| |

Zordariya dewletan û mirovên kevneperest li
ser Êzdiyan berdewam e!
Kemal Tolan
Wekî ji aliyê raya giştî ve jî têye dîtin, ji
hingava wezareta karê derve ya Almanyayê di
destpêka vê sala 2006 an de bîryarek li ser
hêjmar û jiyana Êzdiyên di Tirkiyê de mane da û
hêjî dibêje „neheqiya polîtîk ya tevayî li
Tirkiyê rabûye Êzîdî, File, Asûrî û Ermenî
dikarin vegerin ciyên xwe“, gelek mal anjî
komelên me Êzdiyan(ya li bajarê Oldenburg,
Celle, Leer, Bergen, Kalkar, Hannover, Nienburg,
Berlin, Detmold, FKÊ- û hwd.) rêxistin, dezgeh,
rojname, malper û televziyonen Alman, Tirk û
Kurdan li ser vê bîryar û nêrîna ne rast
rawestiyan û hêjî her yekê li goriya agehdarî û
nêrîna xwe nûçe, agehdarî û şîrovên cûrbe cûr e
diweşînin. Gelek ji van çalekî û weşanan hêja ne
û hinekî rêya çareseriyê ronayî dikin.
Lê, li goriya dîtina min gelek rêxistin û
dezgehên me Kurdan ji vê pirsgirêka Êzdiyan re
xwedî dernakevin û alîkariyê nadine me. Heta
hinek ji Kurdan jî vê mijarê tevî hevûdinê dikin
û dibêjin “pirsgirêka azadiya olan jî bi
pirsgirêkên siyasî ve girêdayine û heta mafê
siyasiya Kurdan neyê naskirin, ev pirsgirêkên
Êzdiyan jî nayêne pejirandin“. Ji xwe divê em
Kurd jî baş bizanibin heta destkuj, xwarin û
vexwarinên Êzdiyan di nava Kurdîstanê de heram
bin,………… Êzdî jî nikarin vegerine ser axa
bav-kalên xwe û ji azadiya „mafê siyasiya Kurdan“
jî fêde bikin.
Her weha dema ez bala xwe didime hinek çalekiyên
berpirsyarên rêxistin, malper, mal û komelên me
Êzdiyan jî dirênim, dilê min hîna zêdetir diêşe.
Û dibêjim şûna ku ev berpirsyarên rêxistin, mal
û komelên me Êzdiyan bihevûdinê re çareseriyekê
ji vê pirsgirêka me ye gelekî mezin û sereke re
bivînin, ew radibin dîsa ji hevûdinê pir cûde û
her yekê tenê berjivendiyên xwe didine pêş.
Ji xwe berpirsyarên dewleta Alman û dagirkerên
welatê me jî vê bêtifaqî û qelsîtiya me baş
dizanin û dibînin ku gelek ji me hêjî bi mejuyê
muxtarî û axatiya gundan dijîn. Û lewmajî ew
naxwazin girîngiyê bidine pisgirêkên me ye
netewî, civakî û mafên meyî jiyanê nasbikin.
Bi dîtina min, gava berpirsyarên rêxistin, mal û
komelên me Êzdiyan, rêxistin û dezgehên Kurdan
jî karibin bi navê tifaqeke rast van serpêkhatî,
agehdarî , delîlên rewş û jiyana me di qada
navnetewî de şîrove û diyarî bikin, hingê
berpirsyarên wezareta karê derve ya Almanyayê û
hemû hevalbendên xwe jî mecbûr bivin û bêjin,
belê raste ji hingava ku berandametiya tirkiyê
ji bo yekîtiya avrupa yê hatiye pejrandin û heta
vêga hêjî tû aremî neketiye nava tirkiyê,
zordariya dewletê û misilmanên kevneperest li
ser Êzîdiyan hîna berdewam dike.
Ji bo ku em bigihîjine vê encama weke min gotî,
pêwîste em Êzdî hêjî zêdetir xwe nasbikin û
bizanibin, heta ev kesên ku ji nava civaka me
dûr ketî û nikarin hêja gemara li devê derê xwe
paqijkin û hercar berjivendiyên xwe tenê didine
pêş berpirsyarên rêxistin, mal û komelên me
Êzdiyan bin, tû rêxistin û kesayetên dilxwazên
doza me Kurdên resen jî nikarin alîkariyê bi me
û civata rihaniyên me re bikin. Ev zordariya
dewletên dagirker û miletên kevneperest jî wê li
ser me her berdewam be.
Dawîyê de ez jî wek bav û kalên me Êzdiyan
dibêjim,“hawên Xwedê û Tawisî-Melek gelekin“ û
hêvîdarim ku ew li pişta me bin !
|
|