Endametî
wekû numereyekê
li hewa
Li vî „derveyê mezin“ û li ser erdê, ku dest
eşkere ne, ling eşkere ne, xanî, dergeh û
pencere eşkere ne, pirtûk eşkere ne, Xwedê û
Şeytan eşkere ne, sazî eşkere ne, partî,
endam, serok û biriyarên wan eşkere ne….htd,
em li vir, hîn bi Kurdî, ji hewa heta bi
hewa, Kurdên xwe û Kurdên hev, yên li hewa û
ji bo hewa ne:
Li vir, li vî „derveyê eşkere“, em Kurdin,
ku destên me li hewa ne; em Kurdin, ku
saziyên me li hewa ne, em Kurdin ku kongire,
endam û serokên me li hewa ne, em Kurdin ku
rewşenbîriya me li hewa ye û em Kurdên
HRKRD-eyî ne, ku Rojavayê me, Qamişloka
xwîna me, adara me û endamên me, li hewa ne………
Yek ji diyardeyên herî balkêş, ku dikare li
ser asta „sêva rewşenbîriya Rojavayê bi
Kurdî“ jî, eşkere, were xwendin, diyardeya
endametiya di wê „sêvê“ de ye.
„64“(ligel „10“eke „rûmetê“) dawîtirîn
numere ye, ku lîsteya endametiya di „sêva“
„HRKRD“ de, gihayayê.
Di vî aliyê „sêvê“, yê numere û numere de
http://www.Rojava.net/endam.htm , „64“
navên bi Kurdî, li gel „10“ên din, ku ji
destên wan çûne „rûmeta“ „sêva“ bi Kurdî,
haha sêv û sêv, dikarin werin xwendin.
Veqetandina aliyekî ji bo numerekirin û
herweha beşdarkirina van navan di berê „sêva“
wan de, li ser asta ragihandinê, amajeyeke
wisa mezin dide, ku ev „sêva 64-navî“ û
„10-rûmetî“, çendîn bi Kurdî, dikare sêveke
Rojavayî, mezin û pirr be.
Li ser asta Rojavayê bi Kurdî, li derve,
rêzkirina hewqas navên rewşenbîr li dûv hev
û herweha lîstekirina wan, li jêr navê
saziyeke rewşenbîrane, wek ragihandin,
sîgnala rûdana bareyeke rewşenbîrane a bi
kurdî, „taze“, dide.
Bi xwendineke destpêkane, a di bin bandora
wê „sîgnala înternetî“ de, ji dorûberên wan
navên Rojavayê bi Kurdî, rewşenbîr re,
baweriyeke wisa (serûser be jî), li nik
xwênerî, peyda dibe, ku HRKRD hêzeke
rewşenbîrane, a bi serê xwe, û bi qasî
„64+10“ navên xwe yên rewşenbîr, mezin û
pirr e.
Eger HRKRD li ser asta „xwendina li derve“,
wisa „mezin û pirr“ bi qasî „64“ endamên wê
yên „bingehîn“ û „10“ endamên rûmeta wê,
were „libawerîdanê“, lê „xwendina hundir ji
bo hundir“, tam tiştekî din e:
Rast e, HRKRD dikare wek „hejmar“ pirr be,
ma gelo ew wek „endam“ jî, wisa pirr e?
Rast e, HRKRD „Rojavayê li derve“, wek
saziyeke rewşenbîrane, di „64“ navên
rewşenbîr de, biriye hejmartinê,
lê „64“ Rojavayên ji wexta pirrê wê, çendîn
dikarin ji numereyên navên xwe û wêdetir
bin?
Rûmetdarên ji dana navê wê, çendîn dikarin
ji basa destên wê û wêdetir bin?
Biryarên „rewşenbîrane“, yên ku bi navê
HRKRD-eya „64-navî“ û „10-rûmetî“, diçin
navê „dengdanê“, çendîn dikarin ji „fetweyan“
û ji şêxên wan û wêdetir bin.
Civat û kongireyên li jêr sîha navê wê, yê
64-an e, çendîn dikarin ji belavkirina „navên
mezin“, „şabaşên mezin“, „biryarên mezin“ û
ji çanda „xalûxwarzêtiyê“ û wêdetir bin?
Ev pirsa ji „64“an bo her „64“an, ya bê
bersiv û bê şûn û şop e.
Li jêr lîsteya „endamên bingehîn“, „64“
navên beşdar di endametiya wê „sêva
rewşenbîrane“ de, hene.
Lê ji wan „64“ên wê „sêva“ wê HRKRD, çend „bingehîn
in, çend „nîv-bingehîn“ in, û çend ne „bingehîn“
û ne jî „nîv-bingehîn“ in; çend li ser erdê
ne, çend li hewa ne, û çend jî ne li erdê ne
û ne jî li hewa ne, ev ne diyar e, û jixwe „sotin
nayê gotin“!!!
Ji wan „64“ rewşnbîrên ku zorbeyî zorê wan,
di numereyên xwe de, asê mane, çend di
çendan de hatine kurt û puxtkirin; çend bi
çendan hatine sorkirin; çend bi çendan
hatine bixatirkirin; çendên çendan li ser
çendên din hatine ferzkirin û misogerkirin;
çend beramberî çendên din hatine bi kozik û
çeperkirin??? Dîsa ne diyar e û her „sotin
nayê gotin“!!!
Kî di beşdarbûyîna wê „sêvê“ de, numereya
xwe ye, yan ne numereya xwe û ne jî
numereyeke din e; kî çend ji wan numereyan
e; kî hemî numereyan bi numereya xwe dizane,
yan numereya xwe bi hemî numereyan dizane???
Ev jî her nayê xwendin, û her „sotina sêva
HRKRD-eyî nayê gotin“!!!
Kî HRKRD kir „dikan“, û li jêr navê „sêva“
wê, kî bû dikandar, kî bû kiryardar û kî bû
bazar?
Kî bû kongire, kî bû xwe, û kî ne bû xwe, ne
bû „berî kongire“ ne jî bû „piştî kongire“?
Kî berî kongire „serok“ danî, û piştî
kongire jî “serokê danî“, bi „gêwilbijartin“,
gihand „damê“?
Kî, eşkere, li navê xwe, li navê yên din,
li navê sêva HRKRD, mikur hat, û kî ne li
navê xwe, ne li navê yên din, û ne jî li
navê sêva HRKRD-eya xwe mikur hat?
Kî û kî û kîîîîîîîî, dîsa her nayê xwendin,
û „sotina navxweyî, nayê û nabe jî were
gotin“.
Ev pirsên mezin û qurmiçandî, ji bo min wek
numereyeke pasîv, di wî Rojavayê bi Kurdî, „rewşensêv“
de, trajêdiya rewşenbîriya bi Kurdî, bi
giştî, û ya rewşenbîriya „biniya xetê“, bi
taybetî, dide selimandin:
Li wir, ku pirs qurmiçî tên û qurmiçî diçin,
navên me trajêdî ne, ku ne ji numerekirinê,
zêdetir, çûne cîrantiya hev.
Helwestên me trajêdî ne, ku telefon û
telefon, diçin girî, gazinde, sondxwarin,
gefxwarin, lêborînxwestin û bexşandinê.
Kongireyên me trajêdî ne, ku biriyar û
programên wan ji xalên wan heta bi xwarziyên
wan in.
Biryarên me trajêdî ne, ku gîrokirî tên
standin û gîrokirî jî, dawî li emrê wan tê.
Zimanê me trajêdî ye, ku em berê wî ji bîra
malên xwe û ji bîra zarokên xwe, yên bi
Kurdî, bi „qurban û heyran“, didin bîra „100
hezar îmzeyên“ tenê li bîra kaxezan, tenê li
bîra refikan û tenê li bîra çekmaçeyên
bîroyên mezin, ku serên sermezinên wan, ji
cûtina salên me yên bi Kurdî pirr(sala
zimanê bi Kurdî, sala serxwebûna bi kurdî,
sala aşîtiya bi Kurdî, sala demokratiya bi
Kurdî, sala birakujiya bi Kurdî, sala
parvekirina hikûmeta bi Kurdî, sala Xwedê û
Şeytanê bi Kurdî, sala mirina bi Kurdî
ûûûûûû sal û hey sal……..htd.) êşiyane.
Û HRKRD-eya me trajêdî ye, ku tê de yek bi
sedî ye û ew sedê girover jî, ne bi wî yekî
ye.
Rûmeta bi Kurdî,
li hewa
„Ibrahîm Mehûd
li ser bextê rûmeta HRKRD,
wek nimûne“
Bê guman e, ku „rûmetdayîn“ yan jî „rûmetwergirtin“
ne navekî wisa hesane, ku her kes dikare,
hesan, bide, û ne jî navekî wisa hesane, ku
her kes dikare, hesan, bistîne.
„Rûmet“ ew e, ku navê wê lê ye.
„Rûmet“ ew e, ku navê xwe ji navê kesên xwe,
yên ku wê „didin“ û wê „distînin“, digire.
„Rûmet“ ew e, ku kesan, eşkere, bi navên
wan; cihan, eşkere, bi navên wan; deman,
eşkere, bi navên wan; karan, eşkere, bi
navên wan; Xwedêyan, pêxemberan û Şeytan,
pirtûk û nimêjên wan jî, dîsa eşkere, bi
navên wan, bi nav dike.
Û „rûmet“ ew e, ku bi qasî ew eşkere diçe
dayînê, ewqasî jî ew eşkere, dikare biçe
standinê.
„Rûmetdayîn“, yan jî „rûmetwergirtin“, di
serî de, urfekî mirovane û xweşik e.
Wate, wek erkekî mirovane û xweşik, her
takekesek(yan jî her „em“ek) dikare li gora
mentiqê „weqî û mîzênên“ xwe, rûmetê bide
yan jî werbigire.
Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên Rojava Li
Derve (HRKRD) jî, li pey mentiqê „weqî û
mîzênên“ xwe, rûmet dayîye çend „rewşen-kurdên“
xwe.
Wek numereyeke berşdar di „sêva“ HRKRD de,
ji hêla destên xwe ve, ez dikarim destên „rûmetdayînê
„ ji bo navên her „10“ rûmetdarên HRKRD-eyî,
weha, bibim eşkerekirinê:
Kîjan HRKRD-eyê li jêr „îmaja“ navê kîjan
HRKRD-eyî, kî ji wan her „10“ rûmetwergiran
û çawa û li kuderê, biribin navê rûmetê, ev
bas û bazareke din e.
Mebesta min, li vir, bê guman, ne
gengeşekirina „navan“ û ne jî „ji-nuh-ve-xwendina“
„rewayî/ yan nerewayîya“ belavkirina „rûmeta“
li wan e.
Nexêr.
Mebesta min, kurt û Kurmancî, gengeşekirina
panava di navbera „dayîna“ rûmeta „eşkere“ û
„standina“ heman rûmetê ya bi „dizî“ de ye.
Wek ku ji lîsteya „Endamên rêzgirtinê“, ya
HRKRD, diyar dibe, Ibrahîm Mehmûd, yek ji
wan „10“an e, yê ku „sêva“ Hevgirtinê bîra „rêzgirtina“
navê wî biriye.
Sedemên „rêzgirtina“ HRKRD-eyî, ya eşkere,
ji bo lêkolînerê Kurd Ibrahîm Mehmûd çi bin
yan jî çi ne bin, ew jixwe mijareke din e.
Çi sedemên vê rêzgirtinê(yên eşkere û yên bi
dizî), bê guman, hebin yan jî nebin, bi ya
min Ibrahîm Mehmûd ji bo HRKRD, dikare
endamekî ji rêzgirtinê û wêdetir be.
Ma gelo ji „12 Adara xwînê“ û wêdetir
Ibrahîm Mehmûdekî din heye, ku berê HRKRD
nede rêzgirtina wî???
Ligel rêza min ji bo çend „adariyên“ din,
yên wek „Ibrahîm Yûsif“, „Mişel Temo“, Ehmed
Heyder“, û çend kesên din, yên ku di
tengtirîn adar de, bûn navnîşana ferhetirîn
xwîna Qamişloka bi kurdî, ligel vê rêza min
ji van adariyan re, lê dîsa, bi ya min,
Ibrahîm Mehmûd(û her adariyekî ku bi
bêdengiyeke cegerdar jî beşdarî xwîn û îna
Qamişloka 12 adarê bû) dimîne keskê rûmeteke
xweşik, li ber navê her cihekî adarane, her
demeke adarane, her jenek, her livek û her
saziyeke adarane, û di serî de, bê guman
HRKRD, ku xwe wek serencama heman 12 adarê û
heman „qamişloka xwînê“, bi nav dike.
Eger em Ibrahîm Mehmûd wek nimûneya „rûmetê“
di nav „şax û perên“ HRKRD de, werbigirin,
em dê bikaribin navê Ibrahîm Mehmûd, hesan,
li jêr lînkekê, û ji wê hesantir jî, li jêr
lîsteyekê, ku wek „HRKRD-eyîyekî bi rûmet“,
bi Kurdî, çûye rêzgirtinê, bixwînin.
Di vê dema ji HRKRD „filitî“, ya dawiyê de,
wek ku diyar bû, Ibrahîm Mehmûd li ser
daxwaza komeleyeke bi kurdî li Siwêdê, hate
vexwendin.
Di vê xirecira vexwendinê de, Ibrahîm Memûd
ji Siwêd û Upsala, Vestiros, Sandvîkin…… û
Stokholma wê çû Belcîka, Aalst û Brûksela wê,
û ji wir çû Elmaniya, Wupertal, Bielefeld,
Essen, Minden, Hannover û Berlîna wê.
Wate ew ji Siwêdê çû Siwêdê; ji Belcîkayê çû
Belcîkayê; ji Elmanyayê çû Elmanyayê, ji
Ewropayê çû Ewropayê û ji „derveyî welêt“
çû „derveyî welêt“, û HRKRD, ya ku „xwedêgiravî“
„Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên Rojava li
Derve“ ye, bi „derveyê“ xwe, yê ku paytext
bi paytext û bajar bi bajar çû gavên Ibrahîm
Mehmûd, nehisiya, û ne jî hat bîra gêwilê
nişteciyên HRKRD û „Rojavayê“ wan, yê „li
derve“, ku ev yê ku „hilla“ „derveyê“ wan
dide, heman ew e, yê ku „Qamişlokekê“ ji „Qamişlokan“,
„hundirê“ wan, yê bi Kurdî, adar û adar, în
û în û xwîn û xwîn, li dar xist, aliyek ji
aliyên „rûmeta“ navê wan û navê rewşenbîriya
wan e!!!
Jixwe tiştê herî ku dikare, wek organ, navê
HRKRD, bi „dost û dijminan“, bide nasîn,
malpera
www.rojava.net e.
„rojava.net“ jî(li gel çend bernameyên
HRKRD-eyî di roj-tv de), pencereya HRKRD, ya
tenha ye, ku heta bi vê kêlîkê, ne
pencereyeke “berî”, ne jî pencereyeke „piştî“,
heye, ku dikare here vekirinê.
Bîro ye û tune ye, pere ne û tune ne, „endamên
bingehîn in“ û heta bi vê kêlîkê, ne diyar
e, ku ji „numereyan û wêdetir“, çend ji wan
„aktîv“ in, çend „pasîv“ in û çend jî ne „aktîv“
û ne jî „pasîv“ in, serok e û ji Hewlêra „paytext“
peya nabe, „sermalper û binmalper“, „serbiriyar
û binbiriyar“, „serkovar û binkovar“ û „serfetwe
û binfetwe“ ne û bi „Şeytan“ û „Xwedayên“
hev ketine!!!
Herê û werê û
www.rojava.net e.
„rojava.net“-iyên me jî(li gel destxweşiyekê
bo westana xwîna wan“, malpera X li ber „mişkê“
wan dikeve û belav dikin, „CD-ya“ hunermendê
Kurd XI li ber dilên wan dikeve û belav
dikin, „darên Elî fero“ li ber guhên wan
dikevin û belav dikin, mondyala gokê ya 2006
an li Elmanya, li ber lingên wan dikeve û
belav dikin, û ev daxwiyanî û ew dxwiyanî,
li vir û li wir, ji vê komel û ji wê partiyê,
li ber çavên wan dikevin û belav dikin,
ûûûûûû htd.
Lê li kêleka herî nêzîk, ji wê „li-ber-mişk-ketin“,
„li-ber-dil-ketin“, „li-ber-guh-ketin“, „li-ber-ling-ketin“
û wê „li-ber-çav-ketinê“, ne mişkekî
HRKRD-eyî, ne dilekî wê , ne guhekî wê, ne
lingekî wê, û ne jî çavekî wê hebû, ku li
ber gavên Ibrhaîm Mehmûd, yê ku hîn li ser „bextê“
wê û „rûmeta“ navê wê ye, bikeve.
Eger mirov li ser asta heman HRKRD-eyê,
xwendinekê ji gavên heman Ibrahîm Mehmûdî
re, yên ku berî dora salekê, li ber heman
mişkî, heman dilî, heman guhî, heman lingî û
heman çavê HRKRD-eyî, bilez, hesan û mezin,
ketin, bike, wê „liberketina“ bilez, hesan û
mezin û vê „neliberketinê“, mirov dê, li ser
asta danûstandina bi navê Ibrahîm Mehmûd re,
pêrgî du HRKRD-eyên cihêwaz û ne li hev,
were:
HRKRD-eya par, ku gavên Ibrahîm
Mehmûd, di
www.rojava.net a xwe de,
dever bi dever, semînar bi semînar û program
bi program, li „derveyê xwe“, bir bihîstin û
agahdarkirinê.
Û HRKRD-eya îsal, ku heman gavên
heman Ibrahîm Mehmûdî, li heman „derveyê wê“,
li ber heman mişkî, heman dilî, heman guhî,
heman lingî û heman çavên wê, di heman
rojava.net a wê de, bê „nûçe-vedan“, bê „dengvedan“,
bê „gav-vedan“ û bê „liberketin-vedan“
man!!!
Li ser asta têkiliyên kesane, dibe ku her „xwarziyek“
navê „xalê“ xwe, ji „xalên xwarziyên din“,
bihtir bibe mizdan û mezinkirinê.
Dibe jî ku li ser asta heman têkiliyên „xalûxwarziyane“,
her „xalek“/yan „xwarziyek“, li gora gêwilê
navê xwe, beşdarî sêva navên yên din, bibe.
Lê ya ku nabe û gerek nebe jî, ku gêwilê
saziyeke „pirr“(eger hat û bi rastî pirr
be), di gêwilekî tikî tenê de, were kurt û
puxtkirinê.
Pirsa herî mezin û trajêdiyane, ku li vir,
di navbera herdu HRKRD-eyan û herdu gêwilan
de, xwe li ser „64+10“ Kurdên wê heta bi her
„64+10“ an, pêwîst dike ev e:
Aya navê wî gêwilê HRKRD-eyî, bi Kurdî, çi
ye, ku navê rûmeta xwe, eşkere li navên kurt
û Kurmancî, dike, û heman navê heman rûmeta
xwe, bi dizî, ji heman navên kurt û Kurmancî,
vedidize???
Paşmirin
Wek mentiqê îdyolojiyên dema „şerê sar“,
dibe ku ev „lixwemikurhatin“, mîna „provokenameyekê“,
yan jî „bîrdozînameyekê“ yan û yan ……., were
liqelemdanê.
Lê mentiqê vê „lixwemikurhatinê“, bi qasî ku
bazdana min ya ji „Bielefeld heta bi
Sandvîkinê“, a ber bi berê şevên wê „sêva“
bi kurdî ve, radigihîne, ji „sotina sêvê, ya
ku gereke neyê gotin“ bihtir, „gotina sotina
sêva ku gereke ji wisa bihtir neyê sotin“ e.
Bi ya min, û bi qasî ku ev xwendin bîr dibe,
ev hewldaneke eşkere ye, ber bi „gotina wê
sotina navxweyî“, ya „bi dizî“ ve, daku
mirin di destên me de, pirrtir nebe, û „sotina
mirina navxweyî“, ji wisa eşkeretir, were
gotin.
Daku sotin di destên me de, mezintir nebe, û
„sotina destên navxweyî“, ji wisa eşkeretir,
were gotin.
Û……………… daku sotin li navên me,
bihtir neçe,
û „sotina navên navxweyî“,
ji wisa eşkeretir,
were gotin.