| |
Çiyayên sincirî, ji evîna me
Arşevê Oskan
Dîsa awirên te
Tîr avêtin sibehên min
Rojên min sermest dikirin
Û hevok li dûv siya te dilerizîn.
Xemên bêrîkirinê
Ji peyala sozan hêvî dinoşandin
Rojên me nêzîkî hevdîtinê dikirin.
Nigarê rûyê te
Ji rûdana sibehê re saw dida
Min ne dizanî ez li kû me
Li kûye daneşîna evîndaran
Di kenê rojê de li te digeriyam
Lê heyvê silavên fediyok
Di awirên viyanê de dilorand.
Tu, navekî giring bû
Li delavê temen dihate raxistin
Û evîna te
Di kûrahiyan de winda dibû
Li te digeriyam, min xwe nedidît.
Lê hîn jî min nedikarî
Dilê xwe razî bikim bi çend keseran.
Min soz ji xwedan distandin
Lê te ew beravêtî dikirin
Û li berpala xewnan, mîna Siyabend
Ji zinarên bilind berjêr dikirim
Ez dimirim lê viyan geş dibû.
Li ser termê min
Pezkoviyên te awazên bilûrê saz dikirin
Têl ji biskên te dihûnandin
Û di hestiyê min re lorîn derbas dibûn.
Hêsirên te
Xwîna min dadiwerivan ser latên dîrokî
Hîn jî min ne dikarî
Dilê xwe razî bikim bi çend helbestan.
Tu carekê ji dil bi navê xwe qîriya
Bêhna viyana min
Ji firyadên te difûriya û çiya disincirî
Dever dikirin şênahî, seyrangeha
Tu û ez û pezkovî
Li zinara dicivandin, diçêrandin.
Em dibûn çîroka çiya
Her derê bi me sûnd dixwar
Û sozên dilan bi hev re girêdidan
Xwedan û viyan û çiya.
Rojê, xwe di kenê me de vedişart
Heyv di çavên me de di xew re diçû
çiyan xwe dispartin xwîna me
Evîndaran
Ji bo me xwe reş girêdidan
Û di çîroka me de sermest dibûn.
1. 6. 06 Hamburg
|
|