rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:36

 

 

Çarde mûm li şevên Amedê bûn mêvan

Salih Cefer


Her sal meha adarê bejna xwe ji kurdan re dixemilîne, geh bi kesk û sor û zer û geh bi rengê xwîna evîndarên welatê xwe.
Adara 2006 an li şûna gul û gupikan gulle û fişek diyarî xelkê me kir.
Adar, destpêka buharê ye, destpêka geşbûna xwezayê ye, lê bo me bû geşbûna kul û keser û hesret û derdan.
Îsal dîsa adarê xemgînî xiste dilê me.
Çarde dilên dayikan hatin şewitandin.
Çarde gul bi destê dijminan hatin qurçifandin.
Çarde hêvîyên ciwan hatin beravêtin.
Çarde stêr ji ezmanê xewnên me hatin rijandin.
Çarde mûm di tarîya şevên amedê de hatin vêketin.
Çirûska wan mûman ji amedê bi bayê kesera dilên dayikan re li bajarên din belav bû.
Ji çarde mûman bû çil û ji çilî bû çarsed û çarhezar bû çilhezar û û û û û û û û.
Adara 2006 an mizgînîyeke nû bo kurdan anî, mizgînîya zayîna serîhildaneke nû.
Amed piştî serhildana Qamişlo dereng nema û serê xwe hilda.
Amedê xwe sor kir bi xwîna ciwanên xwe.
Amed îdî bihn teng bibû.
Amed kelîya û kela dilê xwe avêt derveyî sûr û bedna xwe.
Adar û Amedê mezûbanîya çarde mêvanên ciwan kirin.
Amedê mezûbanîya Kobanê û Efrîn û Sine û Silêmanîyê kir.
Amedê dibêje: werin sînga min ji were vekirîye ronahîya mûmên avîndar.
03.04.2006
 

 

 


 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE