| |
Ferhadê Ehmê û çîroka tewanbariya wî ji pkk ê û
pyd ê re
Dr. Memo Ebdî
Di gotareke xwe ya ku di hefteya çuyî de hatibû
belavkirin di malpera rojava.net
de birêz ferhadê Ehmê Ev deklarasion dabû: Dûrî
nirxandineke hûrbîn ji tecrûbeya PKK li rojavayê
Kurdistanê re, mirov dikare bibêje ku kuştina
siyasî yek ji tiştên ku PKK li vî perçeyî
damezirand. Ji xwe neqebûlkirina aliyên siyasî
yên dî yek ji dîmenên bizava PKK yên berçav
bû.
Baş e ev tawanbariya bêbingeh ji ku tê û di
lêpirsînên ku ta niha we çêkirine mîna dozgerekî
bêhempa de çiqas rastî heye, gereke biraderê me
biketa şûna Sêrc Pramêrêts de, da ku di demeke
kin de kujerên Herîrî bibîne û ava serê wan li
êgir ke, birayê hêja di vê dema buhûrî de bi
saya çend netêgihiştinên di navbera min û we de,
ez çend caran bi we ve ketime keftelefteke
bêwate de, dixuyê ku bêhneke nebaş ji liv û
tevgera we tê.eger tu nivîskarekî bi tena xwe ba,
minê gazin ji te nekiriba û giliyê min wê ne
arasteyî te ba, lê bi fermanê ku tu yek ji
çalakvanên desteya hevgirtinê yî, xemnake ez ê
dîsa te bipejirînim û bi şêweyekî vekirî bersiva
te bidim li gor awira min a heyî, bê guman li
vir berpirsiyariya te wê ne li gor yekî din
be.ez nabêjim jibo çi tu derbareyî rêxistineke
bi hêz mîna pkk ku erd û dinya di bin lingên wê
de hejiya van neheqiyan dike, le berevajî wê ev
bandora wê ya fereh û piralî li ser biwarên
jiyana kurdan çiqas dengvedaye dide xuyakirin,
em niha di rewşeke wisa de ne ku rêkeftineke ne
ku tevgera rêkeftin lê levhatinek ji me re
pêwîst e û bi hêz, eger tu bi xwazî ku aştiyek
yan lêborînek were afirandin diviyabû ne tu
aliyekî tawanbar bikî û yê din bêrîbikî ,ev ne
şêweyê karûbarekî netewî ye û xasma ku tu
dixwazî du aliyan bigihînî hevdû, ez li welat im
û tevger û bizûtneweya kurdan ya siyasî ji nêz
ve dişopînim, tu kes evan serencamên ku tu
gihayê de nikare bidirikêne û bi mêranî bêje: vê
tevgerê kuştina siyasî kiriye, derbareyî vê
pirsgirêkê de ez dixwazim tiştekî bînim bîra te
ji ber ku helwest bê zelalkirin û mij û dûman ji
ser rabe, di serhildana 12 adarê de û bi taybet
li bajarê Helebê dewletê xwest ku bi kurdan re
rûne ne ku ji hezkirinê lê jibo ku ev
tevlîheviya çêbûye radeste û piştî giftugoyan
komîteyek hate eşkerekirin ji niwênerên partiyan
û kesên serbixwe ez jî yek jê bûm, roj bi roj
civîn dihatin lidarxistin da ku em tev di vê
qonaxa hestdar û berpirsiyar de bi helwesteke
yekgirtî derkevin, di civînekê de em jî di
danûstandineke germ de ne, heme ji nişkê ve yek
rabû, lê ez gumandikim ku ji aliyê Yekîtiya
birêz Ismaîl Umer ve bû û got: Divê Apoçî
belavokekê derxin û xwe şermezarbikin, ji bo çi,
çima civat bi xwe matmayî ma û hema di rewşeke
seyr û ecêb de rawestan, yek(ne alîgirê Pkk bû)
rabû û bersiv da, tu çawa pkk tawanbardikî, çi
nîşan, destxistin li ba te hene, em vê nerînê
napejrînin û dewlet dixwaze van buyêran bike
stuyê tevgera me da dest bi girtinan bike û van
kirinên xwe rewa bide nîşandan. Ferhad tu dibêjî
xwîna mirovan ne erzan e, lê çima te heq û maf
daye xwe ku tu vê tevgerê (tevgera 10000 şehîdan)
bi kuştinan tawanbrbikî, bi vê daxuyaniyê, te
hest û nestên bi sed hezaran kesan birîndarkir û
tu rêz û hirmet ji wan pakrewanên ku bi xwîna
xwe dara sexwebûn û azadiyê avdane nekir. Ji
aliyekî din ve bi serokatiya rêkeftinê re ez
rûniştim û bi daxwaza min bû û me du saatan
domkir em li ser germiya rewşê axiftin, lê
pismam ev hatine û agir ji devê wan dertê,
cardin tu li ser kuştina siyasî diaxivê divê ku
tiştên bidestxistî di nav destê te de hebin, ya
na heme ez wana napejrînim ji ber sedemina din,
ev ne karê rewşenbîra ye ne karê hevgirtina
rewşenbîra ye, gelo niha xweş e ku ez bêjim
Ferhadê Ehmê, mirovekî tirsonek û kurdekî xerab
e, na ez nikarim bibêjim û ez bi xwe maf nadim
xwe te tewanbarbikim, ji ber van tiştan,
hestdariya demê û pêwîstî bi nêzîkayiya siyasî
mafê kesekî tine xwe ji gunehan bişoyê û gemara
xwe berde ser cokên cîranan. Çawa ku xwîna
mirovan nabe dew wisa jî gunehbariya rêkxistina
bes e û hew. biraderê hêja berî ku em biaxivin
pêwîst e em zimanê xwe 7 caran di devê xwe de
bilivînin mîna ku frensî dibêjin.
|
|