rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:36

 

 

kewtekewta dixsiyê
Mehmûd Badilî



Kewtekewta kudikên dixsiyê
di kûrbûna te de
tinazî
mîna xêzên dûmanê
roj bi roj
xwe li dêmên te wênedikêşe
Tu bûyî mîna lîztekê
di nav lingê qirêjê de
li ser tiliyê babîsokê
bi her hawî dipênijî...!!
Çi mest e rewşa te!?
dixwazim…..
feneran pêxim
li qorzîkên tariya te
û çûkên hêviyan bifirînim
li derîzankê derûna te.
Lê çi bikim
her têm bi ber te de
kudikên dixsiyê
direyin di kûrbûna te de
Daxwazê diqewitînin
arezûyan dadiqurtînin
Û dixsî
di dilê te de
hardibe
Tinazî jî
gurdibe.





 

 


 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE