rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:36

 

 

Damezrandina Komela Kurdên Sûriyê li Nerwîc
 


Piştî hewldaneke mezin ji dan û standinê ligel komele û saziyên Kurdistanî li Nerwîc û herwiha ligel hêzên Nerwîcî ên siyasî û civakî û gengeşeyeke di navbera kurdên Sûriyê li vir, hate xwestin ku “Komela Kurdên Sûriyë li Nerwîc” bê damezrandin, ew jî bo ku hemî kurdên rojava li Nerwîc bêne serhev û danasîneke hêja pêşkêşî raya giştî a Nerwîcî bikin û herwekî bi rengekî rewan di civata nerwîcî de bêne qebûlkirin, di eynî demê de parastina çanda kurdî a resn neyê jibîr kirin.

Ji vê hewldanê, di roja 29.04.2006 de kongerê damezrandina KKSN li paytexta Nerwîcî Oslo di salona kongeran de li Otêlla GRAND a ku “Partiya Kesk” û “Komela Çandeyên bê Sînor” hembêz dike, hate li darxistin. Bi amedebûna zêdeyî 40 mirovên kurd ku ji hemî hêlên siyasî, civakî û candî hatibûn komkirin.

Kongere bi xuleke rawestandinê li ser pakrewanên tevgera Kurdistanî destpêkir, paş re xêrhatin bi tev kesên ku amedebûne di vê kongerê de hate kirin, li dawî komîteke hate hilbijartin da ku kar û barên kongerê bi rê ve bibe.

Di rûniştina yekem de, dest bi xwendina projeya KKSN hate kirin, paş re danûstandin li ser hin xalan hate kirin , li dawî bi gelmperî erêkirina kongerê li ser hate kirin, piştî serrsatkirina hin xalan.

Di rûniştina duwemîn de komîta birêvebir bi rengekî nehînî û prosêseke dîmoqratî hate hilbijartin.

Banga KKSN ji hemî kurdên rojava ên ku li Nerwîc jiyan dibin ew e ku xwedî li vê komelê derkevin, ew ji çi hêzên siyasî bin û çi raman li dû wan ve hebe jî ne xem e, da ku ev komele bibe a hemî kurdên Sûriyê li Nerwîc.

Di vê seberatê (munasebê) de KKSN sipasiya hemî xelkên Sûriyê ên ji netewên dî wek Ereb, Ermen û Asûrî ku li Nerwîc jiyan dibin, dike. Û sozê dide ku têkiliya di navbera me hemiyan de wê xurtir bibe ku bibe bingeha biratiyê ji welêt re.

Herwiha KKSN sipasiya hemî hêz û komeleyên Kurdistanî dike ku bûn piştevan bo pêkanîna komelê û komîta birêvebir soz dide ku di pêşerojê de wê têkiliyan xurtir bike û çalakiyên hevbeş lidarbixe.

KKSN wê hewldanê bike ku peywendiyan ligel partî û saziyên Nerwîciyan ve wê herî baş bin û wê di vê qûnaxê de aramenca we ya serke be.

Kesên ku bo komîta kargêr hatin hilbijartin ev bûn:
- Şêrwan Sebrî Omer ( fermesî)
- Ebdulbaqî Huseynî ( endzyar û nivîskar)
- Melîke Elî
- Ebulrehîm Mihemed
- Idrîs Mehmûd ( Fermesî)
- Kamîran Hisên Silêman ( fermesî)
- Ebdulkerîm Husên ( Pisporê elektirîkê)

Komîta birêvbirina Komela Kurdên Sûriyê li Nerwîc / KKSN
Oslo di 29.04.2006
Ji bo zanebûna KKSN , pêşinyar, rêkirina nameyan hûn dikarin vê e-mailê bikar bînin:

Komela_ksn@yahoo.no







 

 


 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE