rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:36


 

Ajansa Nûçeyên Îtalyayê (AKI) raporek derbarê kampaniya ji bo fermîkirina zimanê kurdî li Sûriyê belav kir: Kurdên Sûriyê ji dema damezirandina dewleta sûrî û hetanî îro ji mafên xwe bêpar in
 

 


Şam ( 3 avdara 2006ê ) Ajansa Nûçeyên Îtalyayê (AKI)

Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên Rojava li Derve dest bi çalakiya berhevkirina 100. 000 îmze kiriye da ku wan imzeyan di gel belgenameyeke giştî û berfirh ku derbarê çewisandina çand û zimanê kurdî ye, radestî dezgehên navnetewî û di serî de UNESCOyê bike, da desthilata Sûriyê şermezar bikin û ku mafê çand û zimanê kurdan binase û derfetan li hînbûn û perwerdeyî bi kurdî veke.

Çalakiya HRKRD a ji bo zimanê kurdî di çarçeweya pêkanîna biryarên kongireya wê ya diwemîn de pêk tê. Di kongireya xwe ya diwemîn de HRKRD biryara ku sala 2006ê sala zimanê kurdî be wergirtibû û aniha jî ji bo çalakkirina wê biryarê bernameyeke giştî amade kiriye.
HRKRD di daxuyaniya ku gihiştiye destê me jî destnîşan dike ku, armanca vê çalakiyê ew e ’’ku zimanê kurdî bibe zimanekî fermî, kurd bikaribin bi zimanê xwe bixwînin û perwerde bibin û desthilata Sûriyê jî êrîşên xwe rawestîne da zimanê kurdî geş bibe’’ daxuyanî berdewam dike û dibêje ku ’’zimanê me hilgirê bingehîn ê nasnameya me û çepera pêşîn a parastina giyanê me yê netewî ye’’.

Û derbarê peywendî û piştgiriya hêzên siyasî yên kurd, Ferhad Ehmê endamê komîteya ragihandinê ya HRKRDê ji boyî ajansa me AKI ragihand ku „sazî û dezgehên sivîl ên kurdî bi awayekî pir germ piştgiriya banga me kirin û bi çalakî beşdar dibin, herwisa çend rêxistinên siyasî jî helwestên xwe yên erênî ji me re ragihandine“. Ferhad Ehmê berdewam dike ku „HRKRD hemî sazî, dezgeh û rêxistinên siyasî û yên civaka sivîl agahdarkirine û ji wan re mebestên vê çalakiya 100 hezar imze ron û zelal kirine, herwiha me doz li wan kiriye ku bi çalakî beşdar bibin“.

Derbarê ku gelo helwestên desthilata Sûriyê li pêşberî vê çalakiya we ya imzeyan û li pêşberî daxwazên saziyên navnetewî dikarin çi bin, Ferhad Ehmê got „em bawer in ku ev çalakiya me dê bala xelkên kurd bikişîne ser çewisandin û rewşa zimanê kurdî, herwiha dê kurdan bi awakî çalaktir berbi parastina zimanê wan ve dehif bide. Ango dê zimanê kurdî bibe mijara guftugo û dê bibe rojeveke rojane di çarçeweya xebata kurdan de ji bo bi destxistina mafên xwe yên netewî û di serî de ziman“.

Ferhad Ehmê berdewam kir „ Desthilata Sûriyê bi şêweyekî nerm danûstendinê bi daxwazên saziyên navnetewî û yên mafên mirovan nake. Lê gelek caran zext û guşarê berhemên baş dane. Bi taybetî dema ku UNESCO bixwe xwe wek berpirsa parastina zimanên qedexe yên zikmakî û pêşvebirina wan jî, dibîne. UNESCO bi xwe roja 21 sibatê de wek roja cîhanî a zimanên zikamkî binav kiriye“

Ferhad Ehmê balkişand û got “HRKRD çalakiya xwe ne li gorî bertekî û reaksyonên Sûriyê bi rêve dibe. Em erkên xwe bi cih tînin, yek ji wan erkan jî parastina ziman e. Ya din jî gerek em dîmena tirsnak a rewşa zimanê kurdî li ber çavê gelê xwe raxînin. Gerek hemî rewşenbîrên kurd têbikoşin hetanî ku Sûrî wan daxwazan bipejirîne.“

Hêjayî gotinê ye ku kurdên Sûriyê ji dema damezirandina dewleta sûrî û hetanî îro ji mafên xwe bêpar in. Mafê wan nîne ku bi zimanê xwe bixwînin û çalakiyên çandî li darxînin û rewşt û gerdîşeyên xwe bikarbînin. . Herwiha ji bo kurdan qedexe ye ku komele û rêxistinên siyasî û saziyên civaka sivîl ava bikin.


Ji bo serdana malpera Ajansa Nûçeyên Îtalyayê (AKI), li ser vê lînkê bitikîne (erebî):
http://www.adnki.com/index_2Level_Arab.php?cat=CultureAndMedia&loid=8.0.271459622&par=0
















 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE