rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:36


 

"Avdar e : Geh Germ e, Geh Sar e"

 


Mihemedê Seyid Husên

Ji wî zimanê dîrokdirêj
Xewnan li ser
Lêvên min gulvedane
Ji bo min girnijîn û jiyan e
Çaxê ku ziman diafirînim
Dêmê rûyê Qamişlo
Xîn û spehî dixwînim
Xewnên zarokî
Min digirînin
Li ser gerdena avdarê
Şîn û şahiyên kevnar
Bîranînên min
Ji nû ve qemûş digirin
Birînên nêzîk diaxivînin

* * *
Ciwan im: xaka yarigehê
Têra gora min nakî
Zimarên kaniyên pesaran
Di peravên evînê de diherikîn
Jiyan li ber rûmeta te
sawgirtî radiweste
Helbest di çarlepka
Tîpên de xwe dikuje
Nemiro li min negire
Sîtavê ji bo min jî vegire
Stêra te zû rijiya
Bi rokê re tu çûyî ava
Tirba te ji agir e
Ve´aysîna birûskê ye
Tav û baranek serbixwe ye
Şevnem û xunavê
Li nêrgizê dibarîne

* * *
Avdarê ka ji Qamişlo re
Zarên lêmukurhatinê bêje
Wê velerzîna kurtepistê verêje
Tilûrkên azad di bihara te de
Li ser sînga te
Stiranên di nihurinin
Ne xwînî me û ne jî
Dixwazim xwîna min
Di kolanê de birije
Xweziya min e ku
Carekê te himêz bikim
Wê birîna kûr
Wê axîna dûr
Wê nalîna dengirtî û
Do oxira te de betore bim

* * *
Qamişlo ez ê bê te
Çawa stêrkên şinesayiya
Avdarê bijimêrim
Pirê caran giştiya temen
Min ji ser peravên te
Dûrtavên ji nû
li ber deriyê şengebuhara te
bi ser mandîneya
cîhana xwe vedibûm
coş, viyan, rûmet û volqa dibin
bûka ser bi xêllî ye
têlînazeke mad û mitanî ye
di nava çîçek û rewanekên
xewnan de rapêçayî ye
Avdarê bîna gulê
Goşî hisrimê nûhatî
Hilm û bîna sipîndarê
Qamişlo çavdêrî te ye
Ta ku lawên xwe
Behremî te bike
Avdarê halan e halan e
Daxreş e têr pîlan e
Li ber gaziya giyanê şehîdan
Sirûda kulan e
Dixwînî awazên şeyda
Û her sura nan û xuyê
Qamişlo min radikişînî
Lê qet min naqutifiya
Di ramanên hevişkirî de ranazêm

* * *
Avdarê :çendî evîn bo te şêrîn e
Çendî temenê ciwaniyê bûhabe
Çendî xemgînî bo te dilguvêşbe
Çendî ji bo te dengbêj bim
Çendî ji min çaktirîn jiyan bî
Tu wateyên kelevaj û tewankarî
Bo te rave nakim
Her sal li link kêla şehîd
Li benda te me
Ta ku helbestek nûjen
Ji nefel û endekoya
Buhara te bihûnim.
Ta ku peyva dorpêçayî
Ji derbendên,
Ji zindana zengelorkê rizgarkim
Cad û baz û ev sunebêjan
Li ser kilxaneya wan
Sal û heyamên têr derew riswa kim

* * *
Li ber qîra nav têdanê
Dikenim û digirîm
Di gevezoka sergerdanê de
Şîrova desthilanînê dinoşim
Û di asoyên mihrecana giryanê de
Dîsa di tumergehên bê perva de
Li giyanê xwe yê
Dino mîna digeriyam

* * *
Avdarê:
Baniwa qamişlo giran buha ye
Diyardeyên felaketan
Pê re yek caran peya dibin
Di nexşa kurdistanê de
Her tara heyvê
muhra xwe naskiriye
di pêşwaziya wê de
keskesorê çêdike
evîna dilsozan
di zemawenda şînê de liba dikir
lixêvên bêrîkirinê
ji nêz ve hestên min dixuricirin
ger ku rojhilat û rojav
li serê min bibin yek
ez ê pîvanên dûrbûnê
ji te bidizim
û ji bo ramûsanekê ji te, ez ê xwe bikujim

* * *
Ta ku sax im
Ez ê wê çelengstêra sibehê
Li ser wan kevnerêyên
Evîna te jibîr nakim
Kaniya helbestên min tu yî
Zîmarên kovanên dil tu yî
Va ye yekta li ber
Rivîna berbatên te
Porê min diweşe
Û temenê kal quf dimeşe
Li ser pira Qamişlo
Yadigarên yarîgeha azirdanê
Di guran xaneya te de
Hêjî lehiya xwînê dipêle
Ew Ceceqê xayiz û matmayî
Bi naperûşkan
Cobaran ji hêsiran re vedike
Ji dîroka teqînê
Ji çîroka gulebarandinê
Ji sipîdeya pilan gerandinê
Hêjî kurd
Di semtên nependî de dibezin
Helkehelka navkutka
Buharê ve westiya ye
Agir di himêza bê de
Gûr maye û
Hêjî pêxwasekî kurd
Li wê hindamê
Nanê xwe bi xwînê daye
Ûcaxa perestara zaran
Ya sermedî
Ji kaniyên jiyanê avdaye

* * *
Hinohino, dem pîr dibe
Weku birûsk ji ewran birevin
Di gengeşeya wan îstgehên kulek de
Di temenê mirovaniyê de wendadibe
Çêjtirîn mêwe jê dimîne
Weku şev divemirin
Û roj roniyê didin
Li dûhev zirdar di ser hev re diqulipîn.
Û her geşbinî û hêviyên kurdan
Di sîtava avdarê de dipişkivîne.














 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE