|
|
| |
Serhildan
Bavê Tosin
Çend temen ji me re divên
Da ku em vê serhildanê himbêz bikin?
Çend temen ji me re divên
Da ku em vê xewnê dest pê bikin?
Çend temen ji me re divên
Da ku em vî temenî vejînin?
Bê rêber û serkêş
Dibûrin xewnên me
Xewnên me yên pêçayî bi razên nependî
Yên dorpêçkirî bi bêdengiyê
Yên bêdengbûyî bi newêryê
Dibûrin xewnên me
Xewnên me yên lerizî
Yên zuhabûyî
Yên matmayî
Yên revyayî
Dibûrin
Li ber birûskvedana ewrên sitewr
Li ber pîlanên bendewariyê
Dibûrin
Û
Di rêça kerwanê xewnên me de
Em keleman bitof diçînin
Û bendewariya bizdok dilorînin
Dibûrin bilez û bez
Pêxwas û kelogirî
Nema tê bîra me
Nema tên bîra me çîrokên lehengiyê
Sirûdên mêraniyê
Nema tê bîra me
Nema tê bîra me serhildana nêrgiz û indekoyan
Serhildana şuştin û durustkirina asoyan
Asoyên hêvî û xewnan
Asoyên revyayî ji newêriyê
Asoyên bargiranbûyî bi hevokên zuha
Bi peyvên bazdayî ji ferhengên demê
Nema tê bîra me
Nema tê bîra me serhildana wêrankirina sînoran
Serhildana wêrankirina efsane û peykerên tirsê
Wêrankirina mîrnîşîn û kelehên tirsê
Serhildana wêrankirina
Pûtên gemkirin û zindankirina evînê
Evîna berbangan
Evîna pekyayî ji çavê ANAHÎTA
Nema tê bîra me
Û dîsan dibûrin xewnên me
Û dîsan dibûrin temenên me
Temenên me yên kin weke kurteçîrokan
Weke pêkenokan
Temenên me yên bi xwelya çixarê re diweşin
Û berî berbangê
Bê xatirxwestin pîç û ziwa dibin
Dibûrin bi lez xewnên me
Dibûrin bi lez temenên me
Dibûrin berî destpêkirnê
Dibûrin berî destpêkirnê
Û hîn jî em sînorên arama xwe vedzelînin
Û li ber kêlên 12 ê avdarê
Kelogirî dimînin
Dibûrin
Xewnên me
Hêviyên me
Arama me
Asoyên me
Temenên me
Dibûrin
Û em jî bi bendewariyê şadibin
Û em jî di bendewariyê de xilmaşbûne
De razê şehîdê mino razê
De razê şêxê mino razê
Îro tu bî
Sibe gelo kiye?
De razê şehîdê mino razê
Em jî di bendewaryê de xilmaşbûne
Li bendî temenekî din
Li bendî xewneke din
Li bendî serhildaneke din
Li bendî şehîdbûneke din
Li bendî jiyaneke din
Da ku em jîna xwe pê vejînin
Da ku em jîna xwe pê vejînin
-----------------------------------
Amûdê 22/5/2006
|
|
|
|
ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi
navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê
naveroka nivîsa xwe ye!
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
 |
|
|
|
|
|