rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:36

 

 

Amedê, de bes binale

Kerem Yûsiv  - Qamişlo

keremyusiv@hotmail.com

Bûyera kurdî ya xemgîn ya ku rû dide, tenha ew dikare kurdan li ser jiyana kurdan têxe hundirê çarçewa metirsiyaê, bê gûman dema kurdek tê kuştin tu kes napirse: Gelo bi kîjan partiyê re bû? An jî alîgirê kîjan ramanê bû? Tenha ew dikare dewsa wî kurdê hate kuştin rondinkekê deyne û ew rondik bibe gulek dûv re jiyanek.
Dapîra min berî 7 rojan got: "Bi xwedê bi qasî rojên heyva Avdarê me lavlav ji xwedê dikir bo ev meh bi xêr derbasbibe". Xuya ye lavlav jî nema dikarin bê kilîtên têkoşînê bighêjin asîmanan, li dergehên pêkanaîna xwestekan xin û xwestekan pêkbînin .
Anuha me ew kilît naskiriye an na? Teqez du kilît hene, yek ji wan çek e, ya diwemîn jî gotin e, gotin û siyaset her di jiyana kurdan de beşdar bûn, çek jî li ser dikeya şerê hebûnê ji rexê kurdan ve beşdar bû, dema ez bibêjim: Tu qezenca çekê nîne, ne rast e û dema ez bibêjim: Çek jî bo gihîştina armancan qezencek tê de heye, ew jî ne rast e, wiha mirov matmayî dimîne çi rê bo gihîştina mafên çarenûsî hene!
De ka em bibêjin: Me di bikaranîna herduyan şaşîtiyên mezin kirin, me çeka xwe dijî birayê xwe yê kurd derdixist dema ne di partiya me de bû, me gotina xwe jî nema digot bo çareserkirina dozê lê me gotina xwe bo kuştina birayê xwe yê kurd bi xurtî digot û di herdu devrean de me dijmin jibîrkir.
Ev 6 rojên Amedê ne ku ne şev li ser asîmanên wê dikare xwe vezelîne û ne jî roj dibêje: Ez hember kevirên di destên zarokekî Amedî de heme.
Me serhildana Amedê firot bi arzanî, de em ji rastiyê fedî nekin, tê gotin: Eger PKK rêya şer ne girtiba û bi rêyên aştiyane li çareserkirina doza kurdî xebitîba, anuha dê halê kurdan ne ev hal bû, ev rast e, lê berî ku PKK bê damezirandin çendîn kes di hundirê zindanan de – bi taybetî li Bakurê Kurdistanê- xewnên xwe yên ne pêkhatî, di hundirê dîwarên zindanan de fetisandin.
Rast e, weku di gotara birêz Felat Dilgeş de hate nivîsandin, eger kurd çend rojan li kolanan rûniştibana û doza mafên xwe kiribana û dev ji şer qeriyabana, hikûmetê nikarîbû tiştekî ji wan bike û wê gihîştibana mafên xwe, lê gelo wê ev yek rast be, lê ka dê hikûmeta Tirkiyê çi ji kurdan re bike dema ew bi vî karî rabin, nemaze tirk û partiyên ku digihêjin destladariyê xewn û nejadperstiya Atatork ji destên hev werdigirin.
Dema polîsê tirk guleyên xwe yên dîn ji cercûrê azadkirin, wan zarok, jin, mêr û ixityar naskirin? Em tev dijî herikandina çipikek xwîna kesê kurd in.
Ne ez dikarim rêya PKK biguherînim û ne kesekî din, Barzaniyan jî li Başûrê Kurdistanê bi çek û gihîştin – Herêma Kurdistanê- û ew ne şaşbûn. Ma çendîn sal wan xwestin li gel rêcîma Iraqê biaxifin, ma çendîn car Dr.Qasimlo xwest li gel Firsan biaxife û ma çendîn car bersiv ew bersiv bû. Çi kesê ku bibêje: Çareserkirina doza kurdî ku ne bi şêweyên aştiyane be pêknayê, ez bi wî re me lê gelo ew li van hikûmetan
dimeyzênin, ka çi di wan de hate guhertin, bo şêweyên me yên aştiyane bipejirînin, li rewşa kurdan li Rojavyê Kurdistanê meyzênin ka çi hate guhertin piştî 59 salan ji xebata siyasî.
Ma filestîniyan dev ji çekê berdane û ereb tev piştgiriya wan dikin, çima em van gotinan nabêjin dema gelê Filestînê têkoşîna xwe dike eger bi keviran bi çekan be.
Ta nuha partiyekê rêya rast ne girtiye û defterên wê yên şaşîtiyan dagirtîne û bê em deftera tu partiyê sipî bikin û wê ji gunehên wê hember vî gelê tê bişon.
Şaşîtî jî ji mafê her partiyê ye, tu partî li ser rûyê vê cîhanê bê şaîştî tune ye, lê şaîtiyên partiyên me, yên em mecbûr in bibêjin – yên me- û ez ne endam im di yekê ji wan de, şaşîtiyên wan pir in weke kêmbûn û pirbûna endamên wan. Lê ya giring, kîjan partiyê hewl daye ku careke din nekeve van gunehan û qurtek av bide vî gelê tî.
Kurd û partiyên Rojavayê Kurdistanê hûn pê dizanin çi li Amed, Qoser, Batman, Nisêbîn..... çêbû û hûn temaşebikin dêmekê temaşekirin bi we xweş bûye..
Kurd û partiyên Başûrê Kurdistanê hûn dernekevin tu çalakiyan ha, Amed ne di hundirê herêmê de ye!
Kurd û partiyên Rojhilatê Kurdistanê derzê ji serhildana xwe qezenc bikin ..
Lê Amed tu li cihê xwe bimîne .....
Amedê bi serê te yê hew jê hêjatir heye, bêje kurdan ev çend sal in te xwe li ser lingên xwe girtiye û tu şipê mayî, tevan xwestin ala partiyên xwe li ser dîwarên te daleqînin û jibîrkirin te hembêz bikin û nasbikin tu çi dixwazî û wan ne gotin te: Ka şîreta te çi ye? Şer, siyaset, an berî wan herduyan yekîtiya kurdan.

-----------------
Navnîşan ji sitrana Ciwan Haco: binxet xembar e hatiye wergirtin






 

 

 

 


 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE