|
Ebdulrehman Efîf
Li porê te disekinim:
Sêvek ji tiliya te
Teyrek ji lêva te-
Û difetise
Mûma te li ser baskê wî
Û qehwexaneyek tu lê
Lê vêketî
Li nêzîk
Dil
Na-
Baran bi ser bejna te
Barana evînê
Çû şewq
Tu sekinî û giriya
Keştiya çavên te
….
Tu miriyî
…..
Ev berf sînga min
Û hêsirên min
Lêva hevala te mişt xwestin
Memikên te sor
Qemîsê wê
Noqa te
Ba li riyê
Dilorîne û dimeşîne
Ba li porê te
Û tirên diçin
…
Ax helbestvanê
Evîndar serxweş di şevê de
Evîn nû ye..
|