rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:36

 

 

Evîn şahê hemî welatan e
Cankurd


Teviya bajêr li bin balkona wî bû
Lê ji wî ve dûr dixuya
Tenê çemekî biçûk ê hêdî-hêdî di nav re diherikî
Ji wî ve nêz bû
Pir nêz bû
Wek damarek a şîn dilê wî…

* * *
"- Ro pir mezin e
Ji wê mestir tiştek tune…"
Şagirda panzdeh salî û porzêrîn tiliya xwe Hilda.
"-Mamoste, ma hîç tiştek ji royê mestir tune?!"
"-Li min biborînin…biborînin…
Tenê hezkirin jê mestir e."
Û çavêd wî yên pîrbûyîne yekser şil bûn.

* * *

Sînor û serhedên zeviyan hene
Yên bax û baxçeyan hene
Yên mîrnişîn û welatan hene
Lê sînorên evînê tune ne…
Evîn welatê bê sînor e
Baxê bê tixûb e
…û Zevînê bê serhed e.

* * *
"- Gava tu di ber mezelê Şêx re biçî,
Devê xwe bigir, nepeyive û nekene."
Va gotina dayikê dîsa hat bîra wî.
Li rûyêd hogiran nêriya,
Yek û yek di ber mezelê Şêx re derbas bûn.
Ji tirsa şêx, tev wek miriyan zer bûbûn
Ji nişka ve keniya…
Kenê wî bi ber zinarên newalê ket.
Lê ji wî pê ve
Diyar bû, ku kesekî kenê wî nedibihîst
Giş li pê mirî bûn.

* * *

Bûyer:

"Tozek mejiyê te heba
Te wilo nedikir!."
…û destê xwe da ser pişta wî
Bi derve de têve da.
Li derve tenê heyvek rûpaqij û berken bûyî
li wan dinêriya.
NAME:

"Eger li şûna min bavê wê ba..
Tu yekser dikuştî, tu parçeparçe dikirî."

Hefteyek derbas bû…
"Tu çawa wilo bêtirs hatî razanga min?
Ma tu şêt bûyî?..
Di wê şevê de
Ma evînê tu kûr kirî?
Dayika min ji zû ve tu dîtibû…
Ew tirsiya bû, ku tu ji hembêza min dernekevî.
Silavek ji dil."

Name du car dî xwend
Da ser dilê xwe
Gelek caran maç kir
…û avêt nav kizotên agirî…

* * *

Bo her demekê şahek heye
Bo her welatekî şahek heye
Lê hezkirin şahê her deman û hemî welatan e…

* * *

"Tu çima kezeba dayika xwe reş dikî?
Tu keça mamê xwe nabî
Çavê te her li keça taxa jorîn e…"

"-Dayê kezeba te ji zarotiyê de reş e.
Hîngê ne ez hebûm, ne keça taxa jorîn…
Erê dayê..kezeba te ji berê de reş e
…û ya teviya mirovan jî."

* * *

Teviya êvarê
Li ser sewkiya malê
Li bin heyvek çardesalî
Ji gundiyan re şirove kir
"Zevîn wek goyekê ye
Gilok û gilover e…"

Lê kesekî bawer nekir
Pirsek ji girê reş mestir her hebû:
"Çawa ewên li aliyê binî
Ji zevînê ve nakevin?."

Nîvşev
Li ser doşeka xwe ya rêxistî
Li bin stêrkên kadizê
Westayî û pîrbûyî
Xwe dirêj kir û cigareyek kişand
Dawî gote wan stêrkên, ku bi milyonan dilivlivîn
…û çav tijî pirs bûn:
"Ez im yê şaş..ez im yê şaş.."
Nivîn kişand seriyê xwe û di xew ve çû…
Xewek kûr û dirêj
…û carek dî seriyê xwe ranekir.







 

 


 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE