rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:36


 

Tevger û Kampaniya HRKRDê…

 



Tariq Hemo

Piştî ku Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên Rojava li Derve Kampaniya berhevkirina 100 hezar imze ji bo "zimanê kurdî bibe zimanekî fermî li Sûriyê" da destpêkirin û bi dehan name ji sazî û dezgehên kurd û ereb û ewropiyan re şandin, bû "pitpita" hin berpirsyarên partiyên me( yên ku hijmara wan 13 partî derbaskiriye). Van camêran li vir û li wir bi pistepistek şermok be jî, gazinên xwe ragihandin û xwestin awiran ber bi xwe ve bikşînin. Hinekan ji wan nema xwe girt û gotin, "ka gelo ev karê hanê çawa bê destûrdayina me, hatiye destpêkirin û meşandin?. Hinên din jî diyar kirin, ku "ev karê han, karekî siyasî ye û loma pêwîst e nerîna Tevgera Siyasî ya Kurd( ew navê ku li her 13 partyan, bi hev re, tê kirin) bête berçavgirtin", ji ber ku karekî weha ne di bin çavderiya tevgerê de nikare û nabe jî, bê kirin. "Ma yaho çawa hûn dikarin 100,000 imze berhev bikin û ilmê tevgerê di meselê de nîne?" Yekî eşkere kir û bi cesaret got…
Li vê helwestê yek matmayî dimîne, ji gotinên hin "berpirsyarên" partiyên me, mirov dibêje qey tecrubeya wan ya berhevkirina bi sedhezarên imzeyan heye. An jî weha bihêz û desthilatdar in ku dikarin bi riya alîgir û dostên xwe, vê xebatê bi destxistina 500 hezar imze bi dawî bînin...

Li hemberî bûyera serhildana Qamişlo û teqîna Volkana Kurdên rojava, partiyên me şaşo maşo bûn, wek yekî tu derbeyekê li serî bidî, nizanîbûn êdî wê çi bikin, xwe tu carî li hemberî serhildanan û daketina bi sedhezaran kes ji bo kolanan nedîtibûn. Hinekan doza rawestandina çalakiyan kirin û hinekên din jî sûcdariya vê bûyerê girt ser milê hin hêzên dijberî xeta xwe! Lê hemûyan jî yekser û li dû gel bi 1000 km, dest bi weşana daxuyanî û şîroveyên derbarê bûyerê de kirin. Qad bû qada daxuyaniyan, gel dikir û wan pişt re daxuyanî diweşandin!.

Jixwe hûn dizanin, dema dibe mesela daxuyanî û axaftinan çi partiyên me yên rojava dûmanê bi meselê dixin…ev ji mêj e bûye kar û senhetê wan...

Tê bîra min, dema serhildana pîroz, hin ciwanên me dîmenên xwînrijîn û kuştina kurdan li Qamişlo û bajarên din yên Kurdistanê tehmûl nekirin û ji bo şermezarkirina komkujiya dewleta faşist ya Sûriyê ji neçarî berê xwe dan Baylozxaneya Şamê ya Brusslê, ew avahî serobino kirin û hemû simbolên rejîma Bahs û wêneyên wî dektatorî(qatilê xortên kurdan) daxistin bin lingên xwe. Wê demê "berpirsekî" partiyeke me( ji van her 13 partiyan) aciz bû û got: "Yaho ev çi kar e, wilo bê destûra me, ew derbasî baylozxaneyê bûn û ala Sûriyê daxistin û ya Kurdistanê danîn şûnê, ev çi ye, anuha em ê ji muxalefeta ereb û raya giştî re çi bibêjin?...

Ew camêr hêrs bûbû, te digot qey hikûmeta Sûriye di bin zextê bi sedhezaran heval û endamên partiya wî bi wan re ketibû nava gotûbêjeke dûr û dirêj û hindik mabû ku ev gotûbêj bigihîje encamekê û pirsa kurdî ji kokê ve bê çareserkirin, lê derbasbûna vê wêrana baylozxaneyê mesele hemû têk bir..!

Serhildana Qamişlo û terajîdiya şehîdkirina Şêxê Şehîdan Dr.Maûşqê Xeznewî û niha jî kampaniya berhevkirina 100,000 imzayên ji bo xwedîderketina li zimanê kurdî, 3 bûyerên herî girîng in di jiyan û tarîxa kurdên Rojavayê Kurdistanê de, her 3 bûyer jî, wek hûn dizanin, tu rol, an jî bihan organîzekirin û bi hev re karkirinê ya partiyên me yên kurdên Rojava tê de nebû….

Vêca nizanim, çima erd pesnê xwe dide, dema bar li ser pişta devê be?.

Lê li vir, ered ne tenê pesnê xwe dide, li ser vî halî doza qedrê xwe jî dike…



tariqhemo@hotmail.com
















 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE