rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:36

 

 

Xewn

Helbest: Mihemmed Efîf Huseynî
Werger: Besam Mustefa


Di alan de te dibînim ..
Alên ziyandar û
Yên li ser turman
Di tariyê de te dibînim..
Di atomên berbangê de
Di qeheweya sibehê a pirçûmbûyî de
Di gulê de dema diçilmise..di şînê de ..
Di neynikeke buhurtî de
Di perdeyên firindeyê birîndar de ...
Di buxbuxa kevokan de ...
Di zengezenga zingilan de, te dibînim ...
Di çarçevên nexwşxaneyan de ...di dermanên
Lezok de ...
Di hebên hedirandî de ..
Di derfeşa bêyî al de ..di babelîska nozdehan de ..
Di nav toza leşkeran de
Di piyala meyê de, ..di zeleta sibê û
Xilmaşiya yê nexweş de
Di gumlekê şîn de ..di pişkoka wî ya
Windayî de ..
Di hemî deman û hindek cihan de
Te dibînim
Bihna memikên te ..û pirça sivik ya binçengê te
Gavên te yên ji çivîkin piçûk û ..
Nediyariya te ya ku ez wê dibînim .









 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE