| |
Pênc xulekên bo şêx Maşûq û vexwendineke nû
bo jiyanê
Kerem Yûsiv
Di serdema nû ya internêtî de xwediyên dozên
netewî yên ne çareserkirî rê ji xwe re dîtin ku
ew bi rengekî nûjen doza xwe vejînin. Van
xwediyan di internêtê de çekekî dawî dîtin,
dîsan jî peyv rêbera vê xebatê bû, û peyvê li
ser rûpelên ne çapkirî dikarîbû bêhna xwe vede,
wiha yê kurd gavên xwe yên bi tirs û lez di vê
rêyê de diavêtin, û xurt kirin.
Nayê wateyê ku kesê kurd eger ne nivîskar be
nikare di vê rêyê de bimeşe û nikare karekî ji
doza xwe re bike, ji ber kesê şêwekar, hozanvan
jî cihê xwe di hembêza internêtê de dîtin, di
vir de zehmetî çi bû ku mele û dîndarên me jî li
gel mizgeftan di internêtê de xwediyekî xwe
bibînin.
Di yekem salvegera li ser kuştina şêx Maşûqê
Xiznewî de ez dixwazim bi kurtahî li ser rola
kesên dîndar di dîroka kurdî de rawestim, nemaze
ku ew xwediyên şoreşan bûn, û ew anuha xwediyên
şoreşan in lê dijî hev, ne di warê kurdayetiyê
de lê di warê pirkirina feqe û mirîdan.
Rêya Neqşebendî ew destpêka serdemek e nû bû bo
kurdan da ku careke din ew mileteke xwedî
taybetmendiyekê bin, xwedî taybetmendiyekê di
hundirê misilmantiyê bi xwe de, wiha şoreşên
kurdan ên yekemîn yek li dûv yekê jidayikbûna
xwe nivîsandin, û em anuha wan dikin
serbilindiyek di dîroka xwe de. Rêya Neqşebendî
ew sedem bû ku kurd ji xwena biratiya yek alî bi
Ereb, Tirk û Farisan re şiyar bibin, ji ber nabe
bira birayê xwe herdem di bin kursiyê xwe de
veşêre û bi wî cihê kursiyê xwe bi erdê ve bigre.
Rêya Neqşebendî ya ku 65 rêberên wê kurd bûn
hişt kurd ji nû ve fêrî taybetmendiya xwe bibin,
ta di hundirê çarçewa misilmantiyê de, wiha
mîrên Botan, Ihsan Paşa, Mihemdê Bedlîsî, Şêx
Seîd, Şêx Mehmûdê Hefîd, Barzaniyê nemir û lîste
dirêj dibe, agirên kurdî û kurdistanî ji şoreşan
re vêxistin.
Mixabin dîsan yên ev şoreş têkbirin ew mele û
şêxên kurd bûn, ên hîn nikarîbûn xwe ji ramîsana
destan qutbikin û nikarîbûn nan bixun eger ji
wan re neyê avêtin.
Teqez dagîrkerên qada Kurdistanê xweşik fêrî
mejiyê van şoreşan bibûn, û dima li ser wan ku
misilmantiya kurdan vegerînin berî rêya
Neqşebendî.
Şêx Maşûqê Xiznewî xwest li gora yasayên vê demê
ji kurdan re misilmantiyê bide nasîn û para wan
di misilmantiyê de bîne ber çavên wan û li ser
çavên kurdên Binxetê bi taybetî û kurdên
parçeyên din bi giştî xewn çand, çend salekî
avda, û çû.
Şêx Maşûq dîmen ji xewnên nû re afirandin, rê ji
bo gavên berdewam di yek rêyê de ava kir dema
hişt çavên binxetiyan hêsrekê nemirî bibarînin
ji dem wan nûçeya kuştina wî bihîst.
Jina kurd aa her şêx û feqeyek di dît baz dida û
ji tirsa wî hibrî dida serê xwe, hat û li
gotinên şêx Maşûq guhdar dikir bi taybetî di
cejnên newrozan de, û hişt ew yekem sînor ji
sînorên tirsa pora xwe ya berdayî bişkîne, nas
bike ew bi hibrî an bê hibrî misilman e, dikare
careke din bi şêx re rûne û rûnişt, hişt ew bi
hev re bilîrînin çi ku jinên kurd rewşenbîr an
kebaniya malan bin dema gotina kurdî bi kirasê
kurdistanî ji devê vî kesî dibhîstin, rêyek rind
bû ku kebaniya malan jî fêrî çend mafên xwe ên
kurdî bibe.
Zarokên Binxetê yên ku her yekî xwedî rih
didîtin bazdidan, û destê wî diramîsandin,
careke nû bû ku ala Kurdistanê ya pîroz li ser
sînga wî bibînin, û ji herdu tiliyên wî yên
nîşana têkoşînê didin, zarok jî fêrî herdû
tiliyên hildayî bûn, û destên şêxan hew maçkirin
dêmekî şêxekî kurd bi wan re dikene û dibe bira
û hevalek ji wan re, û ez nabêjim bav ji ber hîn
tirs di sînorên vê peyvê de heye.
Dapîr û bapîrên Binxetê tenha dikarîbûn di
sînorên teng yên misilmantiya xwe de gotinê ji
yekî xwedî rih û şaşik guhdar bikin û nasbikin
misilmantî bi kurdî jî dibe.
Siyasetvanên kurd jî dikarîbûn axaftinek islamî
kurdî nûjen ji devê kesekî xwedê rih, şaşik û
cibe guhdar bikin, dêmekî ew bi zirtên xwe wan
bêdeng nake.
Sekretêrê partiyên kurdên Binxetê jî fêrî gelek
tiştan bûn û ji tevan bêtir lê nikarîbûn wî
jibîr nekin, nikarîbûn toza salan ji ser kursiyê
xwe ve hilînin ji tirsa revandina kursî ji bin
wan.
Min navê vê gotarê kir pênc xulekên nû bo şêx
Maşûq ji ber wî di bernameya Rasterast li ser
Roj-Tv di dawiya bernamê de ji pêşkêşker Ejder
Şêxo re got: Hema pênc xulekan bernameyê dirêj
bike, hîn min gotina xwe bi dawî ne aniye. Ez
dibêjim şêx: "Her pênc xulekên te hatin
guhdarkirin tevî te ew li ser televiziyonê ne
gotin, herdem hikûmeta Sûriyê salên ji zindanê
li ser me birîn, ne xem e ku em fêrî salên
cezayê ji wê bibin, lê em dixwazin salên cezayê
ji hezkirinê ji tere li ser xwe bibirin”.
|
|