rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:36

 

 

Careke din hat
Pîr Rustem




Çend caran bi rê va ramiya; dikir ku, ji nuh ve vegere. lê dema li zarokan dinihêre û kêfxweşiya wan dibîne, careke din , bi reya ku ketî ser de, diçe. li navbera her kêliyekê de dilê wî tê guvaştin. ji duh ve, ji dema ku pîreka wî gotibûyê. “sibe în e ka em zarên xwe derînin gund. Ji aliyekî ve, em ê dê û bavê te bibînin û hinek zêt ji me re divê. Ji alîyê din ve jî, em ê zarên xwe ji vê zindanê bi derînin. Wan, hingî dipirsin, bavê me kengî me derîne seyranê, ez kurmî kirime. Di dema ku, pîreka wî gotinên xwe direşandin, wî dest avêtibû qutiya titûn û hûrik- hûrik cixara xwe dipêça.
- Tu zanî ku ez nikarim kemyonê bilivînim, nemaze di rojên înê de. Çavên polîsên leşkerî, li ser her tirimbêleke leşkerî, vekirîne. Piştî ku wî cixare pêxist, pîreka wî gotê:
- Tu xwe ditirsînê. Evqas hevalên te hene. Rojên înê, giş bi tirimbêlên, hukumetê zarên xwe dertînin. Ti tişt çê nebûye, bes li ya me dipirsin.!
-Her kes li xwe digirî. Her roj evqas tên girtin. Bes ew di ber xwe ve naçin. Ka çaydên bide min ev bû deh car dibêjim te ku ev ne tirimbêla bavê me ye, dema em bixwezin, emê lê siwar bin. Gava jina wî dît rê li pêş neman, deng li zarên xwe kir û gote wan: “ Hûn û bavê xwe bi hev bidin fêmkirin. Min ji orta xwe derînin”. Her pênc zarên wî li dorê dicivin, ji destê xwe dikeve û her pênc li ser seriyê wî dibin kom.
Erê... duh soz da bû zarên xwe, lê di bin zora hêviya di çavên wan de. Heya ber destê vê sibehê, wî nikaribû çavan bide hev.Ka di rê va rast ewên kum sor bê, yan tirimbêl pêre bişke, di deverekê werbe. Eger tiştekî wilo bibe, divê venegere ser karê xwe. Xweş dizane ku wê hingê, divê ne bes jiyana xwe bide ser, lê ya zarên xwejî.
Di ber-banga sibehê de, di xew ve diçe; xewek giran û reş. Bi tena xwe di beyabûneke tazî û ziwa de dimeşe.xwêdaneke bê dilovan bi ser laş ve girtî. Carekê çavan bi asîmên ve hildide. Riwekî tisî ye, ne heyv, ne jî ro û stêr, Heya bi demekê di cih de ziwa dibe. Di wê kêlîkê de, dengek ji hundirê wî ve tê ku, eve yek li pêş wî ye.Bi bazdana ku ew bazdide dêw- segek dide dû û gepeke goşt ji pêtika wî diterişîne. Ji nav nivînan tê avêtin; dinhêre ku Meyro xwe xistî ber. Wê dixwest,ku berî zarok şiyar bibin, wê êvara înê rij derbas nekin.lê nizanî bû ku pênc tiliyên wê, li ser qalçeya mêr, dê bibin diranên segê.
- Tu çima ji cih veciniqî. gote mêrê xwe.
- Xewnek bû.
- Av germe rabe seriyê xwe bişo!. Bi fedî gote mêrê xwe, te digot belkî, di şeva xweye pêşî de ye.
- Dengê xwe hil nede. Bi gotinê re xwe qulabt ser sîngê wê. Hîn dîkan bangil ne dabû. zarên wan şiyar dibin û dibînin ku bavê wan şaşikeke sor, li seriyê xwe alandî, di bin de xûyanî dike por hîn şile; Berî ku ro ji piş dîwarê cîranan derkeve, ew ji mal dertên. Herdu zarên biçûk digel diya wan dixîne cem xwe. Her siyên mezin jî dikevin tirêla kemyonê.
Bi rê ve, çend caran bi ser jina xwe de kir qir---,nemaze gava wê gotê: “ ka, berî em diçin gund, em derkevin ber ava ziravkê û kevirê înê. Di rojava de emê derkevin gund, çendekî li cem kal- pîran rûnin û xatir bixwazin, bi şev bighên mal”. Berî ku jina wî vê yekê bêje, ew jî wilo diramî, lê li behaneyekê digeriya ku, kela xwe di serîyê wê de birjîne. Mîna ewê rabûye û jinik; Bi hiceta ku wê di dema hevîr distira de kûna xwe dihejand, kotek kirî.
-Ev çi bihn e?. Li çavê herdu zarên xwe dinêre û ji Meyro di pirse. Lê, bêyî ku ew bersîva wî bide, kulemistekê di pişta keça sê salî de diteqîne.
-Tu yê bibê laş xwarine, derd pê ketê. Meyro bi biskên wê digre û serî vediçerpîne.
-Ne sûcê wê ye. Eger te ew derxistiba derve, wilo ne dikir. Tifî... bihna zikê mirovan ji kortên avrêjan genîtir e. Bi gotinê re belora di nik de dide xwar.
Di çate-reya ava ziravkê de kemyonê hêdî dike û dikeve ser reya wê. Piştî kîlo metrekî û birîna reya hesinî ya ku dihêle rojê carekê tirên ji Helebê bighe gundên Meydanan, ew dikevin bin siha darên Silfato û Çinaran. Zaroyan, hîn di tirêla kemyonê de, cilên xwe avêtibûn. lê E. Remo li wan dike qîr, û wan vedigerîne.
-Vê sibehê sare, Xwe hinekî bigrin. Eger rok hate nîvro, hûnê xwe têxînin. Li bergera wan venegerad. Lê berî ku nîvro bibe, hêşt ew xwe têxînin nav û bi zorê ew derxistin ku bên çend parî nan bixwin. Belkî di rojeke din de ba, dê mîna kuliyan êrîşî xwarinê bikirana, nemaze gava bihna goşt bihata wan.
Li ser xwarinê, çend caran E.Remo, li zarên xwe dike qêrîn; ji wan dixwaze ku xwarinê bê deng bixwin. Cih kênca xwe li wî jî kiribû. Du-sê parî xistin dêv û bi şûn ve kişiya. Tê bîra wî ku, çiqasî xwe xistî ava kanîyê. Kare kevirên di zikê gêlî de, yeko- yeko, bêjmêre. hêlînên ku li ser darên li dora kaniyê wî lezber kiribûn. Her rojê carekê divyabû bihata û li wan binêriya;( çi sal zû dibezin, tê bibê duh bû). Meyro serî ber ve wî hildide; dixwezwe wê hêsra ku bê hemdî wî hatibû xwar veşêre.
Ro didarivî ser milên çiyan. Siya daran qalin dibû. Gêreyên ku dûr çûne vedigerîn; dikin ku, barên xwe daxînin hêlînên xwe, û li hêviya ku, şeveke sar û reş biborînin, diman.
E. Remo deng li zarên xwe dike. Ji wan dixaze ku, ferefolkên xwe komî ser hev bikin û têxînin tirêla kemyonê. Ew jî di dora wê re digere. Carekê dest li tekerê wê dide ku bayê wê kême yan na û cara din li motora wê dinhêre ka av, mazot li cihê xwene. Li dawiyê siwar dibe û bi navê xweda merşa wê lê dide; humînî bi kemyonê dikeve û hêdî- hêdî ji nav daran der dixîne; di keve ser rêya axî.
Ew nêzîkî reya hesinî dibin. Berî bi çend mitran hêza motorê kêm dike. Heya gava ku tekerên pêşiyê dighên ber rêya tirênê, bi zorê der dikevin ser. Pêşiya wê hiltê û dadikeve. Di cara didwan de dema ku di-xwaze teka din ji rê bi bire, berî ku careke din bi banî keve, kemyon vedimre û bi şûn de, ji ser hêsin datê. Herdu tekerên pêşîn dikevin zikê cotê rêya hesinî.
E. Remo pêlî dibiryêc dike, fîtêsa wê vala dike, careke din lingê xwe datîne ser pêlgeha mazotê û merşê digherîne. Lê bê sûde. Çend caran vedigerîne, lê deng jê nayê. Dadikeve û pêşiya motorê hildide. Li betariyê dinhêre, ti tişt jê venebûye.
Careke din vedigere û dikeve kebîna kemyonê. Dîsa çend caran merşê lêdixîne, lê bê sûde. Gavê ev yeka bi wî re dirêj dike, hêdî- hêdî zarên wî ji tirêlê dadikevin. Ji bilî Meyro û keça sê salî, kes di kebîna wê de namîne. Wî jî xwe xistî binê wê, dinhêre ka belkî karibe sedema vê yekê nasbike. Zarok di dorê re didin dû hev, dihêlin bihna wî bêtir teng bibe.
Ew hîn di bin kemyonê da bû, dengekî reş dibhîse; dengê borîna tirênê dikeve guhên wî. Bi lez dertê, lê ti tiştî nabîne. Wî ne dizanî, gelo ev yeka ji sîberên tirsê pêre çê bûbû yan bi rastî dengê wê bihîstibû. Lê dema carek,din deng tê, nema kare ji xwe veşêre. “Erê hîn dûre, lê di navbera şeş- heft kêliyan de dê bighe ser û ji çend mitran pêve ji ajovanê tirênê re, gava ji pişt kendêl derkeve, namîne. Dê wî di pêşiya xwe de bibîne. Wê hingê wê keys pêre nemîne ku karibe tirênê bisekinînê. Ev ramanên çûne, bi lez di mejiyê wî werdibin. Xwe davêje kebîna kemyonê. Li pîreka xwe dike qêrîn ku ew û Sînemê dakevin. Bi destekî derî jê re vedike û têve dide, bi destê din jî merşê digerîne, Lê bêdengiyeke goristanî, xwe bi ser wî de vedirşîne.
Di kêlîka ku pozê tirênê, mîna dêwekî, ji pişt kendêl der dikeve, pêre-pêre borîniyeke (qêrînek) reş jê dikişe. Bi derketina wê re û bi dîtina ajovên re wî, bê hemdî xwe, destek avêtibû ser zemora wê û gewriya wê guvaşt. Destê din avêtibû ser firênan. Lê dema hest bû û dît ku eger firênan bernede wê tirênê di biniyê kendêl hilşîne, dest berdide. Lê ewê ku xistiyê gewriya wê, dixwaze dengê xwedayan jî vemrîne ku tenê dengê wê bi asmên ve biçe, bernade.
Xwe bavêje. E. Remo nihêrî ku, zarên wî bê şiv û liv mane. Reng li ser wan nemayî. Li şerê di navbera wî û wî dêwî, ku bi ser de tê, dinêrin. şikestineke kûr di çavên wan de ye. Ev cara pêşîn bû dinasîn ku bavê wan jî ditirse. Gava hest dibe ku ji hundirê kemyonê tê rakaşkirin, nuh çav li Meyro dikevin.Bi hêz destê xwe dide sîngê wê. Wê têve dide.
- Tu zarên xwe bi dûrxîne. Eger derkevim, divê jiyana wan jî bidim ser. Wî gotinên xwe yên dawî bi nîv- dengî gotin. Di wê hîngê de, Meyro bi çend mitran tê avêtin. Wê ne dizanî bi bayê tirênê hate çengkirin,an têvedana mêr bû, an jî ji buhabûna cên bû.
Reqînî bi seriyê wê dikeve, dengê herfandina çiyakî dikeve guhên wê û kemyon, mîna goka zarokan, di pêşiya tirênê de tol dibe. Reşiyeke bêsînor dikeve ser aso.
Di kêlîka ku tirên dighe wî, çavên E. Remo û yên ajovanê wê dikevin hev. Riwê hevalekî ji zarokatiyê têde dibîne. Nişkabûnekê, di riwê wî de jî, dibîne. Lê ew nikare vê yekê biçespîne. Ev reya tîne bîra wî ku çiqas car ew bi hev re hatibûn eynî vê derê, da ku tirênê bibînin û destên xwe ji ajovanê wê re bi hejînin.
Bê hest, destekî ji wî kesî re hildide û di navbera xewn û rastiyê de, dibîne ku li alîyê din jî destek tê hejandin.





 

 


 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE