| |
Zana û nezan
Mihemed Elî
efrin2612@hotmail.com
Sirûşa vê nivîsarê ji gotina hevalekî ku qaşo
zana û mamoste ye hat. Wî derbarê pirsa min, ku
folklor û dabên li gundê xwe hene kom dike lê na,
ev bersiv da “ Law de bes e law, eyb e ji te re,
tu çi bi pey van şorên boş û nezaniya kal pîran
ketiye“.
Di mercên danûstandina miletên ku li paş
pêvajoya şaristaniya nivar mane de, û di mercên
jiyana nerêkûpêk a ku ew tê de dijîn de, ev
milet mîna danûstandina xwe a geremolî û ne
liserhev, çemk û têgeyan jî çewt ji vê
şaristaniyê digirin û bi teşeyekî heytûhot
dinavînin. Kurd jî, ger em çiqas bahane, basîn û
rondikan derpêş bikin, yek ji van miletên ku
wisa vedilukumin û çemk û hilberîna vê
şaristaniyê berevajî li laşê xwe dikin, û li
dawiyê ew ê ku der dide kurdayetî ye,
kurdayetiya îro di bin nîrine awarte û bivbar de
dijî, ji ber ku hemû neyarên wê li hev kirine ku
tune bikin, lê çawa bibe û law û keçên wê kêra
xwe di pişta dayîka xwe de venin!!
Yek ji çemkên ku kurd bi çewtî dinavînin û
dihêlin ev navandin xaliyê li serê wan bike,
çemkê “Zana û nezan e“. Mixabin îro di civaka me
Kurdan de ev çemk wisa bi çewtî tê bikaranîn ku
gihîştiye radeyekê mirov vê re mat û ecêb dimîne.
Îro nezan xwe zana dibînin û zana jî nezan tên
hijmartin!! Em giş dizanin ku ji ber sedemên
dîrok, ramyarî, xaknîgarî û metîngerî, gelê Kurd
ketiye wisa nîrine ku ji şaristaniya nivar ve
dûr û bêpar mane. Lê heke em li dîroka gelê kurd
vegerin û rastiya wî binasin, em ê aşkere
bibînin ku ew gelekî tu caran ji zanîn û
şaristaniyê ne dûr bûye. Wek min di destpêkê de
jî aniye ziman ku em giş di serdema nivar de
çemk û îdiyoman çewt bi kar tînin ji ber ku em
jiyaneke çewt û bi hişekî çewt tevdigerin.
Îro di nav me Kurdan de du çîn derdikevin
pêşberî me, yek jê re dibêjin zana û rewşenbîr (ewên
ji dezgehên hînbûnê yên serdestan derdiçin) û a
din jî wek nezan tê binavkirin (ewên ku tu
xwendina fermî bidest nexistine). Ez bixwe li
dijî vê navandinê me, ya baş em bêjin “xwendevan
û nexwendevan“ çimkî tew ne merc e ku çemka
zanînê bi dibistan û zanîngehan ve bê girêdan.
Jixwe her mirovekî hişmend û ponîjbar zana ye,
lê me zimanê xwe wisa teng kiriye ku em nezan û
bêhiş dikin heman keştiyê, ev jî tew nabe, hem
ji bo rûmeta mirovahiyê û hem jî ji bo nirxê
mirovê kurd. Di ingilîzî de wek mînak ji ew kesê
ku dikare biponije re intelligent tê gotin, û ew
kesê ku xwendevan û zana ye, jê re intellectual
tê gotin an literate û illeterate. Mebesta min
ew e ku em çemk û navandinên xwe sererast bikin,
çimkî bêyî em pirsgirêkê dirust bi nav bikin, dê
tew ne pêkan be ku em wê çareser bikin, ne wisa
ya?
Ka em ji kesên xwendevan re zana û xwendebar
bêjin û ew kesên ku qaşo me gotiye nezan in,
nexwendebar bêjin. Lê ev yek pirsgirêkê çareser
nake, çima? Çimkî divêt em têkevin nav her du
bêjeyan û rêşiyên wan jî derxînin, ka em zanibin
xwendebar ta çi radeyê zana an jî nezana ye û
nexwedebar ta çi radeyê zana û nezana e?
Em herin gundekî nenîşankirî ji gundên Kurdan û
du nimûneyan derxînin û ezmûna xwe li ser van du
nimûneyan çêkin. Regezê yekemîn ciwanekî
zanîngeh kuta kiriye û bûye mamoste, ji vî
camêrî re-li gorî têgeya îroyîn ku di nav civaka
me de belav bûye- zana tê gotin! Em ê hîmên
pîvana zanîna vî camêrî li gorî civaka xwe
damezirînin, tew têkiliya me bi derve re nîn e,
çimkî dema ew zana tê hijmartin ew li ser civaka
xwe zana tê navandin ne li ser ya derve, jixwe
min gotiye civaka me kurdan bûye du çîn, ango
gotina me li ser kurdan e. Ev camêr pênûsê baş
bi kar tîne, kaxizan baş dixwîne, lê pênûs û
kaxiza xwe biyanî ne, çimkî pênûsa xwe yan bi
Erebî û yan jî bi Farisî û Tirkî digere û kaxiza
xwe wî di heman gunehî de ye, nexwe, vî
mamosteyî hîmek wenda kir, ew jî zimanê Kurdî
ye, tew nebêjin, ew bi kurdî dizane, na ew bi
kurdiya qelpkirî dizane, kurdiya wî ne rasterast
e, ew hevok û gotinan di serê xwe de bi Erebî,
Tirkî û Farisî dihûne û li dawiyê li tevneke ku
qaşo kurdî bar dike, û di encamê de Kurdiyeke
şikestî û seqet, bêjeyine xar û şermok
derdikevin. Hîmê duyemîn, zanîna gelêrî ye, ku
bingeha zanînê di rewîşta mirov de diafirîne,
zana û mamosteyê me teqez di vê xalê de jî têk
diçe, ew tiştekî ji vê zanîna gelêrî nizane ji
ber ku ew tew bi zimanê gelêrî naramine, ew
çîrok, metelok, pend û şîretan tew nizane, ew
heke têkeve mijarekê nikare metelokekê, biwêjekê
an jî bûyereke gelêrî wek hêmanekî alîkar di
dengeşiya xwe de bi kar bîne. Di qada cot û
çandinê de ew tew biyan e, jixwe li bajaran
xwendin derbas kiriye û bi salan ji van hewayan
bi dûr ketiye, ew cilên gelêrî li xwe nake,
nizane tevgera xwezayê çawa dimeşe, dar kengî
tên çandin, rez û zeytûn kengî bêlî dikin,
berkol, pîçik, şiv, pincar û hwd. Ev mirovekî ku
jê re zana tê gotin û neheqiyeke mezin pê li
beşeke mezin ji civaka me dibe, lê ya rast ev
mirov tew ne zana ye, rastî ew dixwîne, dinivîse,
lê xwendin û nivîsîn, beşeke pir biçûk ji çemkê
zanînê, û şerm e ku mirov ji bo van du tiştan
mîna ewrekî bêbext ku li ser zeviyekî disekine,
ne baranê dibarîne û ne jî dihêle ewrekî din
were! Heke ez vî mamosteyî li gorî pîvanên
civaka me bêtir ezmûn bikin, dê şilf tazî bimîne
û pênûs û kaxiza biyan tew nikarin wî û şermikên
wî veşêrin…
Beramaberî wî em ê kalekî an jî pîrekê bidin ber
pîvanên zanînê ka ew ta çi astê zana tê dîtin?
Kal û pîr berî her tiştî bi zimanekî rewan û sax
dipeyivin, ew tew zimanê xwe li zimanekî din bar
nakin, ew gengeşiyên xwe, çiqas kin bin jî, bi
dehan biwêj, metelok û bûyerên mînak dadigirin,
kal keyayê cot, çandin, borîna demslan bi
kitekitî ye, kengî av di daran digere, kengî
dema çandina şitl û birîna zeytûn û rezan e,
kengî berkol, berbêr û kurm û hwd. Pîr xatûna
teşî, rîs, cil, miştik ûrzelk, hevalok, çîrok…
Kal û pîr afrînerên regezine nû di jiyana me de
ne, çîrok û salixên wan jiyana me nû dikin,
rabirdûya me radixin ber çavan û hêza pêşerojê
didin me, ema mamosteyê mebest çi dike??
Hûn dê bêjin ev mirov nîr û rewşa aborî û
ramyarî nake bala xwe. Tew ne rast e, ez bi van
hemû tiştan ponijîm û piştre min dest avête
pênûsê ku ez vê gotara şermok binivîsim, jixwe
ez jî mamoste me û ez tew ne dorî mînaka jor im,
û vê rewşa han û neheqiya ku em li ewên ku
xwedîgirav ‘nezan’ in dikin, bûye sedema vê
nivîsarê, belkî em hinekî mafê wan lehengan
bidinê û gunehê xwe sivik bikim. Çimkî bi rastî
tiştekî seyr û bêgane ye ku em wisa neheqiyan li
van camêran bikin, ên ne ji wan bûye em dê îro
ne zana û ne jî nazan, tune bûna. Lewre bese em
çemk û îdiyomên şaş û nemirovane bi kar tînin û
bi ser rindiya wan bav û bapîrên xwe de hinekî
tiseyî û kêmasiyê li wan bikin…
Hêvîdar im em çemk û danasînên xwe baş sorax
bikin berî ku em li xwe digirin û di jiyana xwe
de dikin rêbaz, çimkî alavên şaş kujerên
xwediyên xwe ne, û em Kurd îro bêtirî her kêlîkê
pêdiviya me bi ponijîna rast û resen heye, nexwe,
bila em bilyan bin û bi hoya nezaniya xwe
regezên pêşketin û xelasiya xwe nekujin ta sibe
bê û zarokên me li ser van çewtiyan mezin nebin
û rêya xelasiya xwe wek tiştekî kewden, kevin û
bênirx nebînin. Heke em îro kal û pîrên xwe
mînak ji nezanî û paşverûtiyê re dibînin û em
zanîna qels û pênûs û kaxizeke miştî jehr maka
zanînê dibînin û pê xwe li serê civaka Kurdî
qapan dikin, hezar rehm û xweşî li tiştekî navê
xwe Kurd be…
|
|