|
Hoşeng Broka
Bîra girî
Girî I
Tê bîra te…
wexta ku min giriyê xwe,
li ser asîtankên êvara te;
a herî dawî,
ji bîr dikir?
Girî II
Tê bîra te,
wexta ku tu
li dawiya wê êvarê,
mîna hêlîneke
xir û xalî,
rûniştî,
û giriyê min
têra çûyîna navê te,
nedikir.
Girî III
Tê bîra navê te,
katê ku çû,
ku ne ew giha girî,
têêêr,
ji çarşemban re,
biçine;
ne haştkirinê têra giriyê
navê min, kir,
û ne jî
girî,
ku navbera min û te ye,
têr
westiya.
Girî IV
Tê bîra wê çûyîna,
ku bê kêmasî
li navê te,
dihat;
ku mal,
pêxwas,
mîna baranê,
ji bîra girî
dihat;
ku baran,
mîna navê te,
yê dereng,
ji bîra îske-îskên
destên „bûkên derengî zarokan“,
dereng,
dihat;
ku girî,
mîna te,
pir,
mîna çûyînê,
dirêj,
û mîna xwe,
mezin,
ji bîra penceryan,
ji bîra dergehan,
û ji bîra asîtankan,
ku nema diçûn pêjna
destên te,
dihat.
Girî V
Tê bîra navê te,
yê bi girî,
wexta wî bajarê
berî bostekê ji xewê,
ku çîrok,
weha
mîna stêrkên xemgîn,
diweşiya
navbera herdu destên me:
„hebû nebû
tiştek
ji girî mezintir
nebû
………….
……..
heq navê girî“
Girî VI
Tê bîra navê te;
yê ji girî
û wêdetir,
ku te
naqos û naqos,
girî,
ji yekşemên navê min
diçinî;
ku te
minare bi minare,
în,
li giriyê navê min,
yê ji nimêjeke xir û xalî,
hişyar dikirin;
ku te
serdangeh bi serdangeh,
„Berat“,
mîna giriyekî sipî,
di paşila
çarşemban
û goristanên li ber êvarê de,
vedişartin.
Tê bîra navê te,
ku
„mihrên mezin“,
„firîşteyên mezin“
„cihên mezin“,
„demên mezin“
û „Xwedayên mezin“,
derengî wî,
bêriya hindekî ji navên xwe dikirin,
derengî wî,
bêriya hindekî ji poşmaniya destên xwe,
dikirin,
û derengî wî,
bêriya hindekî ji wexta çûyîna
bi dizî,
ber bi pirrê giriyê xwe ve,
dikirin.
Girî VII
Eger li hev hat
û ez
mîna wî bakurê
zarok,
yê ji kemînekê nêzîktir;
bakurê ku ji tozê diçû tozê;
ji têlên derrehî diçû têlên derrehî;
ji „Bagokê“ diçû „Bagokê“;
ji xwîna poşman diçû xwîna poşman;
û ji keskê şehîd diçû keskê şehîd,
ji laşê te;
yê berî sêvan re,
bûm bîr,
û destên te;
yên ji destpêka avê
û lavlavkê,
bejna min
bilind…
bilind..
û bilind,
stiran.
Eger li hev hat
û destên te;
yên ji silava zeytûn û zeyzefûnan,
ku te di payîza
destên min de,
ji bîr kiribûn,
careke din,
mîna ximaveke melûl,
li te vegeriyan.
Eger li hev hat
û pencereyên te;
yên ji pêjna
yarên
li ber
êvarê;
yarên li ber baranê;
yarên li ber kevokan;
yarên li ber awêneyan;
yarên li ber sêvan;
yarên li ber gîhê;
yarên li ber gunehan;
û yarên
li ber „Vodkayê“
xiştaxişta pêkên min,
yên ji dûr,
ji dûr
û
ji dûûûr,
gotin.
Eger li hev hat
û çavên te;
ku ez her roj
bîst û çar pencereyan,
di bîra qehwehiyê wan de,
navê xwe ji bîra ketinan
hildikim:
qehwehiyê ku ji wî û pêde,
xwîna min,
sînor û sînor,
dihate hildan;
qehwehiyê ku ji wî û pêde,
navê min,
fereh,
diçû nimêjê;
qehwehiyê ku ji wî û pêde,
navê Xwedê,
mezin,
diçû girî;
qehwehiyê ku ji wî û pêde,
aliyên mezin,
zelûl,
diçûn ava;
qehwehiyê ku ji wî û pêde,
hicrik digihan wexta civanê;
qehwehiyê ku ji wî û pêde,
destên min bêriya destên te dikirin.
Eger li hev hat
û wî qehwehiyê
ji xilwetgiriyê heta bi xilwetgiriyê,
ew çav,
mîna du stêrkên dereng
weşiyan
destên şevê.
Eger li hev haaat
û wî bakurê gonê;
wan sînorên gonê;
wî “Bagokî”;
wî keskî
û wê xwîna poşman,
ya gonê;
wî qehwehîyî,
wan stêrkan
û wan çavên gonê,
wisa kûr
tu giriyayî,
wisa dirêj
tu giriyayî,
wisa fereh
û pan
tu giriyayî,
wisa kesk,
û wisa şêrîn,
dîsa
û dîsa
û dîsa
tu giryayî.
Eger li hev hat
Û……
* Ji pirtûka nebûyî, ku dê li jêr navê „ Bîra
ji navê te heta bi navê te“, biçe bîra weşanê.
hoshengbroka@hotmail.com
|