| |
Ev çiya ji êgir in
Şengül Oğur
Ev çiya, vexwerê ji ava tofanê ne
spartegeha nûjînê ne
sefîneya nuh dihejînin
di hemêza xwe de
berî serdema yezdanê kuştinê
ev çiya bûn
ê ku yezdanan pê sûnd vedixwarin
mîna teyrê simurg
ji xweliyên xwe vejîn dibin
naşewitin ev çiya
ey dijminên êgir!
ev çiya ji êgir in, ji êgir, êgir
agirê ku çilên mejiyan direvînin
ev çiya ne bê xwedî ne, bê xwedan bin jî
qewmê keştiyê ne em, tune bin jî zerya
ji çiya daketin, kardukî ne
ji çiyayên bilind, kurtî ne
ji êgir vedixwin, aryan in em
çiya ne xwedayên me, em in xwediyê wan
|
|