| |
Roja 28.05.2006’anda
civîna Gruba Xebata Demokratîk ya Netewîya Kurd
li Kosarê (Kiziltepe) pêkhat. Û di vê civînê de
bi navê Însîyatîfa Partîya Kurdistanê axaftina
M.Gazî Daş.
Bi slav û rêz dibêjim hun bi xêrhatin piştî
gelek salan li Kosarê civatek wusa germ,ez
gelekî keyfxweş im.
Bi îcaza civatê henêk nerînê Însîyatîfê pêşkêş
bikim.
Li BAKUR PIRS Û PIRSGIRÊKÊN KURD Û KURDISTANÊ
Tevgera neteweyî ya Bakurê Kurdistanê, ji hebûna
rêxistineke Kurdistanî û himbêzkirina Kurdan
bêpar e û di nav lêgerîneke sîyasî de ye.
Di çerçeweyeke çawa de meriv dikare çareserîyê
bîne rojevê û devjengîyê li ser bike?
Rûpelên realîteyeke nuh ji doza Kurd û
Kurdistanê re vebûye. Li alîyekî mercên
navneteweyî, şertên objektîf û ji aliyê hundurû
ve rûdan û berfirehbînên li Başurê Kurdistanê
bayê kurdan bilind kiriye.
Îro bîr û bawerîyên neteweyî yên kurdewarî ji
hemî deman bêtir derketine pêş. Ew îdeolojî, bîr
û bawerîyên ku destgehê tevgera kurd ji hevde
dixist û lawaz dikir nema dikare hespê xwe wekî
caran bibezîne.
li Qesra Sipî, di civînên Yekîtîya Neteweyan de,
li seranserî Ewrupayê û li welatên cûrbecûr,
Kurd bi cilûbergên pêşmerge yên kurdî û bi
zimanê Kurdî tên pêşwazî kirin. Li alîyekî
Kurdistanê rastîya Dewleta Kurdî, bi awayê
Federe di rojeva cîhanê de tê naskirin û wekî
caran komkujî û jahrdadana kurdan ji rojevê bi
dûr dikeve û Kurd destpêdikin ku li ser axa xwe
desthilatdarê civata xwe bin.
Di gel hemi berfirehbûnên pozîtîf yên alîkarîya
doza Kurd û Kurdistanê dikin, hin berfirehbûnên
balkêş li welatên dagirkerên Kurdistanê jî
rûdidin.
Berîya çend salan kê bawer dikir ku dagirkerên
Kurdistanê li dijî cîhana demokratîk cîh bigrin
û Kurd bibin dostê cîhana demokratîk? Berîya
çend salan kê bawer dikir ku rûxandina
desthilatdarîyên Sûrîye û Îranê di rojeva cîhana
demokratîk de bi cîh bibe?
Kê bawer dikir ku Kurd li çaralîyên Kurdistanê û
li welatên dagirkerên Kurdistanê ji bo
bidestxistina mafên xwe yên neteweyî û ji bo
cîbicîhkirina prosesa demokrasîyê serîhildin û
piştgiriya cîhana demokratîk bigirin?
Tesîra berfirehbûn û rûdanên li Başurê
Kurdistanê û prosesa demokratîzebûna Iraqê û
muzakereyên endametîya Yekîtîya Ewrûpayê û
cîhana demokratîk ya ku globalîzmê di rojeva
cîhanê de bi cih dike, zorê didin Turkîyeyê ku
xwe biguhere. Heke bi şeklî be jî dema ku
Turkîye qalikê xwe diguhere, dergehên îmkanê û
rêyên xebata bi metodên nûjen li Bakurê
Kurdistanê li ber Kurdan vedibe.
Ma ne gunehkariyeke mezin e ku em di qonaxeke
weha de bêdeng û bêhelwest bimînin?
Ma ne nehaqîyeke mezin e ku berxwedena
çarenivîsa me, ji van tecrûbeyan bêpar bimîne?
Ma dem ne hatîye ye ku em êdî li xwe vegerin û
li keda xwe bixwedî bin?
Bersiva hemi pirsan “BELÊ” ye.
Divê;
1 Em li dîroka xwe bixwedî bin û ji serpêhatîyên
xwe dersan werbigirin.
2 Em êdî dev ji devokên kesayetî, grûbî, deverî,
êl û olî berdin. Devokên tevkarîyê di qada xebat,
tevger û tekoşîna neteweyî de bi kar bînin.
Ger îradeya hevbeş li Başurê Kurdistanê
pêknehata û rêberîya kurdan nekiriba, gelo Kurd
di qada neteweyî û navneteweyî de dikarîbûn
bibana xwedîyê rûmeteke weha bilind?
Divê em bi hevre nerîn, daxwaz, hêrs, kîn,
kariyer û berjewendîyên kesayetî, sîyaset û
îdolojîyên kevnare bi pîvanên serdema me ji nû
ve şîrove bikin û kêmasîyên xwe bibêjin,
binivîsin da ku em bikaribin ji derfetên nû ders
werbigirin. Li ser pêwîstîyan li hev bikin, vê
prosesê bi awayekî berhemdar şîrove bikin û erk
û watinîyên xwe tesbît bikin. Ancax em bi vî
awayî dikarin, daxwaz û hêvîyên gelê xwe,
mebesta hebûna xwe, berpirsiyarî û erkên xwe yên
neteweyî, wîjdanî û şaristanî bînin ziman.
Hewildanên bi vî rengî dikarin bibin xerc û
alavên xebatên li pêşîya me yên ji bo avakirina
alternatîfeke sîyasî li Bakurê Kurdistanê.
Ev hewildanên ku em behsa wan dikin rêya
avakirina pêşnîyazên çareserîyê vedike û dibe
sedemê ku em bibêjin: Alternatîfa me bi xebateke
bi rastî, fedakarî û bi mêrxasî destavêtîna
rojevê ye. Helbet ew jî li Bakurê Kurdistanê bi
rêya îradeya hevbeş, avakirina partiyeke sîyasî
ya bi nav û nasnameya xwe Kurd û Kurdistanî
ye.Hedefa vê partîyê li ser axa xwe
deshîlatdarbî. Pêwîste metodên demokratîk û
eşkere bingehê xebata me ye. Divê ev xebat
pirralî û berhema îradeya hevbeş ya kurdan be.
Ev daxwaz, helwest û
hêvîyên me ji bo gelek kes û alîyan dibe kû îro
weke xewnan li qelemê bê dayinn. Divê em ji bîr
nekin ku gelek rûdan û berfirehbûnên ku me li
jor rêzkirin, beriya çend salan xewn û xeyal bûn.
Ev potansîyel û derfet li Bakurê welatê me heye.
Lê îro, rêberîyeke ku hemî aliyên sîyasî rapêçe
mixabin ava nebûye. Di vî warî de gelek hewildan
hene. Lê dîsa sed mixabin, ji ber sebebê ku me
li jor behs kir, ev hewildan hemî stuxwar û sêwî
dimînin. Encamên van hewildanan qels û tengbîn
in û bersiva daxwazên vê pêvajoyê nadin.
Îro dema me ji demên berê yên ku kurd ji bo
tiştên hêç û pûç ji hev bidûr diketin cudatir e.
Divê tevgera Bakurê Kurdistanê bi şexsîyet
xwedîhelwest be û serbixwebûna xwe biparêze.
Rêxistina ku li Bakurê Kurdistanê bê avakirin;
divê pêşeroja Miletê Kurd û statuya Kurdistanê
neke bin tu îpotekên sîyasî.
Her weha tevgera li Bakurê Kurdistanê dive di
hemi hewildan û çalakîyên xwe de ji
desthilatdarîya li Başurê Kurdsistanê re ne be
serbar. Di warê diplomasîya sîyasî de astengîyan
peyda neke Başur di bin tometan de nehêle.
Avabûna alternatifeke weha dikare dagirkerên
Bakurê Kurdistanê bi xwe bibilîne û bi vî awayî
tîrêjên nîjaperestîya Turkiyeyê ji ser Başurê
Kurdistanê kêmtir bike. Lewra bidesketinên li
Başurê welatê me ji bo hemi kurdên welatperwer,
bidestvehatinên pîroz in. Tovên azadîya hemi
alîyên Kurdistanê ne û xewna her kurdekî dilsoz
e. Her weha xwîna bi hezaran şehîdan di van
bidesvehatinan de heye û berdewam e. Paraztin û
bipêşdexistina van bidestvehatinan erkê ser şanê
me teva ye.
Metodên afirandina rêxistineke bi nasname Kurd û
Kurdîstanî li Bakurê Kurdistanê çi ne?
Li gora me:
Divê;
1 Desteyek kadirên lihevkirî, bi progremeke li
hevkirî û bi desteyek kadirên nuhatî re gava
yekem bavêjin.
2 Kadirên destpêke di qada sîyasî de ji gumanan
parastî bin.
3 Xebata destpêkî, di danustandinên xwe de
ambargoyên sîyasî daneynin ser tu grûp û
kesayetîyên ji gumanan bidûr.
4 Di destpêkê de rê li ber mecal û rexneyan
neyên girtin.
5 Xebata avakirina alternatîfê di rêzkirina
daxwazên xwe de vekirî û zelal bin.
BİJÎ KURD Û KURDİSTAN
BİJÎ PÊŞMERGE
ÎNSÎYATÎFA PARTÎYA KURDİSTANÊ
|
|