsê û pênûs danîne. Kesê di piş de rûniştiye pêncî sal derbas nekiriye, riwekî paqij û bê tirs, li ser lêvên wî bermayiya maça pîrekekê, ku hîne ziwa nebûye, dibîne.
- Tuyê cixareyekê bikşînî. Bi gotinê re radibe ser xwe, radihêje qutiyeke bi zîv nîgarkirî. Dema devê wê ji hev dike, mûzîka cejnên sersal û zayînê jê dadirive û bi hesteyekî zêrî, cixarê jê re pêdixe. Piştî kişandina çend gulmên dû, serok bayekî reş ji ber xwe berdide û çend laşe di odê de şîn dibin. “Pênûsa te bi te re ye”. Pirsa serok dihêle D. Pîrê pênûsa xwe bide dest wî. “Te bi vê pênûsê, ew gotar nivîsandin e”.
- Kîjan gotar. Pirsa Dirên dihêle riwê serok bête guhartin.
- Lawê dêlan, ezê nebêjim kîjan gotara. Kulmekê di devê wî de diteqîne û dihêle çend diran ji dêv biweşin; “Dema nuha ez pênûsa te di kûna te ve kim tiwê zanibî kîjan gotara”. Qêrîna wî deriyên dojehê li ser Dirên vedike û sê segên berdayî êrîşî ser wî di kin; bihna xwînê wan bêtir har dike.
- Ew çavan di odeya nuh de vedike, hersê segên berdayî westayî ketine. Dîwarên odê ji lekên xwînê û perçeyên eyar û mûyê mirovan hatiye avakirin.
Riya bihuştê di nav nigên pîrekê re diherike, deriyê dîrok û azadiyê ye. Dema tukes, rê û bawarî bi kêrî wê netên, ew destê xwe li nav nigên xwe dixe û dibêje; “Tu dergeha jiyanê yî”.
Stêr dide ser riya zindana ku, Diran têde hatî binçavkirin.
- Te çima ez buha kirîm û xwe erzan firot. Dibêje wê û seriyê xwe dixîne hembêzê. Giriyê wî kaniyên ziwa derdikin.
Dengê zemûra tirumbûla serok, Stêrê ji ezmanê wî tîne xwar. Ew bi tenê, di odeya ku cobarên tozê tê de derdibûn, hêştin.
Ber bi perdê dinêre, bi nirîneke xemgînî lê bê tirs li wêneya wî dinire û ber bi pencerê ve dimeşe, perdeya ku, kefnikê serî tê re hildayî diqetîne, bi bazinê pencerê digre û wê li ser asoyekî ku, bi ewrên baranê dagirtî vedike û hêdî-hêdî dengê wî bi stiraneke zaroktiyê re bilind dibe:
Dê wernê lê baranê
Baran barî bi zimbîla
Zikê erdê kir mîla
Xalî li ser ê ……

Cindirês 1999


 

 

 

 

 

 

 

 

 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE


 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE