Di bin navê (strana
dîlanê) de şeva sersalê li bajarê Swîserî Lozan (Lausanne)
ahengeke mezin li dar ket. Di vê ahengê de kalîgrafê fransî yê
navdar Morîs Bêjar (Maurice BEJART) û bi hevkarîya dora 50
dîlanvan û leystikvanên şanoyê Zerdeşt li ser muzîk û stranên
pirranya gelên cîhanê rakirin dîlanê, ji Rîşar Vagner (Richard
WAGNER)[1]
ta bi Nûredîn Razavî (Nourradin Razavi)[2]
.
« Zerdeşt dîlanvan
e » li ser sehneyê Nîtşê (F. Nietzsche)[3]
bi vê hevokê Zerdeşt dide nasîn û çîrok bi mar û bazekî ku li dora
Zerdeşt hêlan û dîlanê dikin bi rê dikeve. Zerdeşt xwe bi agir û
sêgoşeyekê hildipesêre û muzîk û dîlan mirov ji xwenekê diavêjin
yeke din û ji perçeyekî ji rûyê erdê çe dike yekî din û ji nav
miletekî derbasî nav yekî din dike.
« min pirr caran
dîlan kir » Zerdeşt dibêje û gewdeyê xwe yê xurt û nazik,
lihevhatî û nerm li ser muzîka Entonyo Vîvaldî (A.Vivaldi)[4]
li ba dixe û dihêle ku her tamarek ji laşê wî bibe stranek û
çîrokek.
Zerdeşt hewil dide
ku derdor, çîrok û jîyana xwe bi rêya dîlan û mûzîkê bi yên beşdar
bide nasîn. Ew mirov, bê hemdî wî, kaşî dîlana xwe dike û dilê
mirovî bi rîtma liva Zerdeşt re lê dide.
Zerdeşt ji
jidayikbûna jîyanê dest pê dike û di ser şev, av, ba û agir re
derbas dibe lê ew ax û xwînê ji xwe bîr nake.
Zerdeşt erdê wek
gogekê li ser destê xwe dizivrîne û her ku çavên xwe dibe ser
cîhekî, dîlan û muzîka miletê wî cîhî dest pê dike, ew me li
tevahîya cîhanê digerîne. Cîhana bi leşker, ceng, xweş û reş ;
cîhana mirov, mirovê ku carne hov e û carne perî ye, mirovê ku ji
xwîn û gîyan û pakî û qirêjê hatîye lêkirin.
Gelek leheng, bûyer
û çîrokên nesereke jî dîlana Zerdeşt û (leşkerên) wî yên nazik û
giyan tenik zengîn dikin û bêhtir ji 25 perçeyên mûzîk û stranê,
dîlana Zerdeşt germ dikin. Nîtşê, bêjar, Vagnir û yên din me li
hember Zerdeştekî ku dikare li Flamînko guhdarî bike û li ser
Tango dîlanê bike disekinînin û rûyê mirovane yê vî hekîm,
pêxember û feylesofê zemanê xwe raber me dikin.
Zerdeşt dixwaze ji
me re bibêje : mirov bi dîlanê dest pê kir ta gewdeyê xwe ji
xerabîyan vala bike. Ew dixwaze ku her mirovek bibe pêxember û
feylesof û nîv-xwedêyekî aştîyane.
------------------------------
[1]
Muzîkarekî Elman
e (1813 - 1883) bi xwe muzîk û çîrokên opêrayên xwe diafirandin
û wî bi xwe jî ew ji bo şanoyê amade dikirin.
[2]
Dengbêjekî Faris e (1935 …) wek yek ji mezintirînên dengbêjên
muzîka farisî ya kilasîk dihêt nasîn.
[3]
Nivîskar, fîlosof û zimanzanekî elman e (1844 - 1900) bi
rexneyên xwe yên li nerxên felsefî, olî û çelengî (esthétique)
yên rojavayî tê nasîn.
[4]
Muzîkar û kemanvanekî Îtalî ye (1678 - 1741) bi opêra û muzîka
xwe ya urfanî dihêt nasîn. Wî roleke mezin di warê muzîka
instrumental de leyîs