Wednesday, 27 June 2007 23:36

 

Azadî
Mihemed Elî CÛCÛ

Van lêvan
Çiqas car
Ji te xwestin
Ramûsanek.

Ev dil
Çiqas şev û roj
Bi xewna te
Tenê raket.

Van çavan
Çiqas cîhan dan hev ,
Çavên te
Tim jê re man mirazek.

Ev giyan
Çiqas şewitî
Bi ser te de,
Herdem tu jê re
Mabû hêviyek.

Lê,

Ev katjimêrên bê guneh
Çiqas sal
Li hêviya te man
Nema tu tê ???
Kengî tu tê ???

Azadîya welatê min ....!!!!







 




 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE


 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE