|
Tengezar Marînî
Dergeh:
Mijara Rexneyê, mijareke pirr fereh e, lewra dixwazim bibêjim, ko ez
dê bi we re di çarçewa Rexneya toreyî, di başûrî rojavayî welatê me
de, xwe bilivênim, tevî ko ew jî zor e ji ber ko ta niha ziman û
toreya me li wî parçî qedexe ye û nivîskar an jî lêkolîner neşê xwe
bigihîne hemî makderên ko belavbûne, çimkî pir ji wan nivîsan piştî
xwendina wan dihatin sotandin, sedem jî hun hemî dizanin, vêca ez dê
hewl bidim li gor zaniyarên xwe û bîreweriyên xwe( gelekcaran)
mijarê dest pê bikim.
Têgeh= Zarawe „ Terminologie“ û pênasîn:
Li berahîkê di vê mijara xwe de, em pêrgî sê têgehan dibin:
1. Rexne
2. Tore
3. Rexneya toreyî
Rexne:“ Kritik“
Peyva Kritik, peyvek e grîkî ye Kritiké“Techné“ wateya wê= hunera
nirxandinê ye
Kritikos= hunera jihevcudakirin û nirxandinê ye
Di Latînî de wateya wê, hunera nixandina helbestê ye.
pirek e di navbera helbestê û cemawer(xwêner) de, diyarkirina xalên
bi hêz û ên bêhêz di berhem de, hunera gumanlêkirinê ye û
şirovekirina sedemên kartêkirina berhem (text= peyam) li
xwêner(peyamwergir).
Şêweyên rexneyê jî ev in:
1 Rexneya erênî: pesindan û çepiklêxistin
2 Rexneya neyênî: geryana li xalên reş di peyamê de
3 R. Konstruktîv „ Sazker= avaker“: nirxandin di gel belgeyan bi
mebesta sûdwergirtinê.
4 R.destruktîv „ Herifandin“: ew rexneya ku li her xalekê bi guman
seyr bike û têbîniyên bêsûde li ser peyamê an jî peyamhinêr binivîse
„kesayetî“ ¹
Rexne li nik Jean Yves Tadié « çirûska ko berhemên kevin ronî dike,
an jî dahênanê di wan de dike, an jî desthilatdariyê li ser wan dike
bê ko mîna wan biafirîne“²
Northrop Frey dibêje : » pêdiviye rexne bibe zanist, ji ber 2 dêmên
wê hene, yek berbi toreyê ve diçe û yê din berbi diyardeyên
rewşenbîrî ên din ve, ên xeleka komelayetî û civakî ya toreyê
pêktînin »³
Yvan Watt dibêje : « Rexne ew nivîse ko bi tenê berhemekî rabixe, bê
ko binirxîne »4
Ji van pênasînan tête diyarkirin ku têgeha rexneyê bi pir şêweyan
hatiye danîn, ne tenê wilo jî belkî her rêbazeke rexneyî ji xwe re
pênasînek daye vî têgehî.
Rexne ne pêveyekî toreyê ye, belkî hevalbend ya rast bi xwe jî tore
ye û tore bê rexne pêşnakeve, çimkî deq nikare hemî rastiyê derbixe,
Rexne deq têne panava eşkerekirinê, ji ber wilo jî Spinoza rexne
weha dibîne “ rexne li ser pêpeloka avahiyê ye, ne ya naverokê, ji
ber girift ne danîna rastiyekê şûna ya din e, belê guhertina cihê
rastiyê di bizava ravekirinê de ye. Pirs nema ew e:Nivîs rastî
dibêje? Lê nivîs çi dibêje?” 5
Rexne pirs e, beriya ku bersiv be, şirovekirin e beriya ku hukmek
be, nirxandineke beriya ko êrîşek be. Rexne rexne ye, zayendekî
toreyî ye mîna helbest, roman, çîrok û.. pirtir ji wilo jî bê
rexneyê tore di nav mij û temê de ye.
Lê ka em binerin, gelo peyva rexne rast e an jî peyveke din heye?!
Rexne ji 2 kîtan pêk tê rex û ne, ji xwe rex tê wateya kêlek, lê
eger em temaşe bikin, em dê bibînin ku pîtên Rexne û nerx yek in lê
cihê wan hatiye veguhestin û eger em li wateya wê jî biner in, gişt
hemî jêderan behsê nirx kiriye û ereban jî kiriye Neqid wate nirx,
an jî dirav û dibêjin ew ê rastiyê ji nerastiyê derbixe, lewra
behwer dikim ko peyva nirxandin rastir ji Rexne ye. Ji bilî wê destê
min negiha wê makdera ku yekemîn car ev peyv bi kar hatiye û ne jî
dizanim kengî û li kû deverê. lê peyva Rexneyê cihê xwe girtiye.
Albier Teboudiè di gotara xwe de ya bi navê Phiziolojiya rexne 3
cureyên rexneyê ji hev cuda dike:
1 Rexneya bilêvkirî“ yadgarî û namebihevguhertin, rojname (
rojnamevan)
2 Rexneya pisporî ew rexneya ku mamosteyên zankoyan bi kar tînin ev
rexne. Ew jî bi erkan radibe:
1. parastina dema buhurî
2. pesindana toreyê û şirovekirina wê ku ne tenê zanîna zanistên
mirovane bike zanîna deqên dema xwe
3 Rexneya hunermendan: ew rexne ye ya ko hunermend bi kar tînin”6.
Literatur= Tore:
“Literatur : Latînî : nîvîsîna pîtan e, daneheva nîşanan e, çîrokên
ku di pêpeloka diwem de bi kar tên. Literatur ziman e, ew yê bi
hizran mişt. Toreya nirxgiran ew ziman e, ê bê sinor bi hişmendiyê
dagirtî ye“7 ( Ezra Pound)
„Literatur“ Kevin“: nivîsîna nivîskarekî/ê li gor zagonên ciwaniyê
ên taybet. „ Durv, Naverok, mezinbûn, armanc, hevgirtina deq,
zayendek (Helbest) be, û ramana berhem jî hebe“
Literatur“ a nû: her nivîsa ku bête nivîsîn ew tore ye. Lê eger
pêdiviye ciwaniya nivîsê wek faktorekî sereke be, nimûne helbest an
jî berhemên hunera peyvê, ew berhemên ku ziman roleke bingehîn
dilîzin, ne tenê ku ziman bi erkê ragihandina nûçeyan rabe, belê
ziman bi xwe jî avahiya( Struktûr) berhem ya taybet be û nirxê zimên
ê taybet hebe. Ji vê yekê tê gotin ev ziman helbestî ye.»8
Di pênasîna toreyê de, gişt hemî jêder di yek baweriyê de ne, bo
nimûne J.P.Sarter dibêje: “ tore diyarkirina xalên nepenî di mirov û
cîhanê de”
Tore li def Z.Theodorv ew e” tore ne tenê geryana li rastiyê ye,
belê ew rastî bi xwe ye” 9
M.Kondêra di pirtûka xwe de “Hunera Romanê” dibêje: “ Tore,
hewldaneke ji bo ronîkirina hêleke tarî ji hebûna mirovayetiyê” 10
Rexneya toreyî:
„Ew nivîsîn in, ên dihingivin berhemekî, bi hûrbînî tête xwendin û
pêşanîkirin an jî li ser tête peyivîn“11 ”
Têkiliyeke pisporî ye di nêvbera xwêner û toreyê de, gera li dûv
nirxê berhem e. Rexnegir bi xwe, hunermend e, mirovekî taybetmend e,
têgehiştî ye, dişê rê û resim û nirxê berhem biparêze, pêşkêş bike,
bi berpirsiyarî li gor pîvanên hunerî û êstatîkî (Ciwanî) û normên
zanistî rexne bike. Bi hizir, têgehiştin û rastiyên kesayetî „Subjektîv“
Girêdayîne“ 12
Rexneya toreyî berhemeke dikeve bi xizmeta xwêner û berhem de, li
gor kartêkirin û nîşanên hundir û derve berhem dinirxîne.
Ev Rexneya toreyî dikare çape be „ Pirtûk, kovar, rojname” û dikare
media be“ TV û êzge“ 13..
Ji vê bêhtir dikare îro Digital jî be „ Internêt“.
„Theorie“ Bîrdozî“: Texmînek e di çarçewa siruşt û durvê mijarekê de
dilive, ko em dikevin nav de û pêwendiyên wê ên hundur vedikin. Ango
têramandina di mijarekî de û bi şûn ve li ser mijûlbûn û
guftûgokirin.
Methode“ Rêbaz“: raxistina alavên teknîkî û danîna yasayên hûr bo
wan. Mijûlbûn li ser mebestên ko rexne bo wan di liv û tevgerê de
ye“14
Ekol , rêbaz, bîrozî û dibistanên rexneyî:
Li vir dixwazim çend nimûneyan ji rexnegerên cîhanî bi nav û deng
bînim, an jî ên li ser dîroka rexnegirî nivîsîne, da em bibînin ka
ew çawa dibistanan parve dikin.
Jean Yves Tadiè, di pirtûka xwe de ya bi navê Rexneya toreyê di
sedsala 20an de rexneyê weha rêz dike.
1 Formalîstên Rûs. (russische Formalisten, formalistes russes)
Xeleka Moskowayê 1915-1930.Schoklovisky-Thomaschevsky, Tiniyanov,
R.J.
Xeleka Prag 1926. Prof. W.Matheuisus, Mukarowisky, Vaşk û
R.Jacobson
2 Rexneya Elmanî. (Die Deutsche Kritik, critique allemande)
3 Rexneya hiş ( Kritik des Gewissens,Critique de la conscience)
Dibistan Gênf, M.Rîmon, G.Poliè, J. Russè, J.Starobinsky
4 Rexneya derûnî (psychoanalytische Kritik, Critique
psychoanalytique)
5 Rexneya sîberî Xeyal (die Kritik der Imaginären, C. de l,
imaginaire)
6 Rexneya civakî a toreyê (soziologie der Literatur, Sociologie de
la Litèrature)
7 Zimanzanî û Tore (Linguistik u. Literatur, Linguistique et
Litèrature)
8 Watedariya toreyê (Semiotik,Sèmiotique de la Litèratur)
9 Helbestiyane ya toreyê ( Poetik, poètique)
10 Rexneya avaker (genetische Kritik, la critique gènèntique)
J.Y. Tadiè çend têgehên din bi kar anîne, da ko prosesa xalên
rexneyê diyar bike, ew jî evin : ravekirin û prozentuala ravekirinê,
avahiya jîwarî û ravekirina lêkdanewî.
Lê em dibînin dema Roland Barth ê Simiotîk behsê rexneyê dike çend
têgeh û zaraweyan bikar tîne mîne, Rastiya rexnegir, çêj, zelalî,
Simbol, û aloziya şirovekirinê.
Di pirtûka xwe de ya bi navê Tore an jî dîrok, pirs dike Rexne çi ye
û bersivê dide:
„ Her rexneyek, rexneya berhem û rexneya xwe bi xwe ye jî“ 15
Z. Theodorv di pirtûka xwe de ya bi navê Rexneya li ser rexneyê,
dibêje: „ Hemî tişt ravekirin e“ û weha rexneyê û şêweyên wê parve
dike û dibêje ev rêbazên rexneyî ne ne ekol in:
1 Rexneya nû Hermeneutique ( Ravekirin)
2 Rexneya Derve
3 Rexneya avahiyan ( Structuralisimus)
4 Rexneya Derûnî an jî Freud î
5 Rexneya Sosiyologie, civakî
6 Rexneya dîrokî.”16
J.Starobinsky di pirtûka xwe de rexne weha rêz dike bê ku tu navî li
wan bike, aya dibistan e an jî rêbaz in, an jî bîrdozî ne, lê bêhtir
bi ser theoriya toreyî ve diche, ji ber dibêje: „ çendî rexnegir xwe
bi rewşenbîriyê dewlemend bike dê bizanibe çawa guhertin di
theoriyan de çêdibin û guhertinê li têgehiştina berhemên toreyî de
dikin“17
Lewra jî weha rexneyê û şêweyên wê rêz dike:
1 Rexneya Sosiyologie civakî
2 Rexneya şirovekirina derûnî
3 Rexneya Strukturalîzim û post strukturalîzmê
4 Rexneya diyardeyî „ Phinominologie“
5 Rexeneya zimanevanî.”18
Baxtîn yek ji wan ên ku bi hişekî vekirî li toreyê temaşe dikir bê
ko ta bi dawî bête hesanbkirin li ser dibistanekê, qonaxên ramanî ên
rexneyê weha dît:
1. Phînomînologie
2. Sosiyologie
3. Linguistik
4. Dîrokî
5. Poetik.
Lê stûnên karê rexneyê li ba Baxtîn weha bûn:
- Daneheva hemî hebûnên madî û dubare lêkdana wan di ajotineke
siyaqeke dîrokî de.
- Bikaranîna ravekirinê bi alîkariya zagonên civakî, derûnî û
biologie jî
- Şirovekirin rêka diyalogê ye ku azadiya mirovane bizîvire.19
Li vir Baxtîn û Sartre digihin hev ko „ Wate azadî ye, ravekirin
bikaranîna wê ye.20
Ji hêla rexneya Simiologie ve jî rola Umberto Eco ji bîr nabe, ko ew
li nîşanan diger û di rêya nîşanan re, deq ji hev dixe û dîsan
lêkdide. Grûpên mîna Tel Quel û J.Chirstiva jî ko ji hêla
Intertextulitè „ Hevdeq= Hevheyber“ ve roleke wan î berçav heye, ko
ew jî mîna N. Frey dibêjin hebûna deqên kevin ên ên nû de tim heye û
pêdiviye berawird bibe „ daneberhevkirin“. Nûnerê rexneya nû li
Italiyayê Benetto Croce pêramandina ko di hundurê rêbazekê an jî
ekolekê de rexneya toreyî binivîse hilnabijêre, lê daxwaza pêkanîna
alavên nû di nivîsîna rexneyê de, ku serbixwe û azad bin û nekevin
bin badora tu hêlan.21
Di postmoderinîzmê de, têgeha rexneya toreyî ji bo lêpirsîna nirxan
di toreyê de, tête bikaranîn.
Postmoderinîzim rexneya toreyî celebek û zayendekî toreyî dibîne û
weha lê temaşe dike, ji ber wisa jî lêkolîna di vî babetî de,
dubarekirina rûdanên zimanevanî dibîneû mîna durv û nîşanên têgehan
dibîne û wisa jî rexne=Tore di astengê de dibîne.
Li vir Nûser= xwêner= rexnger e.
Jürgen Schiewe di sala 1998an de li ser xwêne”Rexnegir” di mijara
xwe de got: “dîrok zimanê rexnengirtinê ye, ko lêkolînên nû rexneyê
mîna rêbazekî toreyî dibînin, lê bi dûrv û qalikekî nû” 22
Rexne di toreya kurdî de:
Bo her dosttoreya kurdî diyar e, ka çima ta niha rexneyê cihê xwe di
toreya me de negirtiye. Belkî pir rewşenbîrên qedirgiran ta îroj jî
dibêjin “ bela bi kurdî, ko çawa jî be”. Lê gelo eger em li paş xwe
bizivirin, em dê nebînin ka çendî ziyan ji ber vê hevokê gihaye
toreya me, bê ku em astengan jî i bîr bikin?!
Bo em vegerin babeta xwe, ka kengî, di kîjan belgeyê de, û kî gotar
nivîsîne, ko em navê rexneyê li wan bikin, li gor wan pênasînên jor
ên me nivîsîn!.
Ez dê bi lez û bez behsê tişta ko di vê dema kurt de, pê agahdar bûm
bibêjim, lê dê li ser 2 pirtûk ji wan sê pirtûkên ko ta niha derketî
rawestim.
Piştî geriyaneke li gotar, têbînî û pirtûkên rexneyî bi zaraveyê
kurmanjiya jorîn li başûrê rojava, me dît ko hijmareke baş ji gotar
û têbîniyên rexneyî curecur di kovarên kurdî de belav bûn, lê
mixabin nehatine serhev, ko bibin hêzek û bandora xwe li toreya
kurdî bikin.
Her ji destpêka weşana kovara Hawarê de û di himara yekem, rûpelê
5an seydayê hêja Dr. Kamîran Bedirxan gotarek bi navê “ Edebiyata
welatî” nivîsiye. Dr. K. Bedirxan di gotara xwe de, bi sivikî
dihingivê rexneya sosiyologie, dema dibêjê” Edebiyata welatî, ew
edebiyat e ko ji jîna miletî, ji hiş û dilê wî, ji stiran û laje yên
wî hilêt. Kaniya wî dilê milet, hiş û heyata wî ye Her wekî nas e,
fikr û his di dora zimanî de dêgehînin hev, û her ziman û fikr û
hisên xwe û awayê gotina xwe bi xwe re hildigire û ew pê rediguhêzin,
û pey zimanên xwe dikevin” 23
Ji ber ko Hawar destpêk bû, lewra rexne tê de kêm bûn. Belkî kem
nivîskaran pir agah ji toreya cîhan û ya kurdî jî hebû. Lê dîsan
rûpelên Hawarê ji vî celebî ji toreyê bêpar nemane, seydayê
Cegerxwîn, di hijmara 22an de, li ser hespên xweşxwanên kurdî
gotarekê dinivîse û tê de diyar dike ku hespên xweşxwanên kurdî 4 in
û weha dibêje: “Tu bizan ji rê ve hespên xweşxwanên kurdî çar in.
Ê çeleng û ê laxer û ê sivik û ê rewan. Hespê çeleng du gavan davêje.
Hergavekê pênc movik tê de hene. Ê laxer du gavan tavêje. Hergavekê
şeş movik tê de hene.Ê sivik du gavan davêje û hergavekê heft movik
tê de hene. Ê rewan du gavan davêje û hergavekê heşt movik tê de
hene. Ez hêvî ji heval û hogiran dikim eger kêmaniyek di hespên min
de dîtin bire rast bikin û derbas bin çiku hespê çê bi ketinekê
fihêtkar nabî”24
Rexne û gotara herî balkêş di zimanê kurdî de di salên 50î de, ku bi
rastî wek rexne mirov dikare nav lê bike û wek destpêka rexneya
kurdî bihesibîne, pêşgotina hêja Dr. N. Zaza, ko ji Dastana Memê
Alan re nivîsî bû. Dastan Memê Alan, ji hêla çapxana Kerem li şamê
hatibû çapkirin. Di vê pêşgotinê de, Dr, Zaza balê dikişîne li ser
beramberhevkirina metolojiya Girîkan û yên miletên din û kurd jî û
nimûneyan tîne ko pir nêzîkahiyê li Memê Alan dikin. Dr.Zaza bi
hosteyî li ber buyer, cih, amaje, nîşan û liva dastanê radiweste. Ev
şêwe rexne, ne gelekî kevin e di cîhanê de, belkî hinek guhdar
bibêjin, ko ev berawerkirin e, lê ez dibêjim nexêr navê wê rexneya
li ser rêbazên Hevheyberiyê ye ( Intertextualitè ye, ku pêşî N. Frey
û di pey re salên 80 û 90 J. Kristiva, û grupa Tel quel û digel wan
jî rexneya simiolojî ku Barth, Pier Jiro û ta radeyek Derrida jî
meyldarê vî cureyî rexneyê bûn. » Ewropiya berî me qiymeta wê
Naskirine(Memê Alan » û lez dane xwe ku vê destana evîneke pak û
bilind, bi laş û bi gewdebûna rûçikên miletê kurd ên berztir, bêxine
pêş xwendewarên xwe.
Dr. Zaza di dema xwendin û guhdariya xwe ji vê Dastanê re, bi
hûrbînî lê temaşkir û pirsên mezin li hemberî wî derketin wek wî
bixwe gotî û ew pirs bi nav kirin:
1. pirsên dîrokî “ bingehê wê ji Isa Pexember pir wê da ye”
2. Dîroka qehremanên Destanê” Di wexta mezinahiya Iraniyan de,
dewlemendiya imperetorên wan bê payan bû. Padîşah carnan Furs û
carnan kurd bûn..”
3. Rewşa edebî . “em dirêj nakim. Eger em bigerin hîn pir tiştên
hêjatir dikarin peyda bibin“
4. Pirsên civakî
“Di vê pêşgotina xwe ya dirêj me xwest dewlemendiya çîrokeke
kurdîbêxine ber çavan. Di Memê Alan de, hîn pir tişt heneku divê
bêne derskirin. Me bi tenê di vî warî de rêyeke biçûk vekiriye”25
Ji bilî dı wan gotaran de jî pır gotar dı kovarên din de hene, eger
bibûna bıngeh dikarîbûn bibin bınaxeyeke baş ji bo rexneya kurdî, lê
mixabin ta niha negehaye hev. Kovarên mîna Stêr, Aso, Zanîn, Pirs û
yên din, pır gotarên bi nirx himbêz kirine.
Bêguman li van demên dawî jî hindek berhem hatine weşandin û hin di
kovar, û malperê Internêtê têne weşandin. Ji xwe pirtûk li ser
tiliyan têne jimartin. belkî pirtûka seyda, Deham Ebdilfetah “
Nerînek rexneyî” ko li ser behemên çend helbestvanên başûrê rojava
ye, di destpêka salên 1990î de li Şamê hate weşandin û di pirtûkên
seyda Heyder Omer, yek ji wan li ser Cegerxwîn e û ya din, li ser
seyda Osman Sebrî ye. Herdû pirtûk jî ji çarçewa lêkolînên şêweyên
dibistanan derneketine. Ew gotar, an jî sirincên rexneyî, ko di
malperan de têne weşandin, bêhtirîn ên wan nahingivin deq, lê
dihingivin nivîskêr.
Rexnegirekî baş çi dike?
Rexnegirê baş berê xwêner berbi pirtûk û gotara xwe ve dibe xwêner
vedixwêne xwendinê. Çirîskên pêşîn ji pirtûk destnîşan dike, ev
çirîsk dikarin çirîskên dîrokî, zimanî an jî her heyokeke ku
taybetmendiya nûser balkêş dike, ji bilî ko rexnegir bi xwe jî xwedî
rêbazekê be di nivîsîn de û zimanekî di asteya lêkolîn û rexneyê bi
dest xwe ve bîne.
Di civatên paşketî de, peyva rexne tim bi hêla neyênî û xerab
vebestiyayî ye, tevî em dizanin ko rexne ne weha ye, belê nirxandin
û nirxpêdana berhem an jî deq e.
Rast e erkê rexnegir girêdana têkiliyan di navbera xwêner û berhem
de ye û ronîkirina quncikên tarî di deq de ye, lê nayê wê wateyê ku
pêdiviye ta bi derziyê ve bike, çimkî êdî em li vir dê pêrgî
xwênerekî bêkêr bibin.
Li def gelek rexnegiran mîna R. Barth „xwêner bi xwe nivîskar û
xwêner û rexnegir e“ 26 .
Pêdiviya rexnegir binivîse bo çî berhemê li ber daye ber nirx û
lêkolînê û ziman û navroka berhemê daye ber lêkolînê ravebike,
ji bilî wisa jî divêt li xwe bipirse aya wî ev berhem di demeke bo
wî baş de xwendiye?
Aya bandorê derdorê lê hebûn? Bi wateyeke din pêdiviye rexnegir li
xwe mukur bê ka dema wî rahêjte vî berhemî di çi rewşê de bû, an jî
ew agahiyên têra rahiştina berhem bi dest xwe anîne?
Rexne ne ev berhem baş e an jî nebaş e, belê şirovekirin û xwendina
element û regezên ko di nav xêzan de hene ne di xêzên nivîsî de.
Wate regezên nebeşdar amede bike.
Di dawî de dixwazim lîsteya daxwazên Adorno li jêr binivîsim çimkî
behwer im ev daxwaz bo her rexnegirekî û her demê dibin:
„ Pêdiviye nûser rexneyê van xalan pêk bîne:
1. autonom be serbixwe
2. bi hûrbînî û çavsorî li berhem seyr bike bê ko bigihe sînorê
kesayetiyê. Tenê di çareçwa tore û berhem de bimîne.
3. pêdiviye di zeviyê ko rexne lê digirê agahdar û ta radeyekê
rehber be, di hunera berhem de têgehiştî be.
4. pêdiviye bandora hukmên hineke din lê nebe.
Toreya rexnegir:
1. aste û qalîteya wî bilind û berz be
2. bi civakê re rast û hevdem be” têbînîyên min li vê xalê hene”
3. girêdayî pîşê çandeyê be
Karê wî kartêker be:
1. Hêdî hêdî baweriya xwe biaffrîne, ango piştî xwendina berhemî.
2. Pêdiviye rexne mîna toreyê li gor pêveçûna civakê bête dîtin û
tegehiştin“.27.
3. „pêdiviye rexnegir amade be, bîr û rayên cuuecur ji hev derbixe û
nekeve bin kartêkirina tukesî ta bigihe wê radeyê xwe ji
desthilatdariya xwe bi xwe jî rizgar bike.“28.
Rexne bi hêztir dibe eger, rexnevan agahiyan li ser mtêbîr, raman û
berhemên nûser bizanibe, çimkî barê wî sivik dibe û çirîskan bo
xwêner ronîtir dike.
Ji bilî wilo çend têbîniyên teknîkî hene gereke rexnegir jibîr neke.
Navê jêderan, weşanxane, sala weşanê, cihê weşanê, hijmar û pîvanên
pirtûka ko li ber nirxandinê ye hijmara rûpelan, navê nivîskar.
Tiştekî din pir giring heye, pêwîste rexnegir xwe dûrî
taybetmendiyên kesayetî ên nivîskêr bike û rêzê li nivîsîn, nûser
bigire û ew bi xwe jî xwedî bingeheke rewşenbîrî û stîlekî taybet û
pal bide ser bingeh û stûnên Zanistiya toreyî.
Jêder
¹www.wikpedia.org. Wahrig elmanî
²Rexneya toreyî di sedsala 20an de, Jean Yves Tadié . Erebî, werger
a Dr. Qasim Meqdad R.19 şam 1993 belavokên wezareta Rewşenbîrî
³ Rexneya rexneyê Zivitian Theodorv, erebî. W. Samî Swêdan( Merkez
Alimai,i liqewmî Beyrût 1986 R.10
4. Jêdera ³ R.10
5.Rexneya rexneyê Zivitian Theodorv, erebî. W. Samî Swêdan( Merkez
Alimai,i liqewmî Beyrût 1986 R. 20
6. Rexneya toreyî di sedsala 20an de, Jean Yves Tadié . Erebî,
werger a Dr. Qasim Meqdad R.17. şam 1993 belavokên wezareta
Rewşenbîrî
7. Literarischer Fachbegriffe, s. 294, Definitionen u. Beispiele
Otto.F.Best.Dez 1991, Fischer verlag.
8. www.wikpedia.org
9. Rexneya rexneyê Zivitian Theodorv, erebî. W. Samî Swêdan( Merkez
Alimai,i liqewmî Beyrût 1986 R. 9
10.Hunera Romanê komek gotar û hevpeyvîn, bi elmanî ji Ferensî
Brigitte Weidmann. W.xana Fischer. 1989 Frankfurter am Main r 31.
11.www.wissen de. Wahrig.
12. Literarischer Fachbegriffe, s. 294, Definitionen u. Beispiele
Otto.F.Best.Dez 1991, Fischer verlag.
13. www.wikipedia.org/ wiki Literaturkritik.
14. .Jean Starobinsky/ La Relation Critique, bi erebî wergera
Bedreddîn Al-Qasim weşanên Wezareta Rewşenbîrî şam 1976 R. 7
15. bi erebî ji W. Dar Tobîqal, wergera Ebdul Ezîz bin Erefe, Tore
an jî Dîrok, sal 1987, r. 94
16. Rexneya rexneyê Zivitian Theodorv, erebî. W. Samî Swêdan( Merkez
Alimai,i liqewmî Beyrût 1986 R. 128-140
17. Jean Starobinsky/ La Relation Critique, bi erebî wergera
Bedreddîn Al-Qasim weşanên Wezareta Rewşenbîrî şam 1976 R. 7
18.Jean Starobinsky/ La Relation Critique, bi erebî wergera
Bedreddîn Al-Qasim weşanên Wezareta Rewşenbîrî şam 1976
19. Rexneya rexneyê Zivitian Theodorv, erebî. W. Samî Swêdan( Merkez
Alimai,i liqewmî Beyrût 1986 R. 11
20. Rexneya rexneyê Zivitian Theodorv, erebî. W. Samî Swêdan( Merkez
Alimai,i liqewmî Beyrût 1986 R. 11
21.www.literaturkritik.de / Prof.Dr. Fee-Alexandera Haase : Kritik.
22.www.literaturkritik.de / Prof.Dr. Fee-Alexandera Haase : Kritik
23 Hawar Hi. 1 R. 5 sal 1932
24.Hawar 22. sal 2. Yekşem. 1.tîrmih pîtên erebî.
25. Memê Alan, pêşgotin Dr. N.Zaza “ çîroknivîs.
26.Nivîsîn di pileya 0 de.
27.Adorno Noten zur Literatur Suhrkamp, 6. Aufl., Frankfurt/Main
1994, Or.-Pp., S708 S.87.
28. Theodor W. Adorno - Studien zum autoritären Charakter. Suhrkamp,
6. Aufl., Frankfurt/Main 1994, Or.-Pp., 708 S S.125.
Têbînî: Ev kurte lêkolîn, di rojên kultûra
kurdî li Amedê 12/2004 hate pêşkêşkirin
|