Wednesday, 27 June 2007 23:36

 


Pêl

Mehmûd Badilî
mbadili3@hotmail.com



Pêsîr im
li ser sînga derya,
tiliyên bahozê
bi min dilîzin
digernijim.
Lingê xwe radidim
nav rihinê peravê
digermijim,
gur dibim.
Di guhê zinaran de
stirana lehiyê dirêsim,
û. . .
çîroka keştiya NÛH
jiber zimanê CÛDÎ digirim
ji zarokan re dixwînim.








 




 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE


 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE