rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:36


 

1915

 



Pîr Rustem


1915. Du caran yek. Her carek bi navê Yazdanê dilovan. Sê caran sisê, carekê bi hersê pirtûkan, cara din bi hersê pêximberan û cara paşin bi navê hersê miletan. Lê di dawiyê de pênc in. Qalûça di destê xwedê de, li ber zeviyê zer sekiniye, bi her avêtinekê re pêncî serî difirin û careke din xak di xwînê de tê gevizandin.
1915. Dîrokeke reş e mîna riwê xweda. Sala şermiyê ye di eniya bablîska bîstan de, xwîşka mezin e ji sala 1988 an re. li evê derê em du caran, di nav bera heft û nehan de, di bin sîka hersê sêyan û yekî din de, hatine şewtandin.
Di roja ku, bi nav gund ket, di ro- nîvro de, seg nêwîn. “Ev yeka ji nîşanên roja heşer- meşerê ne”. Kalemêrên holê gotin. Piştî ku çend malên pêşî birî bûn, di gedûka mala me de ket. “şeş roj û heft şevan ji xewa giran şiyar nebû. Di sê rojên pêşî de, kes ji gundiyên me nemabû ku tiliya xwe di meselê venekiribû, lê bê sûde. Ew ji xew- xewa tirs û kuştinê şiyar nedibû. Di dawiyê de, pîrika gund fermana jê- gera wî da û got: “eger ev heft çilpikên xwînê yên di sipîka çavên wî de ziwa nebin, ew ê ji xewa mirinê şiyar nebe”.
Heft- heft pirtûk, heft qatên ezmên, heft pirtûkên quranê, tev şeşên şewitandî;. Osmên fermana kuştina wan da bû. Heft rojên hefteyê û heftiya mirinê. “Bi heftê û heft xweda û bi pisîka bi heft cana eger ev heft çilpikên xwînê ziwa nebin, ew ê şiyar nebe”. Eve gotina pîrika gund û tev dizanin ku gotinên wê ji yên xwedê ne; cihê pîroziyê ne.
Piştî “şeş rojan û heft şevan” ew şiyar dibe. Xwe di nav komek jin û mêr de dibîne. “rih bûye bost lê dijminê ne be dost”. Li der dora xwe dizîvire. Heft çilpikên xwînê di nîvê odê de ji çavan diweşin û heft termên zarokên ser- jêkirî şîn dibin.
Di wê şevê de civakeke fereh li odê digere, heya dengê mele û dîkan jî, nikarin ewê civakê ji hev bêxin. Rê û rêçik pirbûn, dîroka herêmê tev hate hilweşandin û tevdan. Lê mêvanê me bêdeng dima, kesên rûniştî çend caran xwestin wî ber ve xwe bikşînin, lê dest vala vedigeriyan. Gava wan bawer kir ku, rûniştina wan bê kêr borî bû, ref bi ref belav bûn. min jî xwe di kuncekî odê de lûskiribû; ez bi çavên mêvanê me diramiyam ku, çawa yek karê çavên xwe kesk bike, cara din şîn û carina jî reş û di nav bêna her çendekî de kevokekê jê bifirîne.
Dema nîvro ji xew şiyar bûm, min mêvanê xewar li mal nedît. Min çend caran ji diya xwe pirsî, lê wê bi kurtî li min vedigerand “mêvanek bû û çû gundê xwe”. Evê bersivê ez têr nedikirim. Mêvanek şeş rojan raze û di roja heftan de winda bibe!
Bîst û yek sal di ser hatin û çûyîna mêvanê me yê xewar re diçin; ew ji bîr dibe, lê carina mîna çîroka Erebê tirkirî gundiyan ew mêvan û xewa wî danîn zimên, nemaze di demên ku yek dakete kaniya jêrî gund û xeleka wan heft darên ku bi destê wî hatibûn çandin bidîta. “sed rihme li tirba Agob be, ev bû çend bav û bav li vî gundî çûn û hatin, lê kesî ji me bîr nedibir ku rojekê şiqinekî bîne û li vir biçîne. Em miletekî ziwa ne”. gundiyan lome ji hev dikirin, xasma di demên ku li ser kaniyê, di nav sîka heft darên Çinarê de, yên ku kesî nizanîbû Agob ji ku anîn û li vir çandin, rûdiniştin.
Di dû van salên dû- dirêj de, ez ê pir tiştan ji zarokiya xwe winda bikim. Yek jê çîroka Agob, lê di rojeke sar de ku heft şurik bûne yek, em ê li hev rast bên. Hingê min xwendina rojnemevaniyê kuta kiribû û li Cinêvê bi cih bûbûm. Di sibeyeke zivistanê de berî ku ji mal derkevim zengilê telefonê lêda. Gava min xist ber guhê xwe de, li aliyê din dengê hevala min a rojnamê hat. Bi kurtî û dengekî tijî hêsir got ku, hevalekî me yê rojnamê bi destê (Mît)a tirkan hate kuştin.
Bi destekî sar û dilekî kizirî min telêfon girt û bêyî ku qehwa sibê vexwim, min cixareyek xitse nav lêvan û derketim goristana ku ji min re bi nav kiribû. Bi rê ve pir wêne û bîranîn di ber çavên min re borîn, nemaze karên ku wî di ber kurdan de dikir û tazîkirina wî ji hovîtiya ceneralên tirkan re. Piştî ku ez gihîştim ber deriyê goristanê min bîr bir ku min soza veşartin û amedeya ser gorê nebirî û rê nemabû ku careke din telêfonê jê re vekim û zanibim ewê ji kîjan keniştê bi derkevin, lewra divyabû li benda wan bimînim.
Di kêliya, ku min xwest ez herim di teksiyê de rûnim, çavên min bi wî ketin, kale- mêrekî heftê salî, li ber her gorekê disekine û gulên wê av dide- Tîpê mirovê rojhilat xûyaye- dema wî li min nihirî du çem xwînê herikîn hêşt, ku destê xwe jê re hilînim, ew berkenî bû, ber bi min ve hat deriyê goristanê li ber min vekir.
- “Mirin tehl e, lê divê yek wê nasbike da ku zanibe jiyan çiqwasî jehr e”. Ji kûraniyeke bê- binî gotinên wî derdiketin. “Tu karî qurnefilekê ji wê derê jêkî”. Gava dît, ku ez dest vala hatime, tiliya xwe ber bi hevzoyê qurnefilan ve dirêjkir û gote min.
- “Te sipas dikim, derketina bi lez û ev nûçeya ji nişkêve hêşt, ku ez xwe ji bîr bikim”. Min xwest ez hatina xwe ya bê baxê gulan ji xwe û wî re bincil bikim.
- “Şîna dawî be lawê min”.
- “Ne bawer im”.
- “Ka em herin hundir”. Kuştina mirovekî; di bajarekî Ewropa de, ê bihêşta yek bibehite.
- “Tu bi tena xwe dijî”. Ev tiştekî pir normalbû, lê min xwest ku ez ji nuh ve deziyê axaftinê bikşînim. Pirsa min refek hecî lek- lekan ji çavên wî firand, nemaze piştî ku naskir hatina min a vê derê ji bo çî ye.
- “Ev bû bîst û yek sal û heft meh kêm sê roj ku ez bi tena xwe dijîm”. Ev dîroka hûr hişt bi min bide naskirin, ku çîrokeke dû- dirêj li pey wî heye.
- “Xûya ye ku tu ne Siwêsrî yî”.
- Tu jî wekî min î. Nayê veşartin, ger em çiqas jî kurkên wan li xwe bipêçin, nirîneke hûr li çavên yekî ji me, tu yê nasbikî ka tîna rojhilat di dilê wî de dikele lê na”. Berî ew rûne ber bi kuncekî odê ve çû; du piyalên mey- vexwardinê anîn. “Di rojek mîna îro de, du tişt bi kêrî mirov tên pîrek û enbît”. Bi gotinê re wî piyalek danî ber min.
- “Hejmartina rojan jiyaneke tehl e”. Qurta enbîtê gewriya min kizirand.
- “Eger mirov lawê miletekî ku. melyon û nîvekî di navbera roj û şevekê de winda bike be. Ewê li benda rojekê be û teneyên tizbiya dîrokê bêjmêre. Lê mixabin xûya ye temenekî bi tenê ne besê yekî ye ku bigihe wê rojê”. Piyala enbîtê ji ser lêvan vala vedigere. “mirovê Ermen ji bo tiştekî tenê dijî; ji bo ku bîranîna wî neyê ziwakirin”. Piştî demekê ji bêdengiyê û çend piyalên enbîtê, wî dest avêt hundir sandoqekê û solek zarokan danî ber min. “Salên wê di salên koçkirina miletekî de ye. Tu dizanî, ku êşa miletekî nîşan dide?. Ev teka sola zarê min ê herî bi çûke, ew mîrasê min ê bi tenê ye, ku li şûna malbata min maye. Ji berî, ku meleyên wan bang bikin ew ketibûn gund û xwestin ji berî, ku ronahî belav dibe em ji gund derkevin. Kesî nedizanî ewê berê me bidine kuderê. Heft zarên min hebûn, lê îro solek. Me gote wan, ku sultan bavê me ye û stûyê me jê re koprî ye, lê gotina me bêkêr bû. Bi rê ve çend siwar rastî me hatin û pîreka min birin; ez û heft zarokan sêwî hiştin, lê piştî çend gavan û giriyê pîrekê vegeriyan û zarê ku sola xwe ji min re hêştiye birin. Wilo çêtir bû, wan nexwest ku ez barê xwîn û kuştina wan jî hilgirim; hinekî xaçê min sivik kirin. Bi rê ve zikê şeş zarên min ê mabûn qelaştin, lê zêr di zikên wan de nedidîtin. Her ku min digote wan zêr di zikê min de hene, ew dikeniyan û digotin hûn Ermen pêlewan in, tu wilo nakî. Eger zêr hebin wê di zikê van zaroyan de bin û kêrên xwe dişandin nav rovikên wan. Min heya bi demekê fêm nekir çima ez nekuştim, lê gava ez bi xwe re birim (Van)ê û destên min xistin xelekên zincîra ku heya bi (Bon)ê diçe min nuh fêm kir ku em êzingên dojeha wan in. Bîst û yek sal û heft zaro kêm sê milet kî dizane ew çî ye? “Belê... dîroka solekê ye”. Gotina wî bi girî û lerzîna laş diçe serî.
Min ê bihişta ew devê kanî û şikeftên ku bi çemento girtine hil biweşîne û mar- dûpişkan ji sînga xwe birevîne. Lê dîtina wan çilpikên ku yeko- yeko ji sola di nav tiliyan de dadirivîn ser sînga wî, hişt ez ber bi wî ve herim... û herim bêyî ku karibim gava di nav me de bibirim û bigihêm wî.
Ez ji odê, derketim. Sibeyeke sar e. Di welatekî bê xem û solên birîndar de, ka mirovekî kuştî; mirovekî tazî, xewn windakirî, dê çibike, ji bilî ku li benda rojekê bimîne. Bîst û yek sal, ji berî vê dîrokê ez hîn zarobûm; di şeveke sar de, mîna îro, ez di kuncekî puxarê de rûniştibûm û min li çavên mêvanê me dinihirî, belkî ev bû!













 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE