| |
Yûsifê Berazî (Bêbuhar)
di şevbuhêrkek jiyangêrî û helbestî de li bajarê
Hesekê
Amadekirin: Mehmûd Badilî
mbadili3@hotmail.com
Roja pêncşemê 25/5/2006, li bajarê Hesekê
şevbuhêrkek taybet ji bo rêzgirtina helbestvanê
hêja Yûsifê Berazî ( Bêbuhar ) hate lidarxistin.
Ev şevbuhêrk ji hemû şevbuhêrkên derbasbûyî
têvel bû, taybetiya wê ne bi wateya ku xweştir
yan nexweştir bû, zengîntir yan ne zengîntir bû,
lê em dikarin bêjin: taybetiya vê şevbuhêrkê di
kesayetiya Bêbuhar û temen û qûnaxên ku
buhurandine û têde derbasbûye de bû.
Ev ji hêlekê ve, û ji hêla din ve, danûstandin û
têkiliyên wî bi kesên stiranvan û helbestvan û
zimanzanên me yên bi deng û helbest û nivîsên
xwe û bi zimanzaniya xwe rolek gewre lîstin di
stiran û ziman û wêjeya kurdî de, mîna Mehmûd
Ezîz, Mihemed Şêxo, seydayê Cegerxwîn, Osman
Sebrî, Tîrêj, Reşîdê Kurd û hin kesin dîtir.
Şevbuhêrk wek rêzgirtinekê bû ji bo helbestvanê
hêja Bêbuhar, lewra komcivîn li ser pirsên ku
hatin kirin ji layê nivîser û helbestvan û
rewşenbîrên ku amade bûbûn geriya, helbestvan
Bêbuhar ji hêla xwe ve, bi berfirehî bersiv dida,
bîranînên xwe yên ji berî pêncî salî de vegerand
û li guhên rewşenbîran weşand, dilê xwe vekir û
bi sîngek fireh, bê xemsarî, bê diltengî, bi kêf
û henek, bi ken, bi pend û metelok, bi
serpêhatîyan li ser tecruba xwe ya helbestî ji
hemû layan ve peyivî, û bi vî rengî şevbuhêrk
zengîn kir û xemiland.
Di despêka şevbuhêrkê de, em kêlîkê li ser
rewanê pakrewanên Kurdistanê û bi taybet
pakrewanên 12 avdarê rawestiyan. Dûvre
helbestvan Miş'elê Osman bi vê peyvê kurtejiyana
helbestvan Bêbuhar, bi cemawerên rewşenbîran da
nasîn:
"Mirovekî xwedî bîr û bawerî, ji doza xwe qet
venegeriya, di rojên dijwar de gelek zehmetî
kişand, mirovekî dilê wî bi azara netewî hatiye
sohtin û ji têhnîya hilatina roja azadî û
serxwebûna kurd ev dil peritiye, mirovekî ku di
zindanê de bû helbestvan.Mamostayê helbestvan
Yûsifê Berazî (Bêbihar) em tev bixêrhatina te
dikin.
Kurtejiyana mamosta Bêbihar: navê wî Yûsif kurê
“ Elî şêxo “ ye, di sala 1931 ê de, li gundê
Tilcircê bakurî Helebê ji dayik bûye, ji berya
çil salî de helbestê dinivîse û hîn berdewam
dike. Gelek hunermendên navdar mîna Mehmûd Ezîz
Şakir, Mihemed Şêxo, Se'îd Gabarî ji gulîstana
wî gul çinîne û gulav dane".
Berhemên çapkirî:
1. Zindan, 1988 / helbest
2. Bang, 1997 / helbest
3. Raperîn, 2002 / helbest
4. Serxwebûn, 2006 / helbest
Piştre helbestvan Ibrahîm Ebdî bi vê helbestê
pêşkêşiya helbestvanê hêja Bêbuhar ji komcivînê
re kir:
Li ser çavan tu hatî Bêbuharê me
Çi mêvankî delal î tû li şarê me
Bi omîd im demek xweş tû bibûrînî
Şevek taybet ji helbestan li darxînî
Tu şêrînkî bi nifşê nû zimanê me
Tu zanî ma çi dijwar e zemanê me
Te gazî kir gelî kurda ji xew rabin
Divê kû em li cîhanê newindabin
Ji zarê te dixwendî bilbilê xemgîn
Çi awaz û newazê pirr xweş û şêrîn
Di zindanê te ZINDANa xwe danî bû
Di BANGê de bi derdê me te zanî bû
Di pişt re RAPERÎNek nû li dar danî
Heta kû SERXWEBÛNa xwe bi cî anî
-----------------------------------------------------------------
* Zindan, Bang, Raperîn, Serxwebûn: navên
dîwanên mamosta Bêbuhar in
Di wê şevbuhêrkê de, gelek pirs hatin kirin, û
bersiv jî zor berfireh bûn, lê em dikarin li vir
çend xalên giring berçav bikin:
1- Helbestvan Bêbuhar di despêka xwe de dengbêj
bû, paşê helbest nivîsand û di rêya stiranê re
ji helbestê hez kir, li vir helbestvan Bêbuhar
dibêje:
" Despêka min bi stiranê re bû, ez bi saya dengê
dêya xwe û ew stiranê folklorî yên kevin ku her
carê ji me re distira bi ser stiranê û şêweyên
wê ve vebûm, dengê min jî pirr xweş bû, ez xort
bûm di çax û benga xwe de bûm. Em xort yên
hevalên hev li hev diciviyan, û min ji wan re
distira, ez bi zanebûn çûm nav cîhana stiranê,
mamostayekî mûzîkê li bajarê Helebê hebû, ez çûm
cem wî, û li ser destê wî ez fêrî nerdewan û
gelek amêrên mûzîkî jî bûm, wek: Tenbûr, biziq,
ûd, cimbiş…t.d.
Dengbêjiya min bi vî rengî diyarbû.
Dema me ji Helebê bar kir û em hatin li bajarê
Serê Kaniyê di sala 1954 an de bicîwar bûn,
gelek guhertin di jiyana min de çêbûn, min gelek
kesên giring û bi nav û deng naskirin, ji wan
kesan û di vê salê bi xwe de 1954 an min seyda
Osman Sebrî nas kir, lê ew têkiliya xurt ku em
herin û bên cem hev çênebû, çiku ew li bajarê
Şamê rûniştî bû.
Di sala 1956 an de, min dest bi nivîsîna
helbestê kir, û stiranê bi xwe hişt ku ez ji
helbestê hez bikim. Di vî warî de min baş guh da
xwe, ez bi xwe re westiyam, têkiliyên min yên
kesayetî jî bêtir firehbûn, min seydayê xwe;
seydayê Cegerxwîn jî nas kir, her ku çend
helbest li cem min çêdibûn, min berê xwe dida
seydayê xwe, wî gelekî alîkarî bi min re kir, ew
dihat cem min malê, û ez diçûm mala wî, taku
carekê ji min re got: " Yûsif nema helbestên xwe
bîne cem min, helbestên te pirr xweş in û tu
xweşik dinivîsî".
Piştre min zimanzanê hêja Reşîdê Kurd jî nas kir,
û li ser destê wî ez fêrî rêzimana kurdî bûm. Di
vî warî de min sûdeyek pirr mezin jê wergirt, di
wê demê de, min gelek caran dîwana Cezîrî jî
xwend, mela Mehmûd ji min re ew anî malê, lê ev
mela Mehmûd kîye? Bi rastî nayê hişê min, hema
jê re digotin mela Mehmûd. Pirtûka Ehmedê Xanî
jî ket nav destê min, ji hêla helbest û
pêlewazan ve min sûdeyek mezin ji dîwana Cezîrî
û Ehmedê Xanî wergirt.
Piştî sala 1960 î, ez tevlî partî bûm, tu dikarî
bêjî ku min beşê rêxistina Serê Kaniyê çêkir
çiku ez berpirsê wê bûm. Çaxa berpirsên partî bi
tevayî hatin girtin, ez jî hatim girtin. Di
hindirê zindanê de, hestekî xurt û gur hate min,
perîşaniyê ez girtim, rûniştin hew hate min, min
got divê ku ez binivîsînim, lê pênûs tune bû,
min bang li ewê ber dergehê zindanê kir û got:
ez pênûsekê dixwazim. gote min: nîne. Min gote
wî: Ez çixatekê dixwazim. Gote min: qey tu
dixwazî xwe bişewitînî? Min got: na, lê karê min
pê heye. Wî zindanvanî ji min re çixat anî, îca
carê min ê darikek vêxistiba, û li ser dîwarê
zindanê min helbesta ( hebs û zinadan kûr û tarî
) nivîsand, û gelek helbestên dîtir bi vî rengî.
2- Piştre seyda li ser helbestên xwe yên ku bûne
stiran axivî, û çawa têkiliyên wî bi hunermendan
re çêbûn … got:
" Di sala 1966 an de, ez ji zindanê hatim berdan,
û di sala 1967 an de min hunermend Mehmûd Ezîz
nas kir, dengê wî çiyayî ye, min pirr ji dengê
wî hez kir û şeş helbest dane wî ku çar jê ji
awazên min bûn, û dudu jê ji awazên Mihemed Elî
Şakir bûn. Mehmûd Ezîz jî ji hêla xwe ve du
helbest ji wan dabûn hunermend Mihemed Şêxo, û
bi vî awayî têkiliyên me bi hev re xurtbûn, her
ku ewê bihatana cem min, min helbestên awazkirî
dida wan. Hunermend Mihemed Şêxo hivdeh helbest
ji awazê min stirane..
Piştre Se'îd Gabarî jî derket, min çend helbest
dane wî jî.
Di wê demê de, me dixwest ku hestê netewî gur
bikin, em miletê xwe şiyar bikin, lewra me di
rêya stiranê re, û bi dengê van hunermendên me
yên bi nav û deng, me hest û helwestên xwe
digihandin xelkên xwe.
Ez dikarim bêjim her yek ji vana dibistanek bi
xwe ye. Wan rolek pirr mezin di warê hişyariya
milet de lîst, û ji hêlek din ve stiran û mûzîka
kurdî li pêş xistin.
Wek Şivan Perwer, ew bi xwe mîna şoreşekê bû di
vî warî de ta roja îro.
Lê hunermend Aram Dîkran di wê çaxê de ji wan
tevan jêhatîtir bû, ew pispor bû di warê mûzîkê
de".
3- Di derbarê helbesta nûjen de, helbestvan
Bêbuhar wilo got: "ez ne dijî helbesta nûjen im,
û nerîna giştî di wê de çibe ez pê re me, lê ji
kesên ku wê dinivîsînin tê xwestin ku bi
rengekekî baş û dirust bicî bînin, wek
helbestvanê gewre Şêrko Bêkes, bi şêweyek pirr
bilind û xweşik dinivîsîne, pend di helbesta wî
de peyda dibe, wêneyên helbestî, wate…
Îca helbesta nûjen jî zanebûn û bîrwerî jê re
divê".
4- Helbest li cem seyda çiye? Û mercên helbestê
çine?
Helbestvan Bêbuhar dibêje: " helbest hest e,
hestê mirov e, her mirov xwedî hest e lê ne her
mirov dikare bibe helbestvan yan helbestê
binivîsîne. Ji mercên helbestê yan mercên ku
divê di helbestvan de peyda bibin, divê ku
xwendevanekî baş û jîr û jêhatî be, divê ku
wêjeya miletê xwe û xelkên dora xwe, dîrok,
siyaset, ciyografiya welatê xwe, civaka xwe bi
giştî zanibe, ango divê helbestvan rewşenbîr
be".
Helbestvanê hêja Bêbuhar, tev temenê xwe yê
dirêj û nexweşiyên tendirustî, şevbuhêrk bi
gelek helbest û gelek zanînên dîrokî û siyasî û
civakî xemiland, pirs ji wilo bêtir bûn û bersiv
jî ji wilo berfiretir bûn, lê me çend babetên
giring ji şevbuhêrkê hilbijartin taku em ji
xwêner re berçav bikin.
|
|