rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:36

 

 


Rewal du caran xudê dide
Mehmûd Badilî

Di vê mijarê de, em gelekî dûr naçin, tenê em ê bixwazin bidin xuyanîkirin ku çawa zayîna kesayetiya dudiwan destpêdike û rola dayik û bav di berdewamî û pêşveçûna wê de çi ye.

Rewalîtî weke qûnax çi ye ?
Qûnaxa rewalîtiyê ew qûnaxa ku dikeve navbera qûnaxa zarokatî û ciwaniyê de, ew salên ku bi dûv zarokatiya derengî tên û ji sala duwazda de destpêdike, di sala bîst û yekê an bîst û dudiwan de cîbicîdibe. Û gava rewalîtî destpêdike, zarok xwe li pêş qûnaxeke nû di jiyanê de dibîne ku ticaran bi tiştekî ji naveroka (tefasîlê) wê hest nebûye, digel guhertinên bahozî û dijwar ku dibe xaleke despêkî xweş xuya di rewşa wî de, ev guhertin jî ev in:

1- Guhertinên laşî (cismî):
Li vir rewal bi çavê xwe dipelîne ku çawa roj bi roj guhertin di laşê wî de çêdibin û ji bin destê wî difilite, mînak: Dirêjbûn, pehinbûn, deng, por, poz, evana û gelek guhertinên din bi kotekî çêdibin, dûrî vîna rewal, divê ku bi wan re guncaw bibe (Adaptation). Û gihiştîbûn (elbilûx), ew ya tergiztir e ji nîşanên guhertinên laşî teva, ango ew bûyera cinsî ku berz dibe, digel vê rewal hest dibe - di cara yekem de - bi hêzeke cinsî xurt, wî dajo ber bi baldana cinsê dîtir ve, lê bi nerînek nûhîtî.

2 - Guhertinên civakî :
Di vir de rewal hest dibe ku gelekî hewcedar e ta cihê xwe di hundirê civakê de bigire û xwe tê de bibîne, ji ber vêna bixwe ew ê bihêle ku karibe xewn û diltepî û hêviyên xwe bicîbîne, li hember vê jî belku guhdanê yan guhdariyê ji malbata xwe nebîne, li vir her şiyan (ihtîmalat) vekirîne, ku ev rewal tevlî (komekê) bibe û wek penhake xweş, xwe tê de bibîne û pê ve bê girêdan, dû re ev cîwar jê re bibe derfetek jîndarî ku di nav de dilbijokiyên xwe bikarbîne.

3 - Guhertinên derûnî ( saykolojî ) :
Bi kurtî ezîtiya rewal (Ena almurahiq) di vir de nehawsan e (muztereb) û perîşan e (qeliq), ji ber ku dixwaze heyîn û hebûna xwe bi rengekî serbixwe binirxîne, digel ku daxwazên wî jî pir dibin û hinek zêdebûn jî di xwestekên wî de peydadibin, nemaze dema her carê bang dike digel tiştê ku dixwaze, yan pê bang dike, yan li pey bazdide, ev hewldanên han ji aliyê ezîtiyê ve, sedem jê ku xwe bide berçavkirin (isbat bike) û hebûna xwe berz bike digel ku dikare her tiştî bicîbîne - li gor ku ew li xwe dinere - û bi nîgaşekî berfireh dikeve ramanê ku cîhanê tevî ji nexweşiyan rizgarbike û wekheviyê di nav milletan de bicîbike, yan xwe bispêre xwe di vekirina malan de. Ev ezîtiya han bi tevayî li ser wî nuh e û pir mezin e, sedema vê yekê jî bi rastî ew e ku xwe wek her kesê derdora xwe, li xwe dimêzîne û ji bilî wilo jî nabîne û ji alîkî dinê ve tê xewna wî, yan ew ji xwe re dikeve xeyalê -digel dûbarekirina gotina ezîtî (ena)- ku jê re kesayetiyeke serbixwe bicîbîne.

4 - Guhertinên wurûjanî:
Wek me da xuyanîkirin di şîrovekirina guhertinên laşî de ku çawa hêza cinsî bixurtbûn biserdikeve, lewra ev hêza han rewalê diltenik ber bicinsê dîtir ve radikişîne û hestdike ku ev dawî pêwestiyeke lûblûb e (hace mulehe), divê bersivdanê jê re bike, bêguman ev hêz roleke zor mezin li jiyana kesê rewal dike, ta radeyekê ku bi raman û hest û nîgaşên xwe dikeve bin bandora wê, gelek caran êş û jan û azaran dikêşe û hin caran kêfxweşî û şahî û asûdeya (rehetiya) xwe tê de dibîne. Pişt re soza evînî (atîfet alhub) tê xuyakirin û ev soz wî radajo ber bi rakêşandina wurûjanî ya (El-incizab el-infihalî) cinsê dîtir û dixwaze ku herdem li tenişta wî be û bihev re biaxivin û li hev guhdarbikin, ango bên pişavtin di yekbûneke dilovnî de. Ev in guhertinên ku di jiyana zarok de çêdibin û ew dawiya qûnaxa xwe ya bêdeng û biliyayî oxirdike, ta derbasbe qûnaxa ciwantiyê, çi li vir dimîne tenê yê rewal ku karibe di vê qûnaxê de lihevanînê bi van guhertinan re çêke da ku cîbigire û jiyana xwe ya derûnî û civakî û wurûjanî, bi rengekî biliyayî di hedaneke nişmî de berdewam bike. Û çaxa herî giring ji rewal re ku dikeve navbera sala ( 18 - 22 ) an de, salên dawî ji qûnaxê ku nerîn û têkilî û qîm û baweriyên wî hêdî hêdî bi awayekî hoşwer (maqûl) cîdigrin, di vir de rewal lêkolîna ezîtiya xwe ya dirust dike, vêja piştî ku ew guhertin hinekî dihedin.
Li vir zayîna dudwan diçirise, ya ku lêkol (Stanlî Hol) di yek ji lêkolînên xwe de çêlkiriye û ji alîyê dudiwan wê teqezekiriye (takîd), gava dibêje: (di rewalîtiyê de zayîna dudiwan heye), li gor nerîna wî ji me re tê xuyakirin ku mebest ji zayîna yekem hatina zarokê li ser rûyê jiyanê, lê ya dudiwan ew bixwe zayîna kesayetiyê ye.

• Rola dê û bav di avakirina vê kesayetiyê de :
Digel vê yekê em karin bibêjin ku zayîna yekem destpêdike dema zarok qîrîna pêşîn derdixîne û hatina wî li ser rûyê jiyanê ku saxlem be ji her nexweşiyên wîrasî û tenduristî, piştî vê derbasbûna wî di qûnaxa rewalîtiyê de û şapata bersivdana wî jê re.
Li vir, rola herî mezin û giring ya girêdayî bi malbatê ve dimîne ku dikare rolek cuda bilîze di alîyê perwerdeya zarokê de, nemaze rola dê û bav. Vêca li himber vê yekê divê dê û bav bi hev re gelekî agahdar bin û guzîdanek (tewafiq) nişmî di navbera wan de hebe, ta ku karibin bi rola xwe ya perwerdeyî û civakî û ramanî û sincî rabin, ev ji alîkî û ji aliyê din ve divê malbat tev bi hev re li hev bin ta ku karibin jîngeheke (بيئة) perwerdeyî lihevhatî dûrî qerebalix û xirecir û dubendiyê biafirînin, ango zarok çavtirsî nebe û li ser ramanên çewt û tewş xwedî nebe, divê bav û dê qenc bi nependiyên zaroktî hayedar bin û nemaze qûnaxa rewalîtiyê, ji ber ku qûnaxeke hestyar û tengiz e di jiyana zarokê de. Bêguman mebesta me ya sereke ji mijarê ku em di bawerî û sinc û kiryariyên rojane de hayedariyê li rola bav û dê bikin, ta ku herdu jî her yek ji aliyê xwe ve bi berpirsiyarî barê xwedîkirinê û pêşdariyê, di piştegêriya hewcedariyên binyat de ji bo zayîna kesayetiyek pêşveçûyî ve hilgire.
Vêca hewaya malbatê divê ku hezkirin û pevhatin û pend û şêwir û lihevmiqatebûn û lihevbûrandin tev danûsitandin û guhdariyê, gelekî, peyda bibin, pê re pêwendiyên dîmuqratî di navbera bav û dê û zarokan de. Di baweriya min de bêyî van tiştên ku me anîn zimên hîç nabin, heger em bixwazin zarokên xwe li ser sinc û hizir û baweriyên rast û durust xwedîbikin û baweriya ezîtiyê û xweperweriyê û hevkariyê di derûna wan de biçînin û ev bixwe ew ê kesayetiyek lihevhatî û terezû biafirîne, da ku karibe bi xwe re û kesên dîtir û bi derdora xwe re guncawbike.
Li hember vê divê em xweş zanibin ku zarokên îro roj, an yên vê demê pir jêhatî û çavvekirîne, jiber ku tiştên îroj peydabûne di nav destên wan de, di çaxa me û çaxa bav û bapîrên me de peyda nedibûn, mînak tu ji Televizyonê destpêbikî ta internêt û Setelayt û Sêydî û Telefonê malan û yên destan, bi kurtî ev guhertinên vê dawiyê ku çêbûn li cîhanê di bin bandora şoreşa teknolocî û zanistî û pêwendî de, bêguman ev guhertinên nûjen bandora xwe ne tenê li rewşa ebûrî kirin lê belê li sîstema rameyarî û qîm û baweriyên civakî û konevanî û rewşenbîrî jî kirin, li her welat û herêmên cîhanê û herêma rojhilata navîn yek ji wan herêmên berxur e (mustehlike) ku di bin kontirol û bandora wê şoreşê de dijî. Li vir divê em bidin xuyanîkirin ku gelê kurd yek ji wan gelên kevnar e di vê herêmê de, jiber wilo divê em jibîrnekin ku em jî dibin wê bandorê de dijîn, nemaze ku ta nuha em bê welat in û jiber vê yekê dezgeyên perwerdeyî û zanînê û ebûrî li nav me nînin, ji bilî kurdistana başûr û ev bixwe dihêle ku rewşa civaka kurdî paşketî û pergele bimîne ji layê konevanî û civakî – rewşenbîrî û ebûrî ve. Lê digel vê û wê de divê em nasbikin çi dixwazin? Gelo em destên xwe bidin serhev û li ser perîşanî û jankêşiyên zarok û xortên xwe biponijin, yan em hinekî xwe bi êş û perjeng û alûziyên civaka xwe û bi taybetî rewşa xortan mijûl bikin, bêguman ev xala dawîn hin xwestekê wê hene, yek ji wan xwestekan, avakirina dezgehan e, çi civakî, çi rewşenbîrî, lê belku yek bipirse, mane avakirina dezgehan qedexe ye? lê pirsa giringtir di vir de, çawa em dikarin partiyan damezirînin û nikarin dezgehên rewşenbîrî avabikin ?!!.
Digel ku daxwaza min ji vê gotarê ne ez vê babetê gûrbikim, lê di nerîna min de tev de bihevdûve girêdayî ne, nemaze heger em bixawzin nifşê nûhatî li ser perwerdeyek xwedîtî bi bingehên rast û durust avabikin û wek me da xuyakirin rola bav û dê ya giringtir e, lê divê di bala me de be ku ne her bav û dê karin bi rola xwe rabin, jiber rêjeya (nisba) mezin ji wan nexwende ne, li vir divê dezgeh hebin ta ku xortan himêzbikin û bi rola xwe di avakirina kesayetiyê de rabin, ew kesayetiya lihevhatî û pêşketî ku sibê di paşerojê de karibe guncaw bibe û armanca xwe ya lidar bicîbîne.
-------------------------------
- Rewal : (المراهق murahiq ) , - guncaw: (تكيف tekeyuf )
- wurûjanî : ( انفعالات Infihalat ), - tergiz: ( metirsî, خطر )

 

 

 

 


 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE