rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:36

 

 

Qamişlo jî bi Amedê re ye!

Tariq HEMO
tariqhemo@hotmail.com


Bûyerên van rojên dawî li Amed û çend bajarên din ên bakurê Kurdistanê û kuştina ciwanên kurdan ji aliyên hêzên ewlekarî û artêşa tirk, careke din pirsgrêka gelê Kurdistanê da pêş û hemû “reformên” hikûmeta AKP û derdorêrn wê vala û bê wate derxist…

Hikûmeta tirk bi biryardayina kuştina zarokên kurdan rûyê xwe yê rast nîşanî hemû cîhanê da. Bi gule barandinê pêşwaziya xwepêşandêran kir. Çekê kîmyewî li dijî şervanên Hêzên Parstina Gel HPG’ê yên di rewşa agirbestê de bûn, bikar anî, Tayyîp Erdoganê ku berî çend mehan xwe mîna “kevoka aştiyê” nîşanî cîhanê dabû û bi “çareserkirina pirsa kurdî” soz dabû gelê Amedê, îro bi banga kuştina zarok û ciwanên Amediyan diqîre û hêzên artêş û ewlekariyê bi ser mal û milkên kurdan dajo.

Bi kuştina12 ciwanên kurd, weha dixuye ku Erdogan serî li ber eskeran danî ye û çarenûsa welat dîsa radestî kesên serokçete mîna Yaşar Buyukanit kirî ye. Asta mêraniya Erdogan tenê li Amedê di tarîxa 08.08.2005 an de rawestiya, pişt re wî “dosya kurdan” da destê eskerên xwedî panzer û çekên kîmyew. Mirov dikare ji dîmenên van rojên dawî çend dersa werbigre:

1- Serhildana gelê Amedê û bajarên dîtir û xwedîderketina li şervanên kurd wê yekê destnîşan dike, ku asta welatparêzî û fedekariyê li cem gel pêş ketiye û ji bo mafan û çareseriyê, ne tenê Tevgera Azadîxwaza Kurd, lê gel jî xwe dide pêş û xwe mîna muxatab dibîne.

2- Rabûna ser piyan ya bajar û bajarokên din yên bakur Amedê tenê nehişt. Lê li bajarokên bakur û kurdên metropolan jî serî li himberî siyaseta kuştina zarok û ciwanan hildan.

3- Tevgera Azadîxwaza Kurd xwedî hêz û gotin e. Tevî hemû bangên aşîtî û çareserkirinê jî, dikare “kolana kurdî” têxe liv û tevgerê, ew kesên ku “teyoreyên têkçûne” vedigotin û xewnên “qedandina her tiştî” didîtin, îro li gel dewleta tirk li himberî vê pêla berxwedanê matmayî mane.

4- Rastiya “reformên” tirkan li cem hemû cîhanê hate dîtin û hemû kesî dît, bê çawa zarok bi guleyên eskeran tên kuştin û hikûmet jî destekê dide mêrkujan û mîna rêxistina çeteyan wan ji hemû lêpirsînan diparêze.

5- Tevî xemsariya alavên ragihandinê yên kurdan û serdestiya siyaseta “heremparêziyê” ya hinek aliyan li vir û wir, lê saziyên ragihandinê yên girêdayî êşa gel, mîna ROJ Tv û Radio Mezopotamya û rojname û malperên din, dîmen kêlîkên dawî deqe bi deqe ragihandin, loma bûn hedef ji dewleta tirk û bêbextiyê wê re. Di van rojan xemxwarên kurdan û kesên vala û betal ji hev hatin kifşkirin.

6- Dengvedana serhildana Amedê li her çar parçeyên Kurdistanê. Dîsa wek her car başûr rojavayê Kurdistanê (birayê biçûk û nalbend) xwediyê dengê herî bilind û berz bû. Di dema ku guleyên zebaniyên Erdogan û Buyukanit sîngên zarokên kurdan qul dikir de, bi sedan ciwanên kurdan li Qamişloyê bi yek dengî diqîriyan: “Amed ne bi tenê ye, Qamişlo jî bi wê re ye!” Ciwanên kurdan her weha li heremên Dêrik û Efrînê jî piştgirî nîşan da. Serhildana Amedê ew mesaj da, kurd hîna li ser xwe ne, li dû doza xwe ne, li ser xwesteka çareserkirinê û muxatebgirtina birêz Abdulah Ocalan bi israr in. Ji xwe piraniya xwepêşandêran jî ciwan û zarok bûn, ev yek nîşana vejînê û berdewamiyê ye. Dewleta tirk jî ev mesaj baş xwend, loma Erdogan ji bo çavtirsandinê biryara kuştina ciwan û zarokan da…

Ev nivîs di rojnameya Yeni Özgurpolitika de hatiye belav kirin.



 

 

 

 


 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE