Şecerudurr
[Dara Durreyan]
(1257
Zayînî koç kiriye)
Padişaha dawîn di Dewleta Eyûbî de li Misirê
Cankurd
Şecerudurr
cariyek ji cariyên Necmiddînê Eyûbî
[ Sultanê Elsalêh]
bû. Tê gotin, ku ew
Ermen an Çerkez bû, hinek jî dibên ew Turk
an Romanî bû… Navê wê
hinde caran Şeceretudurr tê
nivisandin. Lê guman nine, ku
ew di malbata
Eyûbiyan de hatiye fêrkirin û xwedîkirin.
Ew di dûrokê de
wek jinek zana, jêhatî û çeleng tê
diyarkirin. Ev cariye
ewqas li ber dilê Necmiddînê Eyûbî
giranbiha bû, ku ji xwe re wek jinek ji
malbata Eyûbiyan jimartibû û li xwe
markiribû. Kurekî wî ji Şecerudurr
pêda bû, nave wî Xelîl bû, û lew
re ew bi navê "Diya
Xelîl" dihat naskirin.

شجر الدر (شجرة الدر) –
Şecerudurr
Dûroknasê navdar Ibin Texrî Berdî
pesna Şecerudurr dide û dibêje, ku
ew jinek older,
xêrxwaz, destbol û serekek mezin bû di dilên
gel de û hinek dibistan û weqfên wê yên xêrê
û qencekariyê hebûn.

المدرسة الصالحية في مصر-
Dibistana Salihî li Misirê
Li ser pereyên dewleta Eyûbî di dema
Şecerudurr de wilo bi Erebî hatibû
nivisandin:" Elmuste'siye Elsalihiye,
padişaha musilmanan dayika Xelîl mire
bawermendan".
Li dora vê nivîsê
jî ayetek Qurana pîroz hatibû neqişkirin, ku
di nav de "Laîlaha îllellah, Mihemmed
Resûlullah" hebû.
Elmuste'siye:
Bo pevgirêdana wê bi xelîfeyê Musilmanan re:
Elmuste'sêm Bîllah li Bexdadê.
Elsalihiye:
Bo pevgirêdana wê bi mêrê wê yê koçkir
Elsalih ê Eyûbî.
Mîrê Bawermendan: Bo xelk bizane, ku pey wê
kurê wê Xelîl wê bibe padişahê
Musilmanan.
Mîr Necmiddîn bi fermana bavê xwe [Sultanê
Elkamêl] bû dizdarê keleha Kîfa
(Hesen Kîfa) li bakurê Kurdistanê.
Li wir nûçe gihanê, ku bavê wî birayê wî yê
biçûk, Seyfuddîn Ebû Bekir [Elmelîk
Ela'dêl] amade kiriye
bo standina
deselatdariyê di dewletê de.
Wek çawa di demên berê
de, Koroşê Farsî deselatdariya birayê
xwe Erdeşîr nepejirandiye, wilo
Necmiddîn jî ji deselatdariya birayê xwe
hosan bûye. Tê
gotin, ku birayê wî kesekî xûngerm û ne
hişmend bû, lê diya wî li ba dilê bavê wan,
Elmelîk Ela'dêl, ji diya Necmiddîn
hezkirîtir û nêztir bû.
Mîr Necmiddîn
biryara xwe da, ku vegere Misirê û nehêle
deselatdarî têkeve destê birayê wî.
Dewleta Eyûbiyan di wê demê de ketibû
nav du agiran: Ji rojava ve dîsa Xaçperestan
bi hîviya mirina Sultanê Elkamêl bûn
û diranêd xwe qîç dikirn, û ji rojhilat û
bakur ve hêrişên hov ên Mongolan û
Turkan dest pêkiribûn.
Mîr Necmiddîn, li gel wî jina
wî Şecerudurr,
zarokê wan ê biçûk Xelîl û komek ne
mezin ji leşker û şervanên Memalîkan
ketin rê û berê xwe dan Qahîrê,
paytextê dewleta Eyûbiyan li Misirê.
Di nav wan Memalîkan
de (Bîbers, Mue'ziddîn Ipek, Qelawûn û
Aqtay) hebûn. Rewşa wî wek yê
sepetek mar li gel xwe dibir û dim mala xwe
de mezin dikir. Li nêzîka keleha Kerkê
li Urdunê, leşkerê Dawûd,
Elmelîk Elnasir ê Eyûbî,
ku kurmamê "pismamê" Necmiddîn
bû û ji aliyê bavê wî ve bûbû padişahê
Kerkê, Şobekê û kelehên dî yên Urdunê,
hat rê li wî û peyrewên wî girt. Elmelîk
Elnasir pismamê xwe girt û tev li
peyrewên wî, jin
û zarokê wî, destegîr kir. Nûçe
bo pismamê xwe,
Elmelîk Ela'dêl ê Eyûbî li
Misirê hinart û ji ber girtina Necmiddîn
ve text û taca welatên Şamê ji wî
xwast. Di wê navê de 7
meh derbas bûn. Di zindanê de
Şecerudurr alîkariyek nefsî ya mezin
bo mêrê xwe kir,
nehêla, ku hîviya wî di azadiyê de jar bibe.
Şecerudurr pilanek
bo mere xwe rest
û bi zûkî ew pilan bi cih anî.

- Keleha Kerkê
قلعة
الكرك
قلعة الأكراد –
Keleha "Elekrad"
Pilana wê ew bû, ku mêrê wê bi Elmelîk
Elnasir re, ewê, ku di zindana wî de ne,
bigihe peymanekê bi wî terzî, ku
Necmiddîn biçe Qahîre û
deselatdariya dewletê ji dest birayê xwe
derxîne, Elmelîk Elnasir jî bibe
padişahê Misirê û nîvê xeraca "hatina"
Şamê ji xûkê "pacê" di destê xwe de
bihêlê.
Li gorî wê pilanê Necmiddîn, jina wî
Şecerudurr, zarokê wan
û peyrewên
memlokî hatin berdan û çûn Misirê.
Li Misirê Necmiddîn
bi zûkî deselatdarî ji destê birayê xwe,
Elmelîk Ela'dêl, derxist.
Ew girt û xiste
zindana keleha Selahdîn li Qahîrê.
Şecerudurr
bi mêrê
xwe re karê birêvebirina dewletê dibir.
Tê gotin, ku Şecerudurr ciyê wî bi
hêjayî digirt, dema ew
bi cengên li welatê Şamê mijûl dibû.
Bo sultanê Elsalih ji jinên dî lawên
ji Tûranşah mestir tune bûn, û diya
Tûranşah ji Şecerudurr ne bi
hêztir bû, û li ber dilê wî ne bihatir bû,
lew re Şecerudurr dikarî zora mêrê
xwe bi asanî bibira û gelek karên wî yên
şahanî jî ji dest wî bigirtana.
Di wê nave de, şahê Firensa, Liwîsê IX,
gelek nexweş ketibû.
Wî soz kiribû, ku gava
carek dî sax bibe, ewê biçe "cîhadê"
dij bi Musilmanan û wê bizava xwe bike, ku
Qudsê ji destê Eyûbiyan
derxîne. Di wê demê de şikestina
Ewrûpiyan li hember sultanê serkeftî,
Selahdînê Eyûbî, di şergeha Hittîn
de, ku wek şikestina leşkerê Hitler
di Stalîngeradê de ye, pir dilê
Papaz û padişahên teviya wan êşandibû û
Xeçperestan gelek giranbuhayî dida şervaniyê
û standina Qudsê.

معركة حطين –
Şergehê Hittîn
Papazê Filehan, Anosêntê IV
piştvaniya wî bi germî kir, û nûnerên xwe
hinartin ba padişahên Mongolan, da bi
hev re hêrişan, ji Rojava û ji Rojhilat ve
bînin ser dewleta Eyûbiyan.
Tê gotin, ku padişahê almanan, Fridrich ê
II nûçeya livîna Xaçperestan û peymana
wan bi Mongolan re gihandibû sultanê
Elsalih ê Eyûbî, ji ber ku wî dizanî,
ku Mongol wê ziyanek mezin bigihînin
Ewrûpa, gava ewan Rojhilata Navîn
bistînin.
Sala 1249ê Zayînî hêrişa şahê firensî ji
Mersêliya de dest pêkir.
Bêtir ji 50.000 şervanên Xaçperestan di bin
alaya Liwîsê IX de civiyan, û pêşiya
leşkerê wî de du birayên wî hebûn: Şarl
du Anco û Robert du Arto.
Hîngê mêrê Şecerudurr,
Elemlîk Elsalih, nexweş ketibû, lê dîsa
jî navenda xwe ya rêberiya leşkerî li
Mensûre vegirt, û li ser daxwaza
Şecerudurr mîr Fexriddîn kiribû
berpirsê berxwedanê li hember Xaçperestan.
Şecerudurr ji
mêrê xwe yê nexweş re sond xwar, ku ewê
pişta Xaçperestan bişkîne û wê nehêle ewan
nave mêrê wê li erdê xînin.
Şahê Firensî Luiseê nehemîn
الملك
الفرنسي لويس التاسع
Lê diyar e, ku qeder karê xwe bi pîvanin dî
dike.
Mêrê Şecerudurr di
wa berqefa teng
de koç kir diyarê rehmetê. Şecerudurr
nehêla nûçeya mirina wî derkeve, da mîr û
malmezinên Eyûbiyan li ser dêrîn û
şûnmakên şahanî nekevin pevçûnê û da neyar
dilgerm nebin û leşkerê Musilmanan diljar
nebe.
Şecerudurr
termê mêrê xwe bi keştiyekê di çemê
Nîl re
şand keleha Errewde
li
Qahîrê.
Ji toxtiran xwast, ku roj bi roj derbas
bibin odeya wî ya şahanî, weku
ew serlêdana wî
dikin, û roj bi roj name û fermanên bi
şeqleya şahanî, li ser navê mêrê wê ji qesrê
derdiketin, da guman li ser fewtkirina
Elmelîk Elsalih çênebin.
Mîr Fexriddîn û mîrê xesekiriyan "xulamên
ku hatîne xesekirin bo
berdestiya xatûnan bikin", Cemaliddîn
Muhsên, dizanîn çi bûyerek mezin bi ser
dewletê de hatiye, û tenê wan veşartoka wan
rojan dizanî û diparist.
Bi Şecerudurr a dilsotî re wefadar û
dilsoz man. Lê
belê guman û pisepis li ser nediyarbûna
padişahê Eyûbî belav bûn.
Şecerudurr
li rewşa xwe heşar "hişyar" bû, ji
ber ku kurê wê Xelîl hîn biçûk bû,
yekser biryara xwe da, ku mîr Xiyasiddîn
"Tûranşah" ê Eyûbî,
kurê mêrê xwe ji Şamê bîne û
deselatdariyê têxîne destê wî, tevî ku
ew kurê hewiya wê
bû. Bi lez nûçe hinart
ji wî re, ferman da hemi kesên berpirs, ku
sond bixun li ser serîçemandinê ji
Tûranşah re.
Di camiyan de, gava xutbeya roja Inê dihat
xwendin, navê wî wek padişahê rêbazî yê
Misirê dihat lêvkirin.
Di navbera mirina sultan Elsalih ê Eyûbî
û hatina mîr Tûranşah ê Eyûbî de 3
meh çûn.
Şecerudurr kar û bare dewletê di wê
navê de bê jarbûn û bêwestan bi rê ve dibir,
bê ku neyar bi tunebûna sultan agahdar bibin.
Eve bi rastî ne asane, û bi taybet di dema
şer û pevçûnan de, ku mirina padişahekî
carina mirina dewletê bi xwe re tîne
an dibe egera
şikestina leşkerê wî di cengê de.
Berî mîr Tûranşah xwe bigihîne
leşkergeha Mensûre, Şecerudurr
hemî pilanên bo
şikandina leşkerê Xaçperestan ê gelek mezin
û bi hêz amade kiribûn, û leşkerê xwe bo
pevçûnek mezin bi wan re germ kiribû.
Şecerudurr
teknîkên Eyûbiyan baş dizanîn û tirsa
wê ji hêrişkarên fileh tune bû.
Dema cengê dest pêkiriye,
wê çavdêriya cengê li nêzîka Mensûre
dikir û bizavek mezin jî dikir, ku gelê
Musilman bi leşkerê xwe re alîkariyê di
cengê de bike.
Şecerudurr
termê mêrê xwe di herêma Elnehasîn de
li Qahîrê çalkir, lê belê wê baş
dizanî, ku bi mirina wî re wê bad û bahozên
hêzdar bi ser wê de bên, ji ber ku padişahê,
ku wê aniye ser textê Misirê, Tûranşah ê
Eyûbî, wek hatiye belavkirin, meyxur û
civiq bû, karê xwe nizanî bi şêweyekî baş bi
rê ve bibira û çavên wî li teviya dêrîna
bavê wî bûn. Di zikê du mehan de derdora xwe
tev bi xwe re kir neyar, gef û gurr dan jina
bavê xwe Şecerudurr, zorbaziyek mezin
li xelkê kir, berpirsên dewletê yên Turk
bi dûrxistin û bi ser de jî Memalîkên
zireyî "beh'rî" tev ji xwe xeyidandin.
Bîbersê bi hêz
seriyê xwe li ber wî danexist û ji xwe wan
Memalîk li delîveyek weha digeriyan,
ku deselatdariyê ji dest Kurdan bigirin.
Bîbers dema
delîve dîtiye Tûranşah yekser kuşt.
Dema ku Xaçperest gihane bajêrê Mensûre,
dîtin ku bajar vala ye.
Wan guman kir, ku Musilman tev ji ber wan
reviyane, lê wan nedizanî ku leşkerê
Şeceretudurr li ber Farskorê xwe
ji pevçûneke mezin a xûnî re amade kiriye.
Ji nişka ve desteyek Xaçperestan hêriş ser
taxek bajêr kir.
Hîngê mîr Fexriddîn
di serşûkê de bû. Bi lez û bez derket,
ku berxwedanê li hember wan bike, mixabin
delîve ji dest çûbû û ew
hat kuştin. Rewşa
Musilmanan paş kuştina rêberê leşkerî yê
giring têkçû. Lê
dîsa jî Şecerudurr nelerizî û netirsî,
sozê wê dayî mêrê xwe, Elmelîk Elsalih,
hîn di bîra wê de bû, ewê nehêle, ku
Xaçperest nave wî li erdê xînin.
Di navbera herdu
leşkeran de tenê zireyê "beh'ra"
Eşmonê mabû.
Çavên serleşkeran li asîmanê bûn, li hîviya
piştvaniyekê ji Xwedê de.
Dema Tûranşah gihîştiye nêzîka
Mensûre dilên şervanên Musilmanan geştir
bûn û teska Xaşperestan şikest, ewan bi
aliyê zireyê ve, ber bi bakur ve reviyan û
Musilmanan da pey wan, 32 keştî di zireyê de
ji wan standin. Dûrokvan Conîfîl
dibêje, ku gava Xaçperest şikestine,
piştvanî û xwarin û çek ji bajêrê
Dimyatê, ku di destê wan de bû, xwastine,
lê tiştek ji wan re nehatibû, bi taybet gava
Musilmanan wan keştî daxistine nav çemê
Nîl, di navbera Dimyat û
Mensûre de û bi wan rê li piştvaniya bo
Xaçperestan girtin.
Padişahê firensî, Liwîsê IX, li xwe
hişyar bû, ku wan nûçeyên ji wî re tên ne
hêja ne. Ji Musilmanan xwast, ku ew ji
Misirê derkeve, Dimyatê jî bide wan,
eger ewan Qudsê (Orşelîmê)
bidine wî, hema bersiva ku ji aliyê
Tûranşah û Şecerudurr ve hatiye
ne li xweşiya dilê wî bû.
Ew binzor bû, ku
leşkerê xwe mayî bi paş ve bikişîne û wilo
kete şaşiyek mezin. Musilman bi pey wî ketin
û li rojavayê Farskorê avêtin ser
leşkerê wî, çemê Nîl ji laşên
Xaçperestan tijî bû, ava
Nîlê ji xûnê sor bû. Leşkerê wî
li wek pezan
dihat serjêkirin û parçeparçe kirin, wî
nikanî bû tiştek bikira. Di 2ê Muherremê
647 Koçî de padişahê Firensa hat destegîr
kirin.
Dora 30.000 kes ji
Xaçperestan di wê şergehê de hatin kuştin.
Dûroknas Elmeqrîzî
wê hejmarê radike 100.000 kes.
Gelek suwarên
Xaçperestan bi padişahê firensî re ketin
dava Musilmanan, seriyê 200 suwaran ji wan
hatin birrîn.
Hêrişa Xaçperestan a ku ji aliyê Papazê
Roma ve hatiye pîrozkirin û wî
piştvaniyek mezin jê re kiriye, bi şêweyekî
fermî têkçû.
Sala 1250î wek wê soz dabû mêrê xwe, leşkerê
Liwîsê nehemînê, padişahê firensî yê har di
cenga Farskorê de di Nîsan a 1250 yê
Zayînî de hat qelandin û şikandin.
Padişahê firensî Liwîsê IX di mala
qaziyê Mensûre, Ibrahîm kurê Luqman,
de hat destegîrkirin.
Di wê navê de zarokekî jina wî hat dinyayê,
nave wî lêkir: Tirbistan.
Şecerudurr
û Tûranşah li ser
berger û daxwaza jina padişahê
firensî ya, ku hîngê li bajêrê Dimyatê
bû û zarokê xwe paş destegîrkirina mêrê
wê bi du an sê rojan anî bû dinyayê, dest bi
dan û standinê li gel Firensiyan kirin.
Nûnerê Şecerudurr
û Tûranşah mîr Husamiddîn kir.
Husamiddîn milyonek zêrên Bîzentî
ji Xaçperestan xwast, hema wan 400.000 zêr
dan û li ciyê pereyên mayî destegîrên
Musilmanan ên, ku li gel wan bûn, azad
kirin.
Xaçperestan padişahê xwe birin û ji bajêrê
Dimyatê serşor û dilşikestî koç
kirin.
Di wê nave de mîrên Memalîk û
Turkan serî li Tûranşah hildan,
daxwaza wan ne tenê wan zêr bûn, belku
teviya deselatdariyê bû. Tûranşahê Eyûbî
berpirsiyarî li Misirê û bi taybet di
nav leşkeriyê de kiribû destên wan mîrên
Kurd ên, ku bi xwe re ji Kurdistan û
Şamê anî bûn.
Dexsîna Turkan ji vê yekê mezin bû.
Eger Şecerudurr neketa navbera wan,
wê hîn di nav cengê de tevliheviyek fireh
çêbiba û wê ji Xaçperestan re delîveyek baş
ba bo şikandina
Musilmanan. Lê paş ku zêr ketin destên
Tûranşah, nema
mîrên Turkan di cî de dadinişin.
Dûroknasê firensî Conîfîl, ku di wê
demê de dijiya, hewal dide; çawa Memalîk
li hember Tûranşahê Eyûbî rabûn, ew
binzor bû, ku ji ber wan li gel sê feqeyan
bireve û xwe di burcek darî de, li keleha
nêzîk Farskorê, ku têde 3 ode hebûn,
veşêre. Li xarê 500 suwarên Memalîkan
civiyan û bang li wî
kirin, ku ew ne li Dimyatê ye,
ku xwe bi peyrewên xwe biparize, ew di nav
lepên wan de ye û ewan dikarin wî bi zorê ji
wir derxînin. Dawî agir
berdan burca darî, agirek hêgin û gurr pêda
bû. Ji neçarî
padişahê ciwan, ku di yek ji mestirîn
şergehên dûrokê de bi serketiye, ji ber
suwarên xwe û ji ber agirê, ku bi kelehek wî
ketiye, bireve.
Ew ber bi Dimyatê ve reviya.
Suwarên pawan ên, ku piraniya wan Turk bûn,
rê li wî girtin.
Berî ku xwe bigihîne çemê Nîl yekî ji
wan bi rumekî li singe wî da, di parsiyên wî
re derbas bû. Tûranşah xwe avêt nav
çemê, ku ji xûna wî sor bûye, hema
ew hat damekirin
û seriyê wî hat jêkirin. Suwarekî Turk ê bi
nave Farisiddîn Aqtay laşê
Tûranşahê Eyûbî bi şûrê xwe çirand, dilê
wî jêkir û bi şûrê xwe li ber xelkê
parçeparçe kir. Tu dibê
qey wî bi qehremanî padişahekî Xaçperestan
kuştibû, ne padişahekî musilman.
Hovîtiya Turkan
carek dî di wê rojê de bi xûna kurdî hat
nivisandin. Wilo hîn destên wî bi xûn
in, ew bi pey
leşkerê firensî ket, xwe gihand Xaçperestan,
ku mizgîna kuştina padişahê Kurd bide
padişahê Firensiyan. Kuşterê Turk bang li
Liwîsê IX kir û got:
"-Ho padişahê
Firansiyan, ma tuyê çi bidî min? Min
neyarê te kuşt, ewê ku niha sax ba, wê jîna
te ji dest bibira..."
Dûroknas dibêjin, ku padişahê
firensî yê, ku bi dayîna gelek pere bi
Tûranşah re giha bû peymanekê û xwe taze
azad kiribû, bi rûyekî zer li kuşterê Turk
temaşa kir û bêdeng bi rêya xwe de çû,
bersiv neda wî.
Dawî Memalîk û Turkan hatin li
ber laşê Tûranşahê Eyûbî civiyan,
seriyê wî yê jêkirî bi xwe re birin û çûn, û
bi wê yekê dewleta Eyûbiyan li Misirê,
paş ewqas serketinên, ku teviya Ewrûpa jê
tirsiya bû, teva bû, ji ortê rabû.
Paş kuştina Tûranşah, Şecerudurr
ji nû ve karê dewletê bi rê ve bir, mîrên
Turk vegerandin kar, bi wan şêwirî û guh da
wan.
Di demek kin de baweriya gel bi wê hat, ku
ewê hêrişa Xaçperestan rawestîne. Gelek
hozanvanên hêja, wek Behadîn Zuhêr,
Cemaliddîn kurê Metrûh' û Fexriddîn kurê Şêx
li dora xwe
civandin, ku nave wê wek padişaha Misirê
bi zûkî belav bû. Li gel Musilmanên
diçûn Hecê, gelek diyarî, pere,
xwarin û "Meh'melê Misrî", ku di nav
de xemla Kaa'bê hebû, bo malbata
paşmayên cenabê pêxember Mihemmed –selewatên
Xwedê û silav lê bin- şandin û bi wan re
desteyek xort a çekdaran bo paristina
Heciyan bi rêkirin, û ji wê demê
hinartina wa Meh'meleyê Misrî bû
serohatek hersalî, ku ta niha jî navdar e.
Li gel neyarên Xaçperest û Mongolan,
neyarên wê yên dî jî li nav Musilmanan pêda
bûn:
- Yek: Ebbasiyên, ku li Bexdayê
dewleta xîlafetê di destê wan de bû, bi
carekê nedipejirandin, ku jinek ne Ereb
deselatdariyê bistîne û hêdî-hêdî dewleta
Misirê tew ji bin siya wan derkeve.
- Du: Eyûbiyên, ku wek tê gotin ne
dij deselatdariya jinekê bûn [Berê li ba
wan Deyfe xatûn bûbû padişaha Helebê]
, lê nedipejirandin, ku Misir
ji destê wan derkeve û bikeve destê Turk
û Memalîkan.
- Sê: Feqehê mezin ê Musilmanan,
Elî'z bin Ebdisselam, ku binyada wî ji
Mexribê ye, û di dema cengên li
hember Xaçperestan pir bi nav û deng bû,
teviya padişahên Musilmanan ji fetwayên wî
ditirsiyan, ku gel li wan rake, text û taken
wan serbin bike.
Lew re Şecerudurr binzor bû, ku mîr
Mue'ziddîn ê Ipek bike serleşkerê
hêzên xwe û dawî bike mêrê xwe.
Lê berî ku wî li xwe mar bike, ew binzor kir,
ku jina xwe ya berê hebû, berde û dev ji
kurê xwe jî, Elmensûr Elî, berde,
nehêle ew çi sire di dewletê de bilîze, da
deselatdarî nekeve destê malbata
Mue'ziddîn Ipek.
Mêrê wê yê, ku bi şêweyekî fermî bûye
padişahê Misirê êdî bi "Elmelîk Elmuî'z"
hat navkirin û naskirin.
Paş demekê Şecerudurr li xwe heşar bû,
ku mêrê wê dixwaze dota xudanê Mîsilê,
padişah Bedriddîn Lolo ji xwe re bîne.
Wek çawa wê Tûranşahê Eyûbî kiribû
padişah û li wê yekê poşman bûbû, wilo dîsa
ew poşman bû.
Nûçe gihane wê, ku padişah dixwaze odeya wê
di qesrê de bide bûka xwe ya taze û wê
bişîne derveyî kelehê, nav Darulwezare
"Mala wezaretê".
Dilê wê bi wê yekê teng bû, lê bi carekê li
xwe bêlî nekir.
Tê gotin, ku stêrkxundekî ji Elmuî'z kurê
Ipek re gotibû, ku jinek wê bibe egera
kuştina wî, lew re wî biryara xwe dabû, ku
Şecerudurr bikuje, xwe ji wê azad
bike.
Lê hinek dûroknas jî dibêjin, ku
Şecerudurr dema li xwe hişyar bûye, ku
mêrê wê bergehê nade wê, ku bi wî re karê
deselatiyê bike û bizava xwe dike bo anîna
jinek dî, wê nûçe hinartiye ji mîr Yûsifê
Eyûbî re û ji wî xwastibû, ku alîkariya
wê bike bo kuştina Elmuî'z kurê Ipek,
lê belê mîrê Eyûbî guh neda wê û
dizanî, ku êdî Misir ji dest
Kurdan derket û nema ji wan re vedigere.
Şecerudurr
nema zordariya
mêrê xwe dipejirîne. Bi ser de jî giha wê,
ku stêrkxund mêrê wê hevotiye, da wê bikuje…Ma
ne ew bi rêya
Şecerudurr û li ser milên wê hilkişiya
jor û bû padişah? Di wê
sorbûnê de, rojekê şand pey mêrê xwe, bi
zavxweşî û rûgeşî silaviya wî kir.
Mêrê wê tew guman nebir, ku
ew nema ji wê
malê derdikeve. Bi
nazdarî û yarîyan Şecerudurr mêrê xwe
kire serşûkê. Ji nişka ve pênc
xulmanên wê hêriş ser wî
kirin wilo lêdan ta ew di nav destên
wan de mir. Nûçe hat
belavkirin, ku padişahê Misirê Elmelîk
Elmuî'z ji nişka ve mir. Dilê wî
rawestiya an
tiştek bi sere wî hat, wî jîna xwe ji dest
da. Lê belê ew
gotin nehat bawerkirin.
Şecerudurr bi lez û bez liviya, ku ji
xwe mêrekî ji Memalîkan bi destê xwe
xîne û li xwe mbike, hema bizava badlibad çû,
bi sernekt.
Sala 1257ê Zayînî rewş li çarexa
Şecerudurr wêran bû.
Dizanî, ku Memalîk wê bizava xwe
bikin, da wê tune bikin. Xwe bi şûn ve
kişand Burca Sor a kelehê de
li Qahîrê,
lê neyar ên derve û yên hinder kelehê roj bi
roj bêtir dibûn. Mîrên ku alîgên "alîgerên"
mêrê wê bûn avêtin ser Burca Sor û
ew girtin û birin
xistin zindanê. Wê pir êş û sohtîn kişand, û
gelek şêweyên bedkariyê bi wê
kirin. Jina pêşîn
a mêrê wê Muî'ziddîn Ipek
ew ji wê çalê
derxist, lê ne bi mebesta alîkariyê bi wê re
bike. Wê kurê hevot, ku wê bikuje û tola
bavê xwe ji wê hilde.
Dibêjin, ku cariyên jina Muî'ziddîn Ipek
Şecerudurr dan ber lêdana qabqabên
darî û ew kuştin.
Hîngê ew ber
kirasekî bû. Dawî termê wê ji burcek kelehê
ve avêtin xarê, çend rojan
ew li binê kelehê
ma, û pişt re li (Elmeşhed Elnefîsî)
li nêzîka gora mêrê wê hat çalkirin.
Mixabin, stêrkek bilind a dûroka mirovatiyê,
û bi taybet dûroka jinan
bi şêweyek wilo erzan û bi êşek mezin,
rijiya.
Jêderên Lêkolînê:
- تاريخ ابن خلدون .
- الأعلاق الخطيرة في ذكر أمراء الشام و
الجزيرة ، لابن شداد.
- زبدة الحلب في تاريخ حلب ، لابن العديم .
- المختصر في أخبار البشر، لأبو الفداء.
-
تاريخ الإسلام ، للذهبي.
- الأعلام ، للزركلي.
- علاء السيد - حلب .. تحكمها امرأة
-
محمد أمين زكي ، خلاصة تاريخ الكرد وكردستان -
الطبعة العربية في القاهرة 1939
- دلو ميقري – نساء كوردستان – الوجه
الحقيقي لشعب عريق / الحوار المتمدن
-
مواقع إسلامية وتاريخية عربية وكوردية.
-
يوليو
2005
مجلة
"
أهلا وسهلا
".المصرية.
-
سلمى الحفار الكزبري ، نساء متفوقات ، دار
طلاس ، طبعة 2 ، دمشق ، 1990.
- قدرية
حسين ، شهيرات
النساء في العالم الإسلامي ، دار الكاتب
العربي.
-
الموسوعة
العربية الميسرة ، دار نهضة لبنان للطبع
والنشر ، بيروت ، 1317هـ ، 1987