rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:36

 

 


Hevgirtina gelê kurd di kongira Birukselê de dê roja azadiyê bo gelê me nêzîk bike, nexasim avakirina mecliseke netewî- kurdî bo rojavayê Kurdistanê

Mehmûd Biro


Ji dema ko yekem partiya siyasî bi navê (Partî Demokratî Kurdisanî) li Kurdistana Rojava bi qehremanî di sala 1957ê de hate damezirandin û ta roja îro, tevgera me ya siyasî di nav keftelefteke ji nakokiyên navxweyî û zêdetir kesayetî de dijî. Van nakokiyên ne siruştî ji wê serdemê ta roja îro milet gelekî li paş hişt û kire êsîr û girêdayê biryarên kesên serkirde di nav tevgera kurdî de. Kêm- zêde heta radeyeke baş, mirov dikare qebûl bike, ko miletê me jî wek hemû miletên cîhanê dê bîr û boçûnên cida, îdyolociyên cida di nav de hebin. Ev tê wê watê ko dê partiyên çep û rast û naverast û neyeksan hebin, lê ne bi vê ecêba ko mirov di jimartina wan de şaş dibe hetanî mixabin bi navê kesan têne naskirin.
Li ser vê babetê, mirov dikare kêkolîneke dûr û dirêj bike, lê bi kurtî mirov dikare bibêje ko tiştê çû jixwe çû, lê tiştê ko maye zor girîng e û giringiya wî jî ew e ko, şanên şoresgeriyê, partizaniyê û kurdperweriyê di nav gelê me de serê xwe hildane û êdî nema vê parçebûnê qebûl dikin. Ev şanên şoresgerane di nav hemû partiyên kurdî de hene û herweha di nav kesên serbixwe de jî hene (serbixwe ew kesên ko ne di p artiyan de kardikin, lê kurd perwer in) Weke nimûne şêxê nemiran Dr.M. Meşûq Alxiznewî ko li ser destê rêjîma Sûryayê bi sedemên bîr û boçûnên xwe yên pêşverû û kurdperwer hate şehîd kirin.

Rewşa ko Sûrya tê re derbas dibe ji me re zelal dike ko ev rêjîma diktator jiyana wê hindek maye û di qunaxa xwe ya dawî de ye, jiber ko li Sûryê qeyraneke giştî heye ji hemû aliyan de, civakî, siyasî, aborî û çandî. Hêjayî gotinê ye em bibêjin ko ( jiyana azad qedexe ye).
sedemên wê qeyranê jî rêjîma diktator e ko teror bûye karê wê yê serekî û herweha kuştin, lêdan, girtin, revandina kesan, talankirina malên xelkê û destdirêjkirin beramberî kerameta xelkê ji alîyê hêzên wê yên ewlekarîyê ve û berî hertiştî siyaseta tinekirina gelê me ko jimara wî zêdeyî sê milyonan heye û li ser xaka xwe ya dîrokî dijî, lê mixabin ji hemû mafên xwe bê par e.

Serhildana 12ê adarê, tevgera me ya kurdî xiste nav qûnaxeke taze, qûnaxa mêraniyê û şkandina dîwarê tirsê ji rêjîma Sûryê, xwenişandanên qehreman beramberî rêjîmê, herweha bo pêkanîna mafên gelê me yên netwî û demokratî, mafê xwe yê çarenûs wek hemû miletê cihanê.
Ev hemû bûne sedemên serekî ko kurdên me yên derveyî welêt ji ketin nav tekoşîneke germtir de û bi şêwazekî xwirttir.
xwestin refên xwe bikin yek û gelek karê hêja hatin kirin, li gelek deveran.
Yek Ji wan gavên pîroz ko li derveyî welêt hate kirin, konferansê Waşingtonê ko di 13.03.06ê de hate kirin bi xebata xortên me yên heja kurdên me yên li Bakurê Emrikayê bi serperiştiya birêz .Dr. Şêrgo Ebbas.

Giringiya vî konferansî ya dîrokî ew e ko di paytexta cihanê û di Kongirêsa Emerîkayê de hate lidarxistin.
Hêjayî gotinê ye em bêjin ko jimarek baş ji kesên serbixwe, ayînî û piraniya saziyên siyasî yên kurdî yên rojavayê kurdistanê beşdarî vî konferansî bûn.
Ev konferans di behweriya min de bû pêngava yekem jibo yekîtiya gelê me li ser bingiha ko kurd miletek e li ser xaka xwe ya dîrokî dijî û mafê çarenûs mafekî wî yê rewa ye wek hemû miletên dinyayê. Pêşniyaza zêrîn jî ewbû ko nûnerên kurdên rojavayê kurdistanê hemû li Birukselê bighine hev û mecliseke xwe ya netewî damezirînin ligor xalên peymana waşingtoên, yên ko kurdan li ser wan lihev kirin. Lewre jî ez hêvîdar im ko hemû saziyên me yên siyasî - kurdî û kesên serbixwe, rewşenbîr, şax û grûpên ayînî û êlî, bikaribin wefadariya xwe bo xwîna şehîdan nîşan bidn û bikaribin nûnerên xwe bişîmin konferansê Birukselê û em hemû bi hevr e roja konferansê wek roja lêbûrînê û roja lihevhatina gelê kurd nîşan bikin. Xetên sor di nav me de nemînin û em hemû hevdû qebûl bikin û rêz bo hevdû bigrin. Ji ber ko mezintirîn pila hêz û qewtê ew e ko mirov bikaribe li hevalê xwe bibihûre, nimztirîn pile ew e ko tu bi tolê(heyfê) hizir bikî. Hevgirtina gelê kurd di Birukselê de dê roja azadiyê bo gelê me nêzîk bike,
nexasim biavakirina meclisa netewî- kurdî ko bibe yekemîn lêveger û jêdera biryara siyasî
ya gelê me, dako bi yek deng û rengî û bi yek helwestê dakevin meydana xebatê bo pêkanîna mafê rewa yê çarenûsê û jiyaneke aram û azad bo gelê kurd ê qehreman.
28.04.06






 

 


 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE